Ekîp

Burcu Ballıktaş Bingöllü
Koordînatorê Projeyê – Bernameya Ragihan û Parêzkariyê / burcu@hafiza-merkezi.org 

Di sala 1978an de li Enkereyê hate dinyayê. Zaningeha Ankarayê Fakulteya Ragihanê qedand. Li ser weşanê, nûçegihaniyê, akademiyê û civaka sivîl di projeyên Yekitiya Ewrûpayê û lêkolînên cuda de tecrubeyên wê çêbûn. Di 2015an de di Bernameyên Parêzkariyê û Ragihanê yên Navenda Bîrgehê de cih girt û tevlî şandeya vir bû.

Duru Yavan
Koordînatora Projeyê – Bernameya Xebatên Hiqûqê / duru@hafiza-merkezi.org

Di sala 2014an de ji Zaningeha Galatasarayê Fakulteya Hiqûqê mezûn bû. Di Îlona 2014an de dest bi Bernameya Hiqûqa Mafên Mirovan a Lîsansa Bilind a Zaningeha Bilgiyê kir. Niha waneyên vî bernameyê qedandiye û di asta teza vî bernameyê de ye. Di Rêbendana 2016an de li Baroya Stanbolê staja xwe ya parêzeriyê qedand. Ji bo demek li Zaningeha Kadir Has Fakulteya Hiqûqê Beşa Zanista Sereke ya Hiqûqê wek lêkolîner xebitî. 2014an de li Navenda Heqîqet, Dad û Bîrgehê wek stajyer dest bi xebatê kir û ji Berfanbara 2016an vir ve jî wek koordînatora projeyê dixebite.

Enis Köstepen
Têkiliyên Navnetewî û Pêşxistina Çavkaniyan / enis@hafiza-merkezi.org 

Enis Köstepen di Zaningeha Boğaziçiyê de li ser civaknasî û bazirganiyê, di The New School for Social Research de jî li ser antropolojiyê perwerde dît. Enis Köstepen di nav damezrînerên Kovara Mehane ya Sînemayê Altyazı (2001) û Bulut Filmê (2007) de cih digire û di projeyên akademîk û civaka sivîl ê derheqên mafên mirovan û veguhêrana aborî û civakî de xebitî. Enis Köstepen, çêkerê fîlmên bi navê “Bahtı Kara” (2009) û “Tepenin Ardı” (2012) ne û herî dawî di filma “Hayatboyu” (2013) de wek çêkerê şirîk cih girt. Di aliyek de wek çêkerek di projeya Emin Alper a bi navê “Kadir ve Kardeşleri” de, di aliyê din de jî di Navenda Bîrgeh, Dad û Heqîqetê de dixebite.

Emel Ataktürk Sevimli
Rêvebera Bernameyê – Bernameya Xebatên Hiqûqê / emel@hafiza-merkezi.org 

Emel Ataktürk Sevimli yek ji damezrînerê Navenda Bîrgehê ye û di 1988an de ji Zaningeha Marmarayê Fakulteya Hiqûqê mezûn bû. Ji sala 1989an vir de endama Baroya Stenbolê ye. Di saziyên civaka sivîl yên wek Komeleya Mafên Mirovan, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê û Komeleya Hemwelatiyan Helsinkiyê de wek endam û rêveber cih girt. Wek xwendewan û mamoste tevlî perwerdeyên ji aliyên Baroya Stenbolê Navenda Sepandina Mafên Jinan, Zaningeha Boğaziçiyê Navenda Xebatên Ewrûpayê û Yekitiya Netewan Komîseriya Bilind a Penaberan ve hatine dayîn bû, bi xebatê xwe piştgirî da hinek weşanên ku ji aliyên van saziyan ve hatine amadekirin. Hîn jî di Navenda Bîrgehê de di qada hiqûqê de wek rêvebera projeyê xebata xwe dimeşîne.

Gamze Hızlı
Koordînatora Projeyê – Bernameya Xebatên Bîrgehê / gamze@hafiza-merkezi.org

Di sala 1980an de li Mêrsînê ji dayîk bû. Piştî Lîseya Darüşşafakayê ji Zaningeha Teknîkî ya Orta Doğuyê Beşa Zanistiya Siyasetê mezûn bû. Di navber 2003 û 2005an de di Zaningeha Bilgiyê ya Stenbolê Beşa Lêkolînên Çandî de ders girt. Di navbera Çile 2005 û Adar 2012an de di Anadolu Kültürê de ji bo pêşxistin, sepandin û raporkirina projeyên cure bi cure peywir girt. Ji Adar 2012an vir de di Navenda Bîrgehê de wek koordînatora projeya dokumantasyonê dixebite.

Hatice Bozkurt
Asîstana Projeyê – Bernameya Xebatên Bîrgehê / mizgin@hafiza-merkezi.org

Ji Zaningeha Anadoluyê beşa Rêveberiya Qamûyê mezûn bû û di Zaningeha Mimar Sinan beşa Civaknasiyê de ji bo lîsansa bilind perwerde dibîne. Nêzikê du sala di rojnameya Özgür Gündemê de wek edîtor xebitî. Ji 2013an vir de di Navenda Bîrgeh, Dad û Heqîqetê de dixebite. Li Navenda Bîrgehê xebatên hevdîtinên Kurdî, deşîfrekirin, belgekirin û wergerê dike.

Kerem Çiftçioğlu
Koordînatorê Projeyê – Bernameya Ragihan û Parêzkariyê / kerem@hafiza-merkezi.org 

Perwerdeya xwe ya lîsansê li Zaningeha Sabancı bernameya Zanistên Civakî û Siyasî de, perwerdeya xwe ya lîsansa bilind jî li Zaningeha Essex bernameya Teorî û Pratîka Mafên Mirovan de temam kir. Piştî 2004an de radeya lîsansê ya xwe temam kir, di cure bi cure xebatên profesyonel û yên armanca wan kâr nîn in de peywir girt. Di vê çarçoveyê de di Komeleya Hemwelatiyan Helsinkiyê, Zaningeha Bilgiyê ya Stenbolê Enstîtûya Yekitiya Ewrûpayê (Avrupa Birliği Enstitüsü) û ofîsa Europa Nostra Tirkiyeyê de wek profesyonel peywir girt û her wiha endamê dildar û çalak ê hYd û Înîsiyatîfa Mafên Leşkeran e.

Melis Gebeş
Koordînatora Projeyê – Bernameya Xebatên Hiqûqê / mesil@hafiza-merkezi.org

Di sala 2013an de ji Zaningeha Bilgiyê ya Stenbolê Fakulteya Hiqûqê mezûn bû. Di Îlona 2013an de di heman zaningehê de dest bi bernameya lîsansa bilind a bi navê Hiqûqa Mafên Mirovan kir. Niha di vê bernameyê de di radeya tezê de ye. Ji 2013an vir de di Navenda Bîrgeh, Dad û Heqîqetê de wek asistana projeya xebatên bêcezabûnê dixebite. Ji Çile 2015an vir de endama Baroya Stenbolê ye.

Meltem Aslan
Dîrektor / meltem@hafiza-merkezi.org

Dîrektora Anadolu Kulturê ye û her wiha dîrektor û endama damezrîner a Navenda Bîrgehê ye. Aslan, ya ku di nav endamên damezrîner ya Komeleya Tora Hemwelatiyên Jin (KAYA) de ye, berê li New Yorkê, di Cap Gemini Ernst & Young de şêwirdariya rêveberiyê kir. Aslan perwerdeya xwe ya lîsansê di Zaningeha Boğaziçiyê de di beşa karsaziyê de, perwerdeya xwe ya lîsansa bilind jî di Zaningeha Columbiayê de di beşa Têkiliyên Navnetewiyê de temam kir. Pişt re, di çarçoveya radeya lîsansa bilind a duyemîn a xwe ya ku ji bernameya Mafên Mirovan û Demokratîkbûyînê ya Yekitiya Ewrûpayê girtiye de, Aslan teza xwe li ser binpêkirinên azadiya axaftinê yên ku bi navê ewlehiya dewletê hatine kirin nivîsî. Aslan, di xebatên xwe yên demên dawî de, li ser dada pêvajoya derbasbûnê û hesabdîtina bi paşerojê re mijûl bû û tevlî perwerde û civînên di vê qadê de, ku bernameya perwerdeyê ya ICTJyê ya li Cape Townê jî tê de, hatine darxistin bûye.

Murat Çelikkan
Dîrektor | murat@hafiza-merkezi.org

Murat Çelikkan, di jiyana xwe ya 25 salan de wekî nûçegihanî, edîtorî, quncnivîsî û gerînendeyê giştî peywirên cuda cuda bi cih aniye. Çelikkan, di tevgera mafên mirovan ya di Tirkiyeyê de wek bi çalak cih girtiye û bûye damezrînerê Komeleya Mafên Mirovan, Rêxistina Efûyê – Tirkiye, Komeleya Hemwelatiyan  Helsinkiyê û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê û di lijneya rêveberiyê ya wan de cih girtiye. Li ser projeyên derheqê pirsgirêka Kurd û etîka çapameniyê de xebitî. Ji 2010an vir de di xebatên damezrandina Navenda Bîrgehê de cih digire.

Özgür Sevgi Göral
Rêvebera Bernameyê – Bernameya Xebatên Bîrgehê / ozgur@hafiz-merkezi.org

Özgür Sevgi Göral, yek ji damezrînera Navenda Bîrgeh, Dad û Heqîqetê ye û ji Zaningeha Stenbolê fakulteya Hiqûqê mezûn bûye. Di Zaningeha Boğaziçiyê Enstîtûya Atatürk de li ser tawanbarî û tîmarxaneyên zarokan ê di dema ewil a komarê de tez nivîsî û radeya lîsansa bilind bi dest xist.  Niha di Ecole des Hautes Etudes en Sciences Sociales de li ser salên nodî de tundiya dewletê û windakirinên bi zorê teza doktorayê ya xwe dinivîsîne. Göral, di Zaningeha Teknîkî ya Stenbolê, Zaningeha Teknîkî ya Yıldızê, Zaningeha Sabancıyê û Zaningeha Boğaziçiyê de cuda cuda ders da û ji 2009an vir de endama Baroya Stenbolê ye. Göral her wiha di navbera 2012 û 2013yan de ji bo Komîsyona Makeqanûnê ya Lihevkirinê ya Parlamentoya Gel a Mezin a Tirkiyeyê wek şêwirdar xebitî.

Özlem Kaya
Asîstana Projeyê – Bernameya Xebatên Bîrgehê / ozlem@hafiza-merkezi.org

Di sala 1982an de li Aydınê ji dayîk bû. Piştî ji Zaningeha Dokuz Eylülê Fakulteya Karsaziyê mezûn bû, lîsansa bilind a xwe li Zaningeha Orta Doğuyê Beşa Civaknasiyê de temam kir. Niha di Zaningeha Boğaziçiyê Enstîtûya Atatürk de ji bo doktoraya xwe berdewam dike. Kaya ji bo demek wek werger xebitî û gotarên cure bi cure û pirtûka bi navê Tek Boyutlu Kadın wergerand Tirkî. Di Nûneriya Tirkiyeyê ya Friedrich Ebert Stiftung de derheqê pêvajoya çêkirina makeqanûnê ya di Tirkiyeyê de wek koordînatora projeyê ya nîvdemî xebitî.