Bêcezabûn Çiye? Ji bo RÛBARİYA bi salên 90re Ji Xizmên Windahiyan Guhdar Bikin

Di vî vîdeoyê de kesên xizmên wan bi zorê hatine windakirin, piştî bûyera windakirinê li ba saziyên dadê çawa tune hatine hesêbkirin û li hemberî vî rewşê lêgerînên xwe yên isrardar tînin ziman. Li gorî me mijara bêcezabûnê, ji aliyên  xwe yên hiqûqî û siyasî wêdetir, pêvajoyek e ku divê li gorî perspektîfa tiştên mexdûr jiyaye bê fêhmkirin. Video bi vî şiklê ji bo fêhmkirin û parvekirina vî pêvajoyê hatiye berhevkirin û hûnê tê de hevdîtinên me yên ku wek Navenda Bîrgehê me bi xizmên windahiyan re di navbera Pûşper 2012 û Adar 2015an de li Stenbolê, Êlihê, Amedê, Cizîrê, Hezexê, Basayê, Qilabanê, Sîlopyayê, navenda Şirnexê, navenda Mêrdînê, Mîdyadê, Qoserê, Dêrikê, Kerboranê, Nisêbîne û Şermexê çêkiriye bibinin.