Komîsyona Rastiyê ya Brezîlyayê: gaveke dereng hatiye avêtin

Serokê Dewletê ya Brezîlyayê Dîlma, komîsyona rastiyê, ya ku dê îhlalên mafên mirovan bikole û bike rapor û dê du sala bixebite, di Gulana 2012’an de anî ser peywirdariyê. Di welêt de der heqê komîsyonê de nîqaş hê didome.

Dilma Rousseff, a wekî gerîlayeke kevn hatiye girtin û ji îşkenceyan derbasbûyî û ji bo îhlalkerên mafê mirovan derkeve ber dadê kampanya meşandî, di Rêbendana 2011’an de sonda serokatiyê xwar û dest bi xebatê kir. Dema ku ew bû serok, fikra komîsyona rastiyê dîsa geş bû. Neh meh piştî vê di Cotmeha 2011’an de pêşnûmaya qanûna Komîsyona Rastiyê ya Neteweyî, a ku di binyata wê, berpirsiyarên wê û desthilatiyên wê de guhertin dapêşkirî, di Kongreyê de hate qebûl kirin. Serok Dilma komîsyona rastiyê, a ku di bergeha desthilatiyên xwe de dê du sala bixebite û îhlalên mafên mirovan bikole û bike rapor, di Gulana 2012’an de wekî fermî anî ser peywirdariyê. Armanca asas a komîsyonê wekî  “mafê gihîştina dîroka rastî û rastiyê danîn holê û ‘li hev hatina neteweyî’ teşvîk kirin” hatîbû ziman.

Ji bo ku bi tenê artêşê tawanbar neke, desthilatiya lêkolîn û lêgerîna îhlalên di nava salên 1946-1988’an de pêk hatî dan komîsyonê. Desthilatiya jêpirsîna sûcdaran û peywirdarên leşkerî an jî ji wan re doz vekirin a Komîsyonê, ya ku hemû ji aliyê Serok Rousseff hatiye tayin kirin bi temamî ji heft endaman pêk hatî, dê tune be. Bi vî awayî qet kirdariya hiqûqî ya komîsyonê tune ye û Qanûna Efa Giştî ya 1979’an dê di cihê de bimîne. Wer wiha komîsyonê dê ji desthilatiyên xwe, yên ji pêşiyên Emerîkaya Latîn veqetî, îstifade bike. Di vê peywendê de, di lêkolînên bi nîskokiya belgeyan de bi tenê ne dosyayên di kategoriya veşartî de yên biryarên ji aliyê hikumeta Brezîlyayê hatiye standin, her wiha komîsyon dê bikarî be belgeyên aîdî hikumeta Emerîkayê û yên ji aliyê CIA’yê hatiye şandin jî lê bikole. Bi vî awayî dê rola Emerîkayê ya di debeya sala 1964’an de pêk hatî diyar bike û li ser bixebite.

Hin mijarên der barê komîsyonê hê jî bi nîqaş in û ji gelek hêlan nediyartiya xwe diparêze. Bipêşanî, di nava endamên wê de der barê dethilatiyê hê diyarbûn tuneye. Parêzer Rosa Cadoso, ya ji endamên komîsyonê, dibêje ku sûcen ji aliyê tevgerên berxwedanê hatiye kirin nakeve bergeha desthilatiya komîsyonê. José Carlos, wezîrê kevn yê dadê jî daxuyaniyên tersê wê dibêje.

Mijareke din ya bi nîqaş jî bêbandoriya komîsyonê ya hemberî destnedayîniyan e. Qanûna Efa Giştî, kesên sûcên dijî girseyan di dema dîktatoriyê de kirî bi zagonî dixe bergeha bêdestnedayîniyê.

Efserên jikarketî û peywirdarên artêşê yên din jî dibêjin çima di komîsyonê de endamên ji artêşê tune ne û komîsyonê bi vê nîqaş dikin. Bi şeklekî balkêş, avakirina komîsyonê tê demeke ku gelê Brezîlayê herî zêde artêşê destek dikin. Ji ber vê yekê bi komîsyonê çi tê armanc kirin û kî dê ji vê îstîfade bikin di nav mijarên nîqaşê de ne. Ev rastî ji bo pêşeroja Brezîlyayê tê çi maneyê ev ne diyar e û dîtina vê hê pir zû ye.