Derheqê Navenda Bîrgehê De

 

Navenda Xebatên Bîrgeh Dad û Heqîqetê (Navenda Bîrgehê) Tirkiye, saziyek serbixwe ya mafên mirovan e û navenda wî li Stenbolê ye. Navenda Bîrgehê, armanc dike ku, rastiyên di derheqê mafên mirovan ê giran ku di paşerojê de hatiye jiyîn derbixe rastê û piştgirî bide mexdûrên ku li pey dadê ne û her wiha di derheqê van binpêkirinên hatine jiyîn de bîra civakî bihêz bike û ji bo aşitiya civakî û demokrasiyê alîkarî bide.

Di çarçoveya van armancan de, navend, ji bo piştgiriya van xebatan dixebite: Binpêkirinên mafên mirovan di standartên gerdûnî de bên belgekirin, dozên ku dibe bibin mînak bên şopandin, rastiyên ku di derheqê binpêkirinên mafên mirovan ê giran de ne ji civakê re berfireh bên gotin û mexdûriyet bên nasîn û bên veherandin. Navend, her wiha, bi saziyên ku di welatên di raboriya xwe de pevçûn jiyane û xwedî tecrûbeyên rejîmên çewsîner in de dixebitin, bi wan re xebatên hevpar dike û agahî û metodolojî bi wan re parî dike, van ramanan bi xebatên xwe re bi pêş dixe û di çarçoveya Tirkiyeyê de nîqaş dike û ji bo xebatên qadê nerînek resen pêşkêş dike.

Navend, di Mijdara 2011an de, ji aliyê komek parêzvanên mafên mirovan, rojnamegeran û hiqûqzanan ve hate avakirin.

Nirx: Nirxên sereke yê ku Navenda Bîrgehê hebûna xwe û xebatên xwe spartiye ev in: Demokrasî, Hesabdayîn, Heqîqet, Dad, Rêzdarî û Aşitî.

Vîzyon: Civakek ku tundiya dewletê ya di paşerojê de hatiye jiyîn û mafên mexdûran û azadiya kesane nas dike, kontrola li ser amûrên çewsîner ê dewletê bi bandor bi cih aniye, azad, berfireh û qîmet dide cudatiyan û wan qebûl dike.

Erk: Navenda Bîrgehê, di vê baweriyê de ye ku, avakirina aşitiyek dibe bê berdewamkirin û teheyûla demokrasiyê, tenê li hemberî mexdûran yên ku di paşerojê de binpêkirinên mafan jiyane nêzikatiyek dadwer û qêbulkirî li ber çavan bê girtin pêkan dibe.

Qada Xebatê: Navenda Bîrgehê, nasîna tundiya dewletê û qebûlkirina wî ya fermî, ji bo binpêkirinên mafên mirovan berpirsyariya hesabdayînê û mîsogerkirina carek din binpêkirinên belavbûyî nayên jiyandin diparêze û armanc dike. Ji bo avakirina civakek ku mafên mirovan wek nirxên xwe yê sereke qebûl dike, aşitîxwaz û azad, mekanîzmayan û amûran pêş dixe.


Me Navenda Bîrgehê Çima Ava Kir?

Navenda Bîrgehê bi van armanca hate avakirin: Heqîqetên di derheqên binpêkirinên mafan ên di paşerojê de hatine jiyîn derbikevin rastê, hêzkirina bîra civakî û alîkariya ji bo kesên ku ji van binpêkirinan bandor girtine bigihîn dadê.

Îro ji bo pêwîstiya hesabdîtina dewlatan a bi tawanên xwe yên paşerojê re êdî normek gerdûnî çêbûye. Ev norm, xwe dispêre qebûlek a di derheqê pêwîstiya qebûlkirin û dayîna tazmînatê ya ku ji bo pevçûnên di nav dewletan an jî navxweyî de, cudatî û tundiya binyatî û bêdadiya dîrokî de ye. Di derheqê pevçûnên di nav netewan, binpêkirinên mafên hindikahiyan û muxalifan, pevçûnên etnîkî û tawanên dijî mirovahiyê de xizmetkirina ji bo pêkanîna çandek siyasî ya ku ji diyaloga dîrokî, aşitî, demokrasî û mafên mirovan re rêzgirtî ye û astengkirina dubarekirina bêdadî û qirên mînanî yên di pêşerojê de ji xwe re kiriye armanc.

Wekî di gelek dewletên ku xwedî paşerojek emperyal û xwe spartine birdoziyên netewperest de tên dîtin dîroka Komara Tirkiyeyê jî bi mînakên zilm, qir, binpêkirinên mafan û rastiyên hatine berevajîkirin û bincilkirin ve seqet e. Di aliyek de qewirîn û derkirina hindikahiyên ne Misilman û sepandinên cudatîperest ji bo wan hene. Dijminatiya Ermeniyan a ku siyaseta bi rijandina xwînê pirsgirêka Ermeniyan a di dawiya dewleta Osmaniyan de gur bûye çareser dike ji xwe re mîrate digire û tu dibêjî qey berdewama van sepana hîn tê bi kar anîn hatiye nixafkirin; ji Trakyayê Cihû hatine qewirandin (1934), Baca Hebûnê ya cudatîperest a ku rê li ber talankirin û di radeyek girîng de jî tasfiyekirina malên karsazên ne Misilman in vekiriye hatiye sepandin (1944), bi hinceta Qibrisê 6-7 Îlon 1955an de li ser Rûman êriş hatine kirin. Di aliyê din de jî, hindikahiyên Misilman jî ji pêkutî û zilmê para xwe girtine. Li dijî Elewiyên Dersîmê, ku xwedî nasnameyek cuda ne, komkujiyek leşkerî hatiye pêkanîn (1938), li Mereş (1978), Çorum (1980) û Sêwasê (1993) dijî Elewiyan bi destên rêxistinên sivîl komkujî pêk hatine û hêzên ewlekariyê yên fermî jî temaşe kirine.

Derbeyên leşkerî di civakê de rê li ber şikestinên mezin vekir û di pêşketinên qadên mafên mirovan û demokrasiyê de asteng kir. 27 Gulan 1960an de, di dema derbeya leşkerî de, li Yassıadaya siyasetmedarên sivîl dihatin darizandin de hiqûq li ber çavan hatiye qetilkirin, siyasetmedar hatine darvekirin; bi derbeya leşkerî ya 12 Adar 1971î ve hatiye xwestin ku muxalefeta çepgir bi terora dewletê bê qutifandin.

Sepanên di dema derbeya leşkerî ya 1980an de çawaniya tawanên dijî mirovahiyê girtiye, di zindanan de, bi taybetî jî di Zindana Amedê de îşkenceyên derveyî aqil pêk anîne, ji bo nasnameya Kurdan ji holê rabikin polîtîkayên faşîstî xistinê dewreyê; Kurd bi asîmîlasyonê re rûbirû hatine hiştin, serhildan û berxwedanên wan bi rijandina xwînê hatine qutifandin, bi kuştin û koçberiya zorê hate xwestin ku nasnameya wan bê tunekirin; di bin navê “Têkoşîna Dijî Terorê” de li dijî Kurdan windakirinên bi zorê, kuştinên keyfî û bêdaraz, îşkence, pêkutî û tecawuz, koçberiya bi zorê demekî wek siyasetek giştî hatiye sepandin, hatiye xwestin ku têkoşîna polîtîk û ji bo naskirina nasnameya Kurdan bi pêkutî û zilmê bê qutifandin…

Dîwarên neheqiyan û derewek ku ji aliyên her bûyerek ku me hesabên wê nedîtiye û em bi rûbarî wê neketine ve tê avakirin û di radeya dawî de qada mirinê ya pêvajoya pevçûnên çekdar û serhildana Kurdan a ku wekî şepeyê pê de hatiye… Wek politikaya dewletê tundî; gundên bi zorê hatine valakirin û şewitandin, bi sed hezaran mirovên bi zorê hatine koçkirin, kuştinên kiryarê wan ne diyar in, îşkenceya di ragirtinê de, kesên ku rastê tecawuz hatine, kesên windahî û çalakiyên bi tundî û hêwilnak ên ku ji sedema dezenformasyonê dernakevin holê / nayên aşkerekirin… Kuştinên di pêşandeyên Newrozê de (1991, 31 mirî; 1992, 94 mirî), bombekirina rojanameya Özgür Gündemê (1994), kuştina 11 gundiyan li Güçlükonakê di 1996an de, (ev bûyer pêşîn avêtin stûyê PKKê, lê belê di 2009an de ji aliyê Wezîrê Berpirsiyarê Mafên Mirovan ê demê ve hate qebûlkirin ku ev bûyer ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye pêkanîn), wek encama wan sepana gorên tomarî (http://www.ihd.org.tr) û di dawî de 2011an de li gundê Qilebanê Roboskiyê de kuştina 35 kesên sivîl ên ji aliyê balafirên dewletê ve hatine bombekirin û qetilkirin…

Divê êdî li Tirkiyeyê terora dewletê bi dawî bibe. Terora dewletê rêbazek “asayî” ya siyasetê nîn e, divê nebe jî. Divê li Tirkiyeyê saziyên dewletê û civak bi rûbarî tundiya dewletê bikevin, ji bo ev bi dawî bibe divê bi her cureyan bergiriyên qanûnî bên girtin.

Di welatek ku peyva “teror”ê di navenda jiyana me de cih digire de, ji ber ku bi têra xwe terora dewletê nayê vekolandin, demokrasiya Tirkiyeyê lewaz dikeve û wek bi birîn dimîne. Lewra ev sepanan, ji berê ve heta niha hatine bikaranîn û xwe wek bi çawaniyek hînbûniya dewlet ve jî bi rê ve dibe.

Bîranînên me bi tundî û bêdadî ve hatine pelçiqandin û wijdanên me birîndar in. Lê ya rast, demokrasî, bîra civakî ya zelal, lihevhatin û wijdana li ser bûyerên qewimîne hevpar bûne û hestek xurt a dadê pêwîst dike. Nasîna bûyerên di paşerojê de qewimîne, ji bo dilxweşkirina hestên dadê û şîngirtinê, ku mafên bingeh ê mirovên van bûyeran jiyane, pêwîst e.

Navenda Bîrgehê, wek berhemek pêvajoya raman/lêkolînê hate avakirin û ji bo avakirinê li ser van pirsan lêpirsînek da destpêkirin: “Heke jiyan wisa berdewam nabe, divê em çi bikin? Kesên din çi kirin?” Bi taybetî jî li ser bingeha pirsgirêka Kurd, pêvajoya aşitî û guftûgoyê ya ku em tê de ne vî pêvajoyê bi hêz kir.

Wek ji bo kesan, hevrûbûna bi paşerojê re ji bo civakan jî, rastî ji paşerojê bêtir ji bo îro û pêşerojê girîng e. Lewra zanebûn û xuyabûna binpêkirinan, gengazbûna hesabdayîna kiryaran û di encamê de bi hemû teminatên qanûnî ve pêkanîna dadê di aliyek de başkirina civakî pêk tîne, di aliyê din de jî hesta pêbaweriyê û xwesteka jiyana hevpar bi hêz dike.

Di lêkolînên dema xebatên pêşîn de hatine kirin de xuya kir ku, her wiha wek sepanên der mirovahî yên di welatên din de hatine jiyîn jî nîşan didin, dema binpêkirin ne diyar û kiryar jî bêceza bimînin, hem travmayên kesane yên mexdûran hem jî travmaya civakî kur dibe û demokratîkbûyîn heke rastiyên di derheqên binpêkirinan bên civakîkirin pêkan e û her pêşîn pêvajoya başbûyînê bi hevrûbûna paşeroja nêz ve hatiye destpêkirin.

Îro, mafê civakê ya zanebûna rastiyan di pergalek demokratîk de wek pêwîstiyek heke nebe nabe tê qebûlkirin. Heke terora dewletê sepandiye beriya bê darizandinê bê veşartin û di aliyê din de heke hatibe darizandin û lê nehatibe cezakirin û komkujiyên girseyî yên li ser navê dewletê hatine kirin heke ji cezakirinê cuda bên girtin, pêkanîna hesta dadê bi tu awayî pêkan nabe.

Li cîhanê, di pergalên otorîter an jî civakên piştî pevçûnan de, ji bo pêşerojek bêtir demokratîk, dadwer û aştiyane bê avakirin, qadên lêkolîn û xebatê yên li ser binpêkirinên mafên mirovan ên civakan ku di paşerojê de hatine jiyîn, komkujiyên radeyek bilind de an jî bi hevrûbûnên cure bi cure travmayên civakî yên bi tundî re hûr dibin bi têgîna dada pêvajoya derbasbûnê têne vegotin. Dada pêvajoya derbasbûnê, rêzek stratejiyên dadî an jî nedadî yên xwedî taybetiyek hevûdu temamkirinê ne dihewîne û ev stratejiyan jî wiha ne: Darizandina kiryaran, avakirina komîsyonên heqîqetan, pêşwazîkirina paketên tazmînatê yên ji bo kesên herî zêde ji binpêkirinan û tundiyê bi bandor bûne, bîranîn û yadkirina mexdûran. Dada pêvajoya derbasbûnê, li hemberî binpêkirinên mafên mirovan ên sîstematîk û gelemperî bersivek e.

Di deh salên sedsala bîst û yekemîn de, di navbera akademîsyen û pesandaran de, di derheqê hêmanên bingeh ên çarçoveya dada pêvajoya derbasbûnê de hemramana ku her diçe zêde dibe heye. Qebûlkirina giştî ya ev çarçove depejirîne, wek girêdayiyê çawaniyên resen ên çarçoveya herêmî, ji bo hesabdayîna stratejiyên netewî yên di derheqê hevrûbûna bi binpêkirinên mafên mirovan ên di paşerojê de, dawîkirina destnedayîniyan, nû ve damezirandina têkiliyên dewletê û hemwelatiyan û avakirina saziyên demokratîk dibe tevkarî bê kirine.

Li Tirkiyeyê, digel gelek binpêkirinên mafan ên mînanî, hestên hevpar ên mexdûran bi vî awayî ye: Kiryar ji cezayan cuda tên girtin, guhnedaniya civakî û sazî ya ku tawan û tawanbara diparêze birîna her diçe kûr dike û pratîkên ji bo hevrûbûna bi paşerojê re, femkirina paşerojê, darizandinê û telafîkirinê çênebûne.

Ji ber van sedeman me li Tirkiyeyê damezirandina navendek xebatên Bîrgeh, Dad û Heqîqetan dike pêwîst dît. Navenda Bîrgehê, armanc dike ku, ji bo pêvajo û mekanîzmayên dada pêvajoya derbasbûnê bingeh amade bike û tevkarî bide demokratîkbûna Tirkiyeyê û avakirina aşitiya civakî.