10-05-2016

Rapora Nû: Rapora Amicus Curiae Ya Der Heqê Windakirinên Bi Zorê

Kapak

Navenda Heqîqet, Dad û Bîrgehê hîn berî nêrîna xwe ya ser navê amicus curiae pêşkêşî Dadgeha Bilind A Makezagonê kiribû û vê nêrîna xwe bi navê “Rapora Amicus Curiae Ya Der Heqê Windakirinên Bi Zorê” çap kir. Rapora hate pêşkêşkirin, der heqê dosyeya Hasan Gülünayê di sala 1992an de bi zorê hatibû windakirin de ye, ku ev dosya hîn ji aliyê Dadgeha Bilind A Makezagonê ve tê nirxandin.

Di dîroka 1 Mijdar 2014an de, Navenda Heqîqet, Dad û Bîrgehê, Weqfa Etudên Aborî û Civakî Ya Tirkiyeyê, Weqfa Mafên Mirovan A Tirkiyeyê, Navenda Ewrûpayê Ji Bo Mafên Mirovan û Mafên Makezagonî (European Center for Constitutional and Human Rights) û ji beşdarên Platforma Mafên Mirovan A Hevpar Komeleya Mafên Mirovan, Komeleya Rojeva Mafên Mirovan, Komeleya Lêkolînên Mafên Mirovan û Komeleya Hemwelatiyan A Helsînkî bi hev re tekstek îmze kirin û di vir de nêrînên xwe yên der heqê Hasan Gülünayê di 1992an de bi zorê hatiye windakirin anîne ziman, ev nêrînên xwe yên hiqûqî ji bo nirxandina divê Dadgeha Bilind A Makezagonê bike pêşkêş kirine û Dadgeha Bilind jî ji bo nirxandinê wî tekstê qebûl kiribû. Lê hîn der heqê serîlêdana mafê keseyatî ku di 8 Adar 2013an de hatibû xwestin biryar nehatiye aşkerakirin.

Li Cîhanê hema hema hamû herêmên ku şer, pevçûn û tûndiya polîtîk diqewime û desthilatdarên heşk li ser kar in de bi piranî sûcê windakirina bi zorê wek rêbazek ji bo çewisandina muxalefetê tê bikaranîn. Ev sûc, di dema piştî derbeya 12 Îlon 1980an de, li Tirkiyeyê bi awayek sûcê dijî mirovahiyê û di çarçoveya polîtîkaya dewletê de wek perçeyek êrîşên bi belave û sîstematîk hatiye kirin û rêxistinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê demek dirêj e vî tespîtê tînin ziman. Ev rapor, der heqê li hemberî vî rewşê helwesta erkên darazê de Dadgeha Bilind A Makezagonê agahdar dike.

Di vê çarçoveyê de babetên di raporê de hatine diyarkirin wiha ne;

  • Sûcê windakirina bi zorê, di dema piştî derbeya 12 Îlon 1980an de, li Tirkiyeyê bi awayek sûcê dijî mirovahiyê û di çarçoveya polîtîkaya dewletê de wek perçeyek êrîşên bi belave û sîstematîk hatiye kirin,
  • Pêvajoyên hiqûqî yên der heqê windakirinên bi zorê heman şiklê berdewam kirine û lêpirsîna der heqê windakirina Hasan Gülünay ve mînakek e,
  • Dozgeran demek dirêj ji bo şikayetan tiştek nekirin û lêpirsînan bi derengî xistin, ji bo aqûbeta kesên hatine windakirin bê diyarkirin û kiryarên van bûyeran bên cezakirin lêpirsînek bi bandor nemeşandin,
  • Di çarçoveya hiqûqa navnetewî de divê demborî neyê sepandin, lê ji ber sûcê windakirina bi zorê di Qanûna Cezayê de nehatiye terîfkirin tenê sûcê kuştinê hatiye qebûlkirin û dema 20 salî ya demborî xistine meriyetê,
  • Heke dema ji dîroka sûc vir de bê ber çavan, ji lêpirsînan gelek ketine ber demboriyê an jî bi talûkeyek wisa re rûbirû ne,
  • Ev helwesta erkên darazê, dijî berpirsiyariya dewletê ya bingeha xwe ji normên hiqûqa navxweyî û navnetewî digire ye,
  • Dijraberî rewşa hiqûqa navxweyî, Dadgeha Mafên Mirovan A Ewrûpayê der heqê gelek serlêdanên ji bo windakirinên bi zorê de biryar daye ku li Tirkiye bi bandor lêpirsîn nehatiye kirin û mafê jiyanê hatiye binpêkirin û her wiha der heqê aqûbeta kesên bi zorê hatine windakirin xizm û malbatên wan nehatine agahdarkirin û bi vî awayê qedexekirina îşkenceyê hatiye binpêkirin,
  • Hem xizmên windahiyan hem jî hemû civak xwedî mafê heqîqetê ye ku ev heqîqet aşkerakirina aqûbeta kesên winda, ya şert û mercên rê li ber windakirinê vekirine û ya nasnameyên kiryaran dihewîne; ev maf, bi taybetî ji aliyê dadgehên Emerîkaya Başûr, ji aliyê gelek pergalên hiqûqî yên netewî û navnetewî ve hatiye naskirin,
  • Ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan A Navbera Emerîkayan û dadgehên astên yekemîn û duyemîn ve, ên li Emerîkaya Başûr ku di dema Şerê Sar de ji aliyê dîktatorên sivîl û leşkerî ve bi belave sucên windakirinên bi zorê hatine kirin, der heqê vê mijarê de îctîhad hate afirandin û ev îctîhad bi gelek hêjahiyên xwe ji bo darazên li Tirkiyeyê rêber e,
  • Şîroveya dadgehên Emerîkaya Başûr di pergala hiqûqa me ya navxweyî de dikare bikeve meriyetê. Gorî vê şîroveyê, bi taybetî, heke sûcê windakirina bi zorê di çarçoveya pênaseya sûcê dijî mirovahiyê de neyê qebûlkirin jî, di hiqûqên navxweyî yên hemû dewletan de sûcê revandin û derdestkirina bi zorê heye û ev bênavber e, ango rewşek berdewam e û ji ber ev rewşa berdewam jî demborî nakeve meriyetê.

Ji bo agahiyên berfireh ên der heqê windakirina bi zorê ya Hasan Gülünay li vir bixin.