KIRYARÊN DIYAR: Malpera Şopandina Dozên Hevrûbûnê

20/09/2018

Dîroka destpêkê

11-11-2015

Dîroka qedandin

In progress

Qada xebatê

Bêcezabûn, Windahiyên bi Zorê

Web

http://failibelli.org/

Banner_FailiBelli

Kiryarên Diyar, Di vê arşîva dîjîtal de hûn dikarin encamên xebatên şopandinê yên pevajoyên darizandinên cezayê, ku derheqî binpêkirinên mafên mirovan ên giran ên di paşeroja nêzik a Tirkiyeyê de hatine jiyîn de ne, bibînin. Li ser malperê agahiyên paşeroja dozan, berhevkirinên nûçeyên hatine weşandin û raporên şopandinê cih digirin. Her wiha amûrên mudaxaleyê yên wekî nivîsên analîz, wergera meqaleyan, çavkaniyên hiqûqî û mînakên daxwaznameyan jî li ser malparê hene. Malper, bi berfirehî, armanc dike ku, dozên derheqî erkdarên dewletê de hatine vekirin bişopîne. Ku ev erkdaran tê îddiakirin ku berpirsiyarên binpêkirinên mafên mirovan ên giran in. Her wiha malper, bi şopandina van dozan re armanc dike ku pratîka darizandinê jî bigire ber mercekê. Tê armanckirin ku, tiştên li salonên dadgehê tên jiyandin wek objektîf bên qeydkirin, arşîvek ji agahiyên pêbawer û ji raya giştî re vekirî bê avakirin û di dawî de jî, ji bo agahdariya civakê derheqî bûyera bêcezabûnê çêbibe piştgirî bê dayîn. Xebatên şopandinê yên Navenda Bîrgehê bi dozên derheqî windahiyên bi zorê û kuştinên derhiqûqî, ku bi tevlîbûna erkdarên dewletê di salên 1990î de bi berfirehî û sîstematîk pêk hatine, destpê kiriye û her çûye çarçoveya xebatên şopandinê berfireh bûye. Îro bi taybetî di demên nêz de hijmara kuştinên panzer û wesayîtên zirxî rê li ber vekirine zêde bûne. Hêzên ewlehiyê yên dewletê di dema çalakiyan û jiyana rojane de hêzek ku dibe rê li ber mirinê vebike bikar tînin û bi vî awayî jî dibin sedema binpêkirinên mafên mirovan. Dozên derheqî van bûyeran de hatine vekirin jî tevlî xebatên şopandinê bûne. Bi vî awayî derfetek bo analîzkirina şênber û rojane ya li ser helwesta darazê, ya ku li hemberî tundiya dewletê ya curbicur çawa ye, hatiye avakirin.

(Rojaneyîbûn: 12 Avrêl 2018)