10-05-2016

Rapora Nû: Mewzûata Bêcezabûnê Ya Tirkiyeyê

Kapak

Di rapora bi navê “Mewzûata Bêcezabûnê Ya Tirkiyeyê” ku ji aliyê Yard. Doç. Dr. Öznur Sevdiren ve hatiye amadekirin de sê binpêkirin (înfazkirina bêdaraz, windakirinên bi zorê û sûcên îşkenceyê) ku li Tirkiyeyê di bingeha pirsgirêka bêcezabûnê de cih digirin, di çarçoveya hiqûqa navxweyî û navnetewî de tên nirxandin. Tevkariya herî mezin ya raporê ji bo lîteratura di Tirkiyeyê de ya hevrûbûna bi binpêkirinên mafên mirovan ên giran re, nîqaşa derheqê têkiliya têgeha bêcezabûnê û sûcên navnetewî ye û çarçoveya ji bo vî derxistiye holê ye. Ev çarçove, ji bo di asta mewzûata netewî de analîzkirina înfazkirinên bêdaraz, windakirinên bi zorê û sûcên îşkenceyê yên hîn şûn de li Tirkiyeyê hatin jiyîn jî gelek noqteyên girîng dihewîne.

Rapor, her wiha noqteyên krîtîk ên divê parastina hiqûqî, ya di qada civakî de tê bikaranîn, hîn zêdetir li ser hûr bibe jî zelal dike.

Di du dokumanên referans [1] de, ku di raporê de tên binavkirin û ji bo pênase û armanca têgeha bêcezabûnê ne, çar armancên bingehîn ên têkoşîna bi bêcezabûnê re wiha tên rêzkirin:

  • Mafê Dadê: Tesîskirina dadê, “qebûlkirin û bibîranîna êşên mexdûran kişandine”, ango paradîgmaya dada cezaker û veherîner nîşan dide.
  • Mafê Zanîna Heqîqetê: Peywira qeydkirina binpêkirinên dewletê, arşîvkirina delîl û dokumanên têkildarên van binpêkirinan in û hemberî meylên înkarker û revîzyonîst parastina bîra kolektîf.
  • Mafê Tazmînatê: Şûna înkarkirin de qebûlkirin, mexdûran vediherîne û rehabîlîte dike, loma jî tevkarî dide aşitiya civakî an jî “lihevkirin û îstiqrarê”.
  • Mîsogera Carek Din Neyê Dubarekirin: Ji ber ku bêcezabûn rê li ber sûc vedike, li ser merheleya pêşerojê ya têkoşîna bi bêcezabûnê re, ango li ser astengkirina pozîtîf a bêcezabûnê tê rawestandin.

Têgehên têkildarên bêcezabûnê yek jî “binpêkirinên mafên mirovan ên giran û cidî” ye.

Gorî vî, her çi qasî îro bêcezabûn di qadek berfireh de, wekî ji bo tûndiya dijî jinê, qezayên kar, sûcên nefretê, nelirêtî de tê bikaranîn jî, ev têgeh di lîteratura navnetewî de di çarçoveya “binpêkirinên giran” ên ji aliye Konseya Ewrûpayê ve di bin neh sernavan[2] de hatine komkirin de hatiye rojevê. Loma rapor, li ser înfazkirinên bêdaraz, windakirinên bi zorê û îşkenceyê, ku nav van neh binpêkiran de cih digirin, radiweste.

Ev binpêkirinên giran bi sîstematîk an jî di çarçoveya şereke de dibin perçeyek şênber a sûcek navnetewî, ku ev jî me dibe ser têgehek referans a din a bêcezabûnê ku bi navê “sûcên navnetewî” ye. Têgeha sûcê navnetewî, bi taybetî piştî hilweşana Şerê Duyemîn A Cîhanê û Holokost bi xwe re anîn, li ser ramana ji bo hebûna mirovan bê parastin derket holê û di vî çarçoveyê de hat gotin ku divê berpirsiyariyên pêwîst û binpêkirinên giran û belave di hiqûqa navnetewî de cih bigire û li hemberî van ceza hebe. Rêgezên derheqê sûcê navnetewî de girêdêr in di Statuya Romayê de, ku 1998an de hate qebûlkirin, tên diyarkirin û naverok û pênaseya van sûcan bi statu û îctîhadên Dadgeha Cezayê Ya Navnetewî û her wiha bi taybetî jî ya Dadgeha Cezayê Ya Navnetewî Ya Yugoslavyaya Kevn û ya Dadgeha Cezayê Ya Navnetewî Ya Ruandayê re hîn tên avakirin.

Çar kategoriyên sûcên bingehî ku di peymanê de hatine diyarkirin, komkujî, sucên dijî mirovahiyê, sûcên şer û êrîş in.

Dema ev sûc di nav sînorên dewletên vî peymanê qebûlkirine de an jî ji aliyê hemwelatiyên dewletên vî peymanê qebûlkirine ve bên kirin, dadgeh sûc li ku qewimiye nanêre û aliyê peywirê ve xwe xwedî erk dihesibîne. Tirkiye her çi qasî heta niha Statuya Romayê qebûl nekiribe û erka Dadgeha Cezayê Ya Navnetewî nas nekiribe jî, rapor, wekî di naveroka de bi berfirehî hatiye aşkerakirin, îddîa dike ku ji ber rêgezên hiqûqa peymanê û ya orfî peyman û dadgeh ji bo Tirkiyeyê encamên girêdêr dihewîne.

Sûcê windakirina bi zorê jî hem di hiqûqa mafên mirovan a navnetewî de hem jî di peymanên hiqûqa cezayê ya navnetewî de, ji ber wesfên sûcê wek sûcê dijî mirovahiyê tê pênaskirin û loma jî sûcek navnetewî tê qebûl kirin.

Li Tirkiyeyê pratîkên windakirinên bi zorê, wek pênaseya sûcê dijî mirovahiyê de cih digire – wek di Statuya Romayê de cih digire çarçoveya “politikaya dewletê” de – perçeyek êrîşek bi belave û sîstematîk du deman de pêk hatiye: 1) Dema derbeya 12 Îlonê û rejîma rêveberiya awarte, 2) Dema salên 90î de ku rêveberiya awarte di meriyete de bû.

Gelek raporên fermî û îddîaname nîşan didin ku bi taybetî di salên 90î de windakirinên bi zorê biplan û bi destê organîzasyonek ve hatine qewimandin. Tirkiye cara yekem 2004an de di Qanûna Cezayê de pênaseya sûcê dijî mirovahiyê, hinek aliyan ve ji pênaseya navnetewî cuda be jî, qebûl kir. Gorî raporê, sûcên windakirinên bi zorê, ji ber delîlên hene û nîşan didin ku çarçoveya polîtîkayên demî yên ewlekariya netewî de ev sûc hatine kirin, loma di çarçoveya pênaseya sûcê dijî mirovahiyê ya di TCKê de hatiye qebûlkirin de ye. Heçku di darazên li Tirkiyeyê de derdikeve holê ku ji pirsgirêkên herî mezin yek jî ev e ku, di dozên der heqê van sûcan ve hatine vekirin û hêjmara wan gelek kemin de sûc di çarçoveya kuştina mirovek û ji bo vî avakirina rêxistinek tê nirxandin û wek sûcek adlî tê qebûlkirin.

Di raporê de beşên berfireh ên der heqê înfazên keyfî û dijqanûnî, ku di salên 90î de pêk hatine û piştî windakirinên bi zorê pişta xwe daye bêcezabûnê, hene. Her wiha beşên der heqê sûcê îşkenceyê jî hene.

Di van beşan de, piştî nîqaşên li ser têgehên der heqê sûcan, ji bo her yekî ji demên berî heya îro di mewzûata netewî de çi hatiye guhertin berfireh tê destgirtin. Di vê çarçoveyê de, der heqê sûcê înfazkirina bêdaraz de berî Qanûnên Rêveberiya Awarte, ku gorî Makeqanûnê perçeyek rejîma îstîsna ne, pişt re jî di demên asayî de mewzûatên hêzbikaranînê tên analîzkirin.

Her wiha, der heqê sûcê îşkenceyê de berî parastina bêcezabûnê ya ku ji aliyê rejîma navber a derbeya 12 Îlonê û rejîma rêveberiya awartê ve pêkan bûye tê vegotin; pişt re pêvajoyên reforman ên ji demên berî heya îro tê şopandin û li ser hîn nîqaşên rojane tê rawestandin. Ev beşa raporê bi vî awayê, der heqê sepanên pratik û amûrên qanûnî yên rejîma îstîsna ya Tirkiyeyê de topografyayek nîşan dide.

Rapor, der heqê mewzûatê de, di bin sernavên binpêkirinên mafê jiyanê, sûcên navnetewî û qedexekirina îşkenceyê de gelek tespît û pêşniyar pêşkêş dike û wiha bi dawî dibe.


[1] YN Lijneya Giştî, “Rêzik û rêgezên bingehî yên der heqê tazmînat û çareseriya mexdûrên ku rastî binpêkirinên giran ên hiqûqa mafên mirovan a navnetewî û binpêkirinên cidî yên hiqûqa mirovperwer a navnetewî hatine” [Basic Principles and Guidelines on the Right to a Remedy and Reparation for Victims of Gross Violations of International Human Rights Law and Serious Violations of International Humanitarian Law] (60/147, A/60/509/Add.1, 21 Adar 2006); (Tirkî, Îngîlizî); û Konseya Ewrûpa Komîteya Wezîran, “rêgezên rêber ji bo dawîkirina bêcezabûnê ku der heqê binpêkirinên mafên mirovan ên cidî” [Guidelines of the Committee of Ministers of the Council of Europe on eradicating impunity for serious human rights violations] (Civîna 1110., 30 Adar 2011) (Îngîlizî).

[2] Di rêzikên Konseya Ewrûpayê de binpêkirinên giran wiha hatine rêzkirin: 1. Înfazkirinên Bêdaraz; 2. Xemsariyên jiyanê û tenduristiyê bi awayeke cidî dixe nav talûkeyê; 3. Îşkence an jî mûameleya dijî mirovahiyê an jî piçûkxistinê ku ji aliyê hêzên ewlekariyê, gardiyan û xebatkarên dewletê yên din ve tê kirin; 4. Windakirinên Bi Zorê; 5. Revandina Mirov; 6. Koletî, xebata bi zorê an jî bazirganiya mirov; 7. Tecawiz (êrîşên cinsî) an jî zivêrkirin, tacîz, 8. Êrîşên fîzîkî yên cidî ku di nav de êrîşên nav malbatê de pêk tên jî cih digirin; 9. Hilweşandina mal û milkan a bizanebûn.