KAR Û STAJ

 

Ji bo me xebatê xebatkarên profesyonel ê Navenda Bîrgehê u her wiha xebatên dildaran grîng e. Wek Navenda Bîrgehê, di roja avakirina me heya niha, me qîmet daye xebata bi stajyerên dildar re. Dildar ji bo çar mehan tevlî xebatên bernameyê tên kirin. Stajyerên dildar di vî çar mehê de divê hefteyê de du roj, seat di navbera 10.00 û 17.00 de li ofîsê bin. Stajyerên dildar, di nav hefteyê de kîjan rojan tên ofîsê, piştî destpêkirina xebatê, bi xebatkarên bernameyê re diyar dikin.

Serîlêdan û Nirxandin

Navenda Bîrgehê, ji bo bernameya stajê ya 4 mehan birêkûpêk bangewazî li stajyeran dike, serîlêdana namzeta digire. Heke bangewaziyek wisa bû, hûn dikarin di vî rûpelê de bigihîn agahiyên berfireh ê ku derheqê dema serîlêdan û nirxandinê de ye.

Dema Staja Dildarî

Berê staja dildarî dest pê bike, ji bo stajyeran rojek (1) perwerde tê dayîn. Ev perwerde ji du beşan pêk tê; berê têgîna dada pêvajoya derbasbûnê û li dinyayê de nêzikatî, perspektîf û tecrûbeyên li ser vî têgînê hatine pêşxistin û têkiliya xebatên Navenda Bîrgehê yên bi vî têgînê re hene tên agahdarkirin. Di beşa duyemîn de jî wek şênber xebatên Bernameya Xebatên Bîrgehê bi mînakan tên vegotin.

Hûn dikarin di vir de bigihîn teksta Özgür Sevgi Görül a ku di 9 Cotmeh 2014 de di çarçoveya oryantasyona stajyeran de derheqê van mijaran de hatiye pêşkêşkirin.

Bernameyên Xebatên Bîrgehê

Dildar ji bo bernameya stajê di çarçoveya van sê qadên xebatê yên Navenda Bîrgehê de tên qebûlkirin: i) Bernameya Xebatên Bîrgehê, ii) Bernameya Xebatên Hiqûqê, iii) Bernameya Xebatên Ragihan û Parêzkariyê. Ji stajyeran ên ku di qadên cuda de peywir bi dest xistine, xebatên cuda tên hêvîkirin. Naveroka van peywiran di bangewaziyê tên kirin de berfireh tên diyarkirin.