Me merhaleya duyemîn a projeya “Peşxistina Zerengiyê Ji Bo Tevlîbûna Çalak a Civaka Sivîl a Çareseriya Pirsgirêka Kurd” a di 2010an de dest pê kir, di bin siya Anadolu Kültürê de di navbera Adar 2011 û Berfenbar 2011an de pêk anî.
Mijarek derketina holê ya projeyê, hewcedariya tespîtkirina valahiyên zerengiyê yên ku ji bo tevlîbûna çalak a civaka sivîl a avakirina aşitiyê û pêvajoya lihevkirinê û di vê çarçoveyê de teşwîqkirina xebata hevpar û koordinasyona di navbera saziyan de bû. Mijarek din a girîngi jî, pêwistiya di derheqê zêdekirina agahiyên teknîk û amûren hevrûbûna bi paşerojê re yên ku ji aliyê aktorên sivîl ên li ser navê “Dada Pêvajoya Derbasbûnê” li hev kom bûne ve hatine şixulandin de bû.
Xebatên sereke yên projeyê, bi dorfirehî xebatên atolyeyê, ji bo dewlemendkirina naveroka malperê werger, ji bo gihiştina girseyek berfirehtir xebatên danasînê û serdaniya xebatê a Arjantînê bûn.
Di çarçoveya projeyê de me sê civîn li dar xist. Civînan ji bo têkiliyên saziyên civaka sivîl, ên li Tirkiyeyê di mijara demokratîkbûnê û mafên mirovan de dixebitin, di nav xwe de û bi saziyên derveyî welat re pêş bikevin tevkarî dan. Beşdar derheqê mekanîzma û demên “dada pêvajoya derbasbûnê” yên ku hatin nîqaşkirin de agahdar bûn û fikrên nû bi dest xistin.
Civînên me di çarçoveya projeyê de li dar xist ev in:
- Ji Bo Komîsyonên Heqîqetê Teşebusa Civaka Sivîl (Stenbol, 23-24 Tîrmeh)
- Komîsyonên Heqîqetan: Tecrûbeyên Cîhanê û Tirkiye (Stenbol, 15-16 Cotmeh)
- Atolyeya Teşebusên Bîrdarî, Kevnargeh û Bîranînê (Stenbol, 17-18 Berfenbar)
Me armanc kir ku, wekî komîsyonên heqîqetê, dada cezayê, bibîrdarkirin û reformên sazîbûnê mijarên bi dada pêvajoya derbasbûnê û bi tecrûbeyên civakên piştî pevçûnan ve têkildar in em di malperê de kom bikin. Di vê çarçoveyê de gelek çavkanî bi Tirkî hatin wergerandin.
Bi rêya serdaniya xebatê ya di navbera 11 û 15 Avrêl 2011an de pêk hat, derfeta vekolandina me ya di derheqê teşebusên hevrûbûnên bi paşerojê re yên li Arjantînê de çêbû. Me van tecrûbeyân bi çapkirina raporek parîkir. Îlon 2011an de me agahiyên derheqê serdaniya Arjantînê di DEPOyê de pêşkêş kir û nîqaş kir.
Tecrûbeyên me di merhaleyên yekemîn û duyemîn ên projeya “Peşxistina Zerengiyê Ji Bo Tevlîbûna Çalak a Civaka Sivîl a Çareseriya Pirsgirêka Kurd” de bi dest xist û nerînên me, ji bo diyarkirina stratejî û erka Navenda Bîrgeh, Dad û Heqîqetê, ku di meha Mijdarê de hate avakirin, tevkariyek gelek girîng da.