Navenda Bîrgehê, xebatên xwe, bi armanca tevkariyê bide binpêkirinên mafan ê di demên pevçûnan û rêveberiyên desthilatdar de hatiye jiyîn derbikevin rastê û ji bo bi perspektîfa dada pêvajoya derbasbûnê bi van pêvajoyan giştî re hesab bê dîtin, dimeşîne. Navenda Bîrgehê di van xebatên xwe de gava pêşîn li ser “windakirinên bi zorê”, ku qadek binpêkirinê ya şênber e, hûr dibe.
Sepana “windakirinê”, ku wek stratejiya teror/tirsandin/tepisandinê û bi navê “Şev û Mij” bû û cara yekemîn ji aliyê Naziyan ve hatiye sepandin, mixabin ku, di cîhanê de ji heftêyê zêdetir dewletan de birêkûpêk wek stratejiyek hovîtî hate sepandin. Li Tirkiyeyê jî dewlet, wek stratejiyek şer, bi sedan kesên ku hatibûn ragirtin winda kir. Ji bo agahiyên zêdetir ê derheqê windakirinê bi zorê li vir bixin.
Navenda Bîrgehê di vê çarçoveyê de xebatên xwe niha di çar qadên sereke de dimeşîne.
- Bernameya Xebatên Bîrgehê: Ji bo heqîqet derbikevin rastê, binpêkirinên mafên mirovan ê birêkûpêk tên jiyîn li gorî standartên gerdûnî bi belge dike û rapor dike.
- Bernameya Xebatên Hiqûqê: Ji bo hevrûbûna bi paşerojê re, ji bo komên ku binpêkirinên mafan jiyane di rêya dadê de encam bigirin xebatên hiqûqî dimeşîne.
- Bernameya Ragihan û Parêzkariyê: Xebatên ji bo agahiya navendê hilberandiye bi raya giştî re bê pêşkêşkirin û di qada otorîteya fermî de bê parastin û ji aliyên aktorên civaka sivîl ve bê pejirandin koordîne dike.
- Bernameya Hevkarî û Pêşxistina Zerengiyê: Ev bername ji bo armanca Navenda Bîrgehê, ya ku bi komkirina agahiyan ve pêşxistina pisporiyê, bi rêya hevkariyê parîkirina van agahiyan û ji saziyên din re tevkarîkirin e, hatiye pêşxistin.
Di çarçoveya xebatên ku me wek komên Belgekirin, Hiqûq û Ragihanê meşandiye de me bi xizmên windahiyan re, parêzeran re, nûnerên civakên sivîl re, parêzvanên mafan re, rêveber û xebatkarên baroyan re hevdîtin çêkir û me xwest fem bikin û bidin femkirin ku bûyerên windakirinê bi zorê li Tirkiyeyê çawa derketiye, bi kîjan şiklan, mekanîzmayan û têkiliyan ve hatiye sepandin. Windakirin, bi taybetî jî bûyera “windakirina bi zorê”, rê li ber travmaya civakî û her wiha encamên ji bo dewletek demokratîk û hiqûqî bi tu awayî nayê qebûlkirin vekir. Li Tirkiyeyê hîn jî bi sedan mirovên hatine windakirin û aqûbeta wan nayê zanîn hene.
Hûn dikarin agahiyên berfirehtir ên di derheqê xebatên van çar qadan de ne li jêr bibînin:
Bernameya Xebatên Bîrgehê
Standartbûna belgekirinê û li cihek navendî komkirina belgeyan, ji bo belgekirina binpêkirinan ya ku bi lêkolînê re têkildar e merhaleyek girîng e. Di vê çarçoveyê de armanca sereke ya xebatên me stardartbûna belgekirinê ya mijara windakirina ye û li cihek navendî komkirina agahiyan e û her wiha temamkirina mijarên kêm in.
Navenda Bîrgehê, di çarçoveya vî bernameyê de, li qada lêkolîn dike û bi mexdûr û malbatên wan re û bi şahidan re hevdîtin pêk tîne û di vê çarçoveyê de derheqê binpêkirinên mafên mirovan ê giran de xebata belgekirinê dike. Navend, her wiha ji çavkaniyên wek çapamenî, raporên di paşerojê de hatine çapkirin ê ku netewî û navnetewî, lêkolîn û xebatên akademîk jî sûd werdigire û agahî kom dike.
Danegeha Windakirinên Bi Zorê
Wek di mînakên dewletên din de jî tê dîtin ji van agahiyên hatine komkirin danegeh tê çêkirin. Ev xebat, li ser malpera me ya bi navê “Danegeha Windakirinên Bi Zorê” ve ji raya giştî re tê pêşkêş kirin. Di çarçoveya qada xebata me de, armanca danegehê, komkirina daneyên windakirinên bi zorê yên ku di Tirkiyeyê de piştî derbeya leşkerî ya 12 Îlon 1982yan vir de ye. Di danegehê de agahiyên kesane yên windahiyan, cih û diroka hatine windakirin, çîroka windakirinê, daneyên hiqûqî yên derheqê bûyera windakirinê û gumanbarên tawanê cih digirin.
Agahiyên ji mexdûran hatine girtin û têkiliyên bi wan re hatine danîn ji bo xebatên Navendê xwedî cihek taybet in. Ji ber vî sedemê Navenda Bîrgehê, girîngiyek taybet dide hevkariya bi komên mexdûran û rêxistinên mafan re çêkiriye. Xebatên Bîrgehê ji bo hemû bernameyên din bingehek girîng çêdike. Di vê çarçoveyê de, xebat û dahûranên me, ji bo teşebusa bîrê û bibîrdarkirinê heta hewldanên ji bo bala raya giştî bikişîne ser van mijaran, ji bo piştgirî û destpêkirina dozan heta pêşkêşkirina çavkaniyan ji bo lêkolînên ku wê demên pêş de di derheqê binpêkirinên mafên mirovan de bên kirin, ji bo gelek armancan tên şixulandin. Navenda Bîrgehê bi xebatên belgekirinê re her wiha çalakiyên cuda saz dike, bi armanca parastin û belavkirina bîra kesan, ên ku rastê tundiya dewletê ya wek gelemperî tê dîtin hatine, raporan çap dike.
Xebatên Bernameyê
- Komkirina daneyan a bi rêya lêkolînên qadan,
- Komkirina daneyan a bi rêya dahûrandina çavkaniyên cuda,
- Teyîd,
- Pêşxistin, komkirin, arşîvkirin û raporkirina danegehê
Komên Tên Armanckirin: Mexdûrên binpêkirinên mafên mirovan ê giran û malbatê wan; şahidên tawanê û kesên çavkanî.
Bernameya Xebatên Hiqûqê
Ev qada xebatê, ji bo armanca Navenda Bîrgehê ya ji bo dawîkirina bêcezabûnê ya di binpêkirinên mafên mirovan de ye. Li Tirkiyeyê binpêkirinên mafan derveyî hinek mînakan nayên darizandin, ji hêla hêjmar û naverokê ve bergeha bûyerên bûne mijara darazê nayên zanîn û her wiha di bûyerên bûne mijara darazê de demên darazê tên dijwarkirin û hesabdayîna peywirdarên dewletê tên astengkirin.
Navenda Bîrgehê, di çarçoveya vî bernameyê de derheqê binpêkirinên mafên mirovan ê giran de – bi taybetî di derheqê windakirinên bi zorê de – daneyan kom dike û didahûrîne. Koma bernameyê, ji bo xwestekên mexdûran û malbatên wan bi cih bê teşebus û nêzikatiyên hiqûqî yên hatine kirin dinirxîne û ji bo encam bê girtin tevkarî dike.
Navenda Bîrgehê, ji bo kiryar û berpirsiyarên siyasî / îdarî hesab bidin, dosyayên doz û lêpirsînan ê hatine temamkirin / ê berdewam dikin lê dikole û hêmanên wek sîstematîk tên kulîn tespît dike û ji bo sîstemek a daraz bikaribe bi bandor mafên mirovan biparêze ava bibe, tevkariyek stratejîk dike.
Di vê çarçoveyê de, em ji bo şopandina dozên wê bibin mînak, parîkirina demên hiqûqî bi raya giştî re, diyarkirina berpirsiyariya peywirên dewletê yên di binpêkirinan de berpirsiyariya wan hene û ew bên cezakirin dixebitin.
Xebatên Bernameyê
- Komkirin û arşîvkirina daneyên hiqûqî
- Lêkolan û dahûrana daneyan û bikaranîna daneyan a wek di danegehê de bê şixulandin
- Şopandin û dahûrana dozên di Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê de ne
- Şopandina dozên stratejîk û alîkariya hiqûqî
- Lêkolîn û dahûrana di çarçoveya hiqûqî û sazkirî de ya ji bo peywirên dewletê yên berpirsiyarên binpêkirinên mafên mirovan in bên cezakirin
- Amadekirina raporan ê dispêre lêkolînan û dahûrana daneyan
- Ji bo dawîkirina bêcezabûnê teşebuskirina li cem saziyên fermî
Komên Tên Armanckirin: Hiqûqzan, saziyên dewletê
Bernameya Ragihan û Parêzkariyê
Hevrûbûna Tirkiyeyê ya bi rastiya windakirinên bi zorê re û parîkirina bi raya giştî re ya derheqê rastiyên tundiya dewletê sepandiye, hem ji bo avakirina dadê hem ji bo veherandina hestên mexdûran tevkarî dike. Her wiha di vî mijarê de avakirina hestyariya raya giştî, wê tevkarî bide avakirina pergalek civakî ya demokratîk, li hemberê normên hiqûqî rêzgir û bawer dike ku binpêkirin bêceza namînin jî.
Ev qada xebatê, bergîdana armanca Navenda Bîrgehê, ya ku di raya sazîbûne de ji bo qebûlkirina binpêkirinên mafên mirovan ê bi gelemperî diparêze û di derheqê çîrokên mexdûran ê ku hatiye tepisandin û gotin û bihîstina wê hatiye astengkirin de raya giştî agahdar dike û nîqaşên ku bîra mexdûran ji xwe re navend qebûl kiriye teşwîq dike, ye.
Koma Navenda Bîrgehê birêkûpêk di derheqê windakirinên bi zorê de agahiyan kom dike û van agahiyan bi rêya amûrên ragihanê yê ku nû û kevneşopî li raya giştî belav dike. Teşebusên Navenda Bîrgehê yê ku di çarçoveya vê bernameyê de ne, dispêre daneyên bernameyên Bîrgehê yên din. Her wiha ji bo gihîştina girseyên berfirehtir, di çarçoveya vê bernameyê de, ji amûren wek belgefîlm, weşan û pêşangeh jî tê bikaranîn.
Xebatên Ciwana
Xebatên Ciwana, di çarçoveya armanca ku parîkirina heqîqetan bi girseyek berfirehtir de, tevkariya ji bo gihîştina nifşek ku li hemberî mafên mexdûran hestyar û berpirsiyariya xwe bi cih tîne dide ber çavan. Navenda Bîrgehê, di vê baweriyê de ye ku, rêya ji bo hevrûbûn û aşitiya civakî ya herî bi bandor, ji bo ciwana dayîna derfetên perwerdeya aşkere û rexneyî û tevlîbûna wan ya mijarên civakî û siyasî ye. Ji ber vê sedemê, ji bo ciwana ku piraniya wan xwendekarên zaningehan e û gewreciwana lidarxistina çalakiyan ji xwe re dike armanc. Navenda Bîrgehê, di vê baweriyê de ye ku, veguhêrana civakî ya tê xwestin tenê bi xebata bi hev re ya saziyên cuda û di demek zelal a danûstendina agahiyan tê kirin de pêkan e. Ji ber vê sedemê Navenda Bîrgehê, di qada dada pêvajoya derbasbûnê de di derheqê tecrûbeyên navnetewî, diyaloga dîrokî, hevrûbûna bi paşerojê re û demokratîkbûyînê de agahî kom dike, xebat û danûstendina agahiyên netewî û navnetewî dike. Bi van çavkaniyan ve, ji bo xebatên civaka sivîl ê di Tirkiyeyê de bispêrin agahî û amûrên şênber teşwîq dike. Her wiha Navenda Bîrgehê piştgirî dide saziyên din ê ku qadên mînanî de dixebitin, bi taybetî jî mexdûrên li pey dadê ne û komên rastê binpêkirina mafan hatine.
Xebatên Bernameyê
- Amadekirin û weşandina weşînekên nûçeyan,
- Bi afrînerî şixulandina amûrên ragihanê ji bo heqîqetan agahdarkirina civakê
- Weşandina pirtûkan
- Bi hevkariya saziyên çandî re darxistina pêşangehan
- Çêkirina belgefîlman
- Ji bo projeyên hunerî afirandina fonê
- Di derheqê mafên mirovan, dada pêvajoya derbasbûnê û hevrûbûna bi paşerojê re de bernameyên perwerdeyê
- Piştgiriya projeyên ciwana
- Di derheqê helwesta siyasî û civakî ya ciwanan de lêkolîn û dahûnandin
Komên Tên Armanckirin: Merciyên biryaran û saziyên dewletê yên di Tirkiyeyê de, çapamenî, ciwan, gewreciwan, rêxistinên mafên mirovan ê ciwana û xwendewanên zaningehan, beşên cuda yên civakê.
Bernameya Hevkarî û Pêşxistina Zerengiyê
Ev bername ji bo armanca Navenda Bîrgehê, ya ku bi komkirina agahiyan ve pêşxistina pisporiyê, bi rêya hevkariyê parîkirina van agahiyan û ji saziyên din re tevkarîkirin e, hatiye pêşxistin.
Navenda Bîrgehê, di vê baweriyê de ye ku, veguhêrana civakî ya tê xwestin tenê bi xebata bi hev re ya saziyên cuda û di demek zelal a ew danûstendina agahiyan dikin de pêkan e. Ji ber vê sedemê Navenda Bîrgehê, di qada dada pêvajoya derbasbûnê de di derheqê tecrûbeyên navnetewî, diyaloga dîrokî, hevrûbûna bi paşerojê re û demokratîkbûyînê de agahî kom dike, xebat û danûstendina agahiyên netewî û navnetewî dike.
Bi van çavkaniyan ve, ji bo xebatên civaka sivîl ê di Tirkiyeyê de bispêrin agahî û amûrên şênber teşwîq dike. Her wiha Navenda Bîrgehê piştgirî dide saziyên din ê ku qadên mînanî de dixebitin, bi taybetî jî mexdûrên li pey dadê ne û komên rastê binpêkirinên mafan hatine.
Xebatên Bernameyê
- Ji bo raya giştî ya Tirkiyeyê, kesibandina çavkaniyên navnetewî yên di derheqê qada xebata Navenda Bîrgehê de,
- Bi saziyên navnetewî re pêşxistina têkiliyên xebatê û hevpariyan,
- Damezirandin û koordînekirina torên tematîk ên herêmî û navnetewî, tevlîbûna torên bi van şiklan,
- Ji bo rêxistinên herêmî piştgiriya darayî û organîzasyonî,
- Sazkirina konferans, civîn, sempozyum û atolyeyan.
Komên Tên Armanckirin: Rêxistinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê û derveyî welat, pisporên li qadê dixebitin, komên rastê binpêkirinên mafan hatine.