Carna hinek kes ji ber sûcek li ser wan bandor kiriye êşek yêgane dijîn. Lewra jî hinek tişt ji bo civakê her çi qasî wek jirêzê têne femkirin jî, ji bo kesên xwedî êş ne wisa ne. Loma bo gotina vî êşê rêya herî baş jî ew e ku, mirov dikare têkiliya van kesan bi van tiştan re çêkiriye bîne ziman. Hestî, laş, telefon, pîjema, maske, daxwazname, cotkar, fotograf… Ev hemû peyv, piranî tenê bi wateya xwe ya ferhengê têne bîra gelek mirovan. Lê belê heman peyv û têgeh, di cîhana windahiyên bi zorê de xwedî wate û bibîrxistanên gelek cuda ne.
Ferhenga windahiyên bi zorê, kampanyayek medyaya civakî ye û armanc dike ku, bi rêya wateyên objektîf yên peyvan, dilneşewatiya bi sûcê windahiya bi zorê re eleqedar e û êşa mexdûr dijîn bîne ziman. Ev raman, cara yekem, di komxebata me di 11ê Sibata 2017an de li darxistibû de ji aliyê sazmenda Pikan Ajansê Pinar İlkiz ve hatibû pêşniyarkirin.
Di vî komxebatê de, me têkildariyên nifşên nû li ber çavan girt û bi vî awayî me xwest ku sûcê windahiyên bi zorê bi amûrên nûjen bînin ziman. Ji qadên danegeh, programkirin, dîtbariya daneyan, vîdeo, lîstikkirin, hunera dîtbarî û ragihandina sazûmaniyê nêzî 40 kesan tevlî komxebatê bûn. Me di komxebatê de prototîpên derheqî gelek projeyên dîtbarîkirinê yên nûjen li pêş xist. Di pêvajoya paşî de me xwest ji ramanên di komxebatê de hatine ziman hinekan bikin meriyetê û yek ji wan jî ferhenga windahiyên bi zorê bû, ku me derfetên wî bixin meriyetê bi dest xistiye.
Di merhaleya amadekariya kampanyaya me bi hevkariya Pikan Ajansê re bi rê ve biriye de, di serî de em li ser çavkaniyên daneyan ên Navenda Bîrgehê (danegeha windahiyên bi zorê, rapor û hevdîtinên bi xizmên windahiyan re hatine kirin) rawestiyan. Me di vir de hinek peyvan diyar kir, ku ev peyv di jiyana rojane de xwedî wateyên jirêzê ne, lê di hişmendiya windahiyan de van peyvan hinek taybetiyên berçav ên sûcan nîşan didan. Wek mînak, di hevdîtinan de hinek xizmên windahiyan gotibûn ku, dema kesê/a winda ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate girtin, nehiştin pîjemayê/a xwe jî biguhere. Bi vî awayê, dema kesê/a ji mala xwe ya cihê ewlehiya wî/ê ye û ji malbata xwe hatiye qutkirin, bûye sedema hestên dilşikestî û ev hest jî di van çîrokan de bi pijamayê re bûye xwedî wate. Derî û telefon jî bi hestên hêvî dihewîne re bûne xwedî wate. Xizmên windahiyan, piştî ew qasî salan hîn dema derî an jî telefon lê dide, di dilê xwe de dibêje ku “dibe ku ew be”. Ev hest û hêvî, mixabin, rê li ber şîngirtinê digirin. Piştî lêkolînê me ev û wek vana 27 peyv û têgeh diyar kir.
Berdewamiya pêvajoya amadekariyê de ji bo her peyv û têgehên me diyar kiribû, me pênaseyên cîhana windahiyan tîne ziman amade kir. Dema me van tecrûbeyên travma dihewînin vegot, ji aliyek ve pêwist bû me bala mirovan bikişanda, ji aliyek ve jî divê me giraniya mijarê li ber çavan bigirta. Loma me nêzikatiyek her du pêwistiyan jî dihewîne qebûl kir. Li ser vê esasê, piştî me naverok û dîtbariyan temam kir, di sala 2017an di mehên Cotmeh, Mijdar û Kanûnê de dîtbariya ferhengê par ve kir. Em hêvî dikin ku, bi vî xebatê me bi rêya medyaya civakî xebatetek bibîrkirinê ya nûjen çêkiriye.
Dîtbariyên kampanyayê
Hûn dikarin hemû dîtbariyên me li ser hesabên xwe yên Twitter, Facebook û Instagramê di navbera 24ê Cotmeh û 28 Kanûna 2017an de par ve kiriye bibînin. Ji bo hûn dîtbariyan di pîvana xwe ya esasî de bibînin li ser bixin.
- Wêne: Westirandin an jî pêdandina dîtbariyek bi rêya amûr û dezgehên curbecur li ser ciheke.* Dîtbarî an jî wêneyên ku aîdê kesên li Tirkiyeyê bi zorê hatine windakirin in û ji aliyê xizmên windahiyan ve li qadan tên hilgirtin û rakirin. * Ji navnîşana tdk.gov.tr hatiye girtin.
- Derî: Vekirîtiya dîwar an jî beşek e, ku ji bo di cihek de herin û werin tê bikaranîn û xwedî mekanizmaya girtin û vekirinê ye.* Tişta ku xizmên kesên bi zorê hatine windakirin bi salan in asê nekirine û dema tê lêxistin bi hêviya “Dibe ku agahiyek hatibe” vedikin. * ji navnîşana tdk.gov.tr hatiye girtin.
- Daxwazname: Nivîsa ku ji rayedar û meqamên fermî re tê ragihandin û xwestekeke an jî derdeke dihewîne, her wiha bi mor û navnîşan e û carna jî bi pûl e, arzuhâl.* Dokûmana ku ji aliyê xizmên windahiyên bi zorê ve ji bo aqûbeta windahiyan bê ragihandin hatiye nivîsandin û morkirin, lê tu carî jî encam jê nehatiye girtin. * Ji navnîşana tdk.gov.tr hatiye girtin.
- Laş: Beşa maddî an jî hebûn ya mehlûkatên zindî, gewde.* Beşa maddî an jî gewde ya ne zindî ya kesên bi zorê hatine windakirin, ku li Tirkiyeyê di nav 500 kesên bi zorê hatine windakirin tenê laşên 211 kesan hatine dîtin.** * Ji navnîşana tdk.gov.tr hatiye girtin. ** Ev agahî derheqî kesên winda de ne û di danegeha Navenda Bîrgehê de cih digirin û hatine piştrastkirin.
- 30 October/Nûçe: Agahiya li ser bûyerek an jî gengeşiyek hatiye destxistin, salox, dengûbehs.* Tişta ku xizmên kesên bi zorê hatine windakirin gelek caran bi dest nexistiye. * Ji navnîşana tdk.gov.tr hatiye girtin.
- 1 November/Cotkar: Kesê/a erd / zevî cot dike û debara vî/ê li ser vê ye.* Pîşeya di nav 500 kesên li Tirkiyeyê bi zorê hatine windakirin ya 152 kesan e.** * Ji navnîşana tdk.gov.tr hatiye girtin. ** Ev agahî derheqî kesên winda de ne û di danegeha Navenda Bîrgehê de cih digirin û hatine piştrastkirin.
- 3 November/Cotmeh: Meha deyemîn a salê ye, Kewçêr, Çiriya Ewil, Çiriya Berê.* Di nav 500 kesên li Tirkiyeyê bi zorê hatine windakirin 56 kes vî mehê de hatine windakirin.** * Ji ferhenga Zana Farqînî ya Türkçe-Kürtçe Sözlük (İstanbul Kürt Enstitüsü, 2000) hatiye girtin. ** Ev agahî derheqî kesên winda de ne û di danegeha Navenda Bîrgehê de cih digirin û hatine piştrastkirin.
- 6 November/Pîjema: Cila xewnê ku ji du perçeyan pêk tê.* Cila ku beşek girîng ji kesên li Tirkiyeyê bi zorê hatine windakirin dema ji malên xwe hatine girtin li ser wan bûye. * Ji navnîşana tdk.gov.tr hatiye girtin.
- 8 November/Rê: Dûrahiya dema ji cihek çûn cihekî din, ra, ray.* Yek ji wan cihan e ku, dema tê pirsîn kesên li Tirkiyeyê hatine windakirin li ku derê ne, rayedarên dewletê dibêjin me li wir berdaye. * Ji ferhenga Zana Farqînî ya Türkçe-Kürtçe Sözlük (İstanbul Kürt Enstitüsü, 2000) hatiye girtin.
- 10 November/Qad: Meydan, gorepan, hol, rast, himat.* Cihê ku xizmên kesên li Tirkiyeyê bi zorê hatine windakirin tên cem hev, kom dibin. * Ji ferhenga Zana Farqînî ya Türkçe-Kürtçe Sözlük (İstanbul Kürt Enstitüsü, 2000) hatiye girtin.
- 13 November/Lêpirsîn: Karê ku ji bo zelalkirina bûyerek / pirsgirêkek ji aliyê rayedarên îdarî an jî darazî / edlî ve tê rêvebirin û bo vê armancê jî ji eleqedar û şahidan agahî tê girtin, mijar tê lêkolinkirin û agahî tên berhevkirin, tehqîqat.* Pêvajoya darazê ye, ku, di vê pêvajoyê de li Tirkiyeyê dosyayên 344 kesên bi zorê hatine windakirin hatiye bidestxistin û ji vana dosyayên 218 kesan li paş guh ve hatine avêtin.** * Ji navnîşana tdk.gov.tr hatiye girtin. ** Ev agahî derheqî kesên winda de ne û di danegeha Navenda Bîrgehê de cih digirin û hatine piştrastkirin.
- 15 November/Qehr: Kul û keder, derd û xem, qehr.* Hesta giran a piştî windahiyên bi zorê mirov rû bi rû mane. * Ji ferhenga Zana Farqînî ya Türkçe-Kürtçe Sözlük (İstanbul Kürt Enstitüsü, 2000) hatiye girtin.
- 17 November/Girtin: Rakirin an jî qutkirina tiştek bi dist an jî bi amûrek din ji cihê/a wî/ê, hilanîn, hildan, wergirtin.* Lêkera ji aliyê gelek xizmên kesên li Tirkiyeyê bi zorê hatine windakirin ve ji bo dema kesa/ê winda li cem wan hatiye birin tê bikaranîn. * Ji ferhenga Zana Farqînî ya Türkçe-Kürtçe Sözlük (İstanbul Kürt Enstitüsü, 2000) hatiye girtin.
- 20 November/Zarok: Kesa/ê temena/ê xwe piçûk, zaro, zarî, mindal.* Di nav 500 kesên li Tirkiyeyê bi zorê hatine windakirin de 29 kes.** * Ji ferhenga Zana Farqînî ya Türkçe-Kürtçe Sözlük (İstanbul Kürt Enstitüsü, 2000) hatiye girtin. ** Ev agahî derheqî kesên winda de ne û di danegeha Navenda Bîrgehê de cih digirin û hatine piştrastkirin.
- 23 November/Jendirme: Hêzên leşkeriyên çekdarî yên ku ji bo parastina ewlehiya giştî û pergala fermî û pêkanîna qanûn û nîzaman erkdar in û ji hikûmetê emir digirin û bi cih tînin.* Cendirme. Hêzên leşkerî yên ku ji aliyê malbatên kesên li Tirkiyeyê bi zorê hatine windakirin ve piştî bûyera kesên winda ji bo agahî bi dest bixin wek berpirsiyar tên dîtin. * Ji navnîşana tdk.gov.tr hatiye girtin.
- 24 November/DMME: Dadgehek navnetewî û girêdayê Konseya Ewrûpayê ye, di sala 1959an de hatiye damezirandin.* Ji bo 129 kesên li Tirkiyeyê bi zorê hatine windakirin 72 serlêdan ji bo vî dadgehê pêk hatiye û derheqî 55 serlêdanan de vî dadgehê qirarên binpêkirinê daye.** * Ji navnîşana tdk.gov.tr hatiye girtin. ** Ev agahî derheqî kesên winda de ne û di danegeha Navenda Bîrgehê de cih digirin û hatine piştrastkirin.
- 27 November/Mijdar: Meha yazdemîn a salê, sermawez, çiriya paşîn.* Di nav 500 kesên li Tirkiyeyê bi zorê hatine windakirin de 53 kes di vî mehê de hatine windakirin.** * Ji ferhenga Zana Farqînî ya Türkçe-Kürtçe Sözlük (İstanbul Kürt Enstitüsü, 2000) hatiye girtin. ** Ev agahî derheqî kesên winda de ne û di danegeha Navenda Bîrgehê de cih digirin û hatine piştrastkirin.
- 28 November/Minareya Çar Ling: Minareya ku Mizgefta Şêx Mutahhar bi nav û deng kiriye, ku ev mizgeft ji aliyê Qasim Begê Akkoyunî ve di sala 1500î de li Diyarbekirê hatiye avakirin.* Li ber minareyê Tahir Elçî hate kuştin, ku Elçî yek ji parêzerên mafên mirovan ên bi nav û deng bû û piştî li ber minareyê daxuyeniyek bo çapameniyê hatibû dayîn bû qurbaneke kuştinek kiryar nediyar. * Ji Wîkîpedîayê hatiye berhevkirin.
- 30 November/Rûpoş: Rûyê çêkirî ku ji karton, cil an jî plastîkan pêk tê û ji bo xwe parastinê an jî xwe veşartinê tê çêkirin, berû, girtek, rûyîn, rûçik, maske.* Kesên ku windahiyên bi zorê yên li Tirkiyeyê girtine ji bo nayên naskirin li ser rûyên xwe pêçandine. * Ji ferhenga Zana Farqînî ya Türkçe-Kürtçe Sözlük (İstanbul Kürt Enstitüsü, 2000) hatiye girtin.
- 1 December/Hestî: Navê giştî yê wesleyên hişk û req yên sîwana mirovan û sewalên mazmazkgelanan jê pêktên.* Wesleyê ji laş paş maye, ku mirovên xizmên wan bi zorê hatine windakirin hêvî dikin bê dîtin. Dema Navenda Bîrgehê bi kesên xizmên wan bi zorê hatine windakirin re hevdîtin çêkiribû, derketibû holê ku daxwazeke herî zêde hatiye ziman yek jî dîtina hestiyên windahiyan bû. * Ji navnîşana tdk.gov.tr hatiye girtin.
- 4 December/Qanûn: Meha dawîn a salê, berfenbar, berçile, kanûna ewil.* Di nav 500 kesên li Tirkiyeyê bi zorê hatine windakirin de 35 kes di vî mehê de hatine windakirin.** * Ji ferhenga Zana Farqînî ya Türkçe-Kürtçe Sözlük (İstanbul Kürt Enstitüsü, 2000) hatiye girtin. ** Ev agahî derheqî kesên winda de ne û di danegeha Navenda Bîrgehê de cih digirin û hatine piştrastkirin.
- 6 December/Wêne: Westirandin an jî pêdandina dîtbariyek bi rêya amûr û dezgehên curbecur li ser ciheke.* Dîtbarî an jî wêneyên ku aîdê kesên li Tirkiyeyê bi zorê hatine windakirin in û ji aliyê xizmên windahiyan ve li qadan tên hilgirtin û rakirin. * Ji navnîşana tdk.gov.tr hatiye girtin.
- 8 December/Daxwazname: Nivîsa ku ji rayedar û meqamên fermî re tê ragihandin û xwestekeke an jî derdeke dihewîne, her wiha bi mor û navnîşan e û carna jî bi pûl e, arzuhâl.* Dokûmana ku ji aliyê xizmên windahiyên bi zorê ve ji bo aqûbeta windahiyan bê ragihandin hatiye nivîsandin û morkirin, lê tu carî jî encam jê nehatiye girtin. * Ji navnîşana tdk.gov.tr hatiye girtin.
- 12 December/Lêborîn: Ji ber xetareyek an jî şaşiyek xwestina lêborînê û efûyê.* Helwesta ku xizmên kesên li Tirkiyeyê bi zorê hatine windakirin wek fermî dixwazin dewlet nîşan bide. * Ji navnîşana tdk.gov.tr hatiye girtin.
- 14 December/Windabûn, berzebûn, nepenîbûn.* Aqûbeta 289 kesan ku ji 500 kesên li Tirkiyeyê bi zorê hatine windakirin.** * Ji navnîşana tdk.gov.tr hatiye girtin. ** Ev agahî derheqî kesên winda de ne û di danegeha Navenda Bîrgehê de cih digirin û hatine piştrastkirin.
- 19 December/Amûra axaftinê radigihîne.* Amûra ku, her çi qasî demeke dirêj li paş mabe jî, dema lê dixe ji aliyê xizmên kesên bi zorê hatine windakirin ve bi hêviya “Dibe ku agahiyeke be” tê vekirin. * Ji navnîşana tdk.gov.tr hatiye girtin.
- 21 December/Windatî: Bi rêya hiqûqê dawî li kesayetiya yekî/ê anîn, ku demek dirêj ji hebûna wî/ê salox nayê stendin.* Dokuman an jî statuya ku ji aliyê beşek girîng hevserên kesên li Tirkiyeyê bi zorê hatine windakirin ve ji bo mafên civakî bi dest bixin wek mecbûrî hatiye girtin. * Ji ferhenga Zana Farqînî ya Türkçe-Kürtçe Sözlük (İstanbul Kürt Enstitüsü, 2000) hatiye girtin.
- 26 December/Hemderd: Kesên ku ji ber derd û kulan tên cem hevudu û kul û xemên xwe ji hev re dibêjin. Xwedî heman derd, şirîkê derd, kulbêj, hevalê derd û xeman.* Rewşa xizmên kesên bi zorê hatine windakirin. * Ji ferhenga Zana Farqînî ya Türkçe-Kürtçe Sözlük (İstanbul Kürt Enstitüsü, 2000) hatiye girtin.
- 28 December/Navê gundeke navçeya Qilebana Şirnexê ye. Di şeva 28ê Kanûna 2011an de 38 kesên kolber ji Zaxoya girêdayê herêma Federal a Kurdistanê ber bi Tirkiyeyê ketin rê, dema ev kolberan gihîştin sînorê Tirkiye-Iraqê ji aliyê balafirên şer en Tirkiyeyê ve hatin bombebarankirin û di encama vî bombebaranê de 34 kes hatin kuştin, ku piraniya van kesan zarok û ciwan bûn. Kesên hatin kuştin hemû ji Roboskiyê bûn.