Projeya Navenda Bîrgehê ya Hînbûna Ji Paşerojê, Guhirandina Îro, tevlîbûna ciwanan a demên hevrûbûna bi paşerojê re armanc kir.
Di nav xebatên projeyê yê sereke de, semînerên ku di qada hevrûbûna bi paşerojê re û windakirinên bi zorê de agahî û hayjêbûna ciwana zêde dikin û projeyên ciwana ên ku ciwana ji bo hemsalên xwe û civaka herêmî bi rê ve birin cih girt.
Proje, armanc dikir ku, nîqaşên heqîqetê, dadê û veherê di nav nifşên cuda yên civakê de pêk were, xwestekên civakî yên derheqê van qadan de zêdetir were xuyakirin û ciwanên ku temenê wan di navbera 18 û 25an de ye bi nêzikatî û afrîneriyên xwe tevlî vî pevajoyê bibin.
32 serîlêdanên projeyan ji Enqere, Berlîn, Bûrdûr, Dêrsim, Amed, Edîrne, Eskîşehîr, Dîlok, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Meletî, Mêrsîn, Tarsûs, Wan û Gewerê ji bo bangewaziya Hînbûna Ji Paşerojê, Guhirandina Îro re çêbû.
Endamên jûriyê yên ku serîlêdanên ji bo bernameyê wê binirxînin ji van navên li jêr pêk hatin:
- Emrah Gürsel, Koordînatorê Projeyê ya Navenda Bîrgehê
- Enis Köstepen, Çêker – Nivîskarê Sînemayê
- Eylem Ertürk, Koordînatora Afrîneriya Çavkaniyan û Pêşxistina Projeyan a Anadolu Kültürê
- Mario Mažić, Dîrektorê Bernameya Youth Initiative for Human Rights – Xirvatistan
- Pınar Öğünç, Rojnameger
Di çarçoveya projeyê de ji aliyê ciwanan de 6 projeyên ku derheqê qetlîama Qulpê, windakirinê bi zorê, kuştinên zarokan ên li Amedê û penaberiya bi zorê de ne hatin birêvebirin.