Skip to main content
Home

Navenda Bîrgehê, berhema pirsa “Heta em bi paşeroja xwe re rûbirû nemînin em nikarin berdewam bikin, naxwe em dê çi bikin? Ên din çi kirin?”  ye û di encama lêkolîn û lêgerîna bersiva vê pirsê de derketiye holê. 

Navenda Bîrgehê, di Mijdara 2011an de ji hêla komek parêzer, rojnameger, akademîsyen û parêzvanên mafên mirovan ve wekî komeleyeka navenda wê li Stenbolê hate damezirandin. Lê çîrokeka vê komeleyê heye ku berî damezrandina wê dest pê kiriye.

Çîroka damezrîneran bi xwe li alîyekê, dikare bê gotin ku destpêka pêvajo û komelebûna Navenda Bîrgehê sala 2009an e. Ji ber ku di vê dîrokê de, koma damezrîner dê dest bi pêvajoyeka hînbûn û şêwirê ya du salan kiribûna; ka gelo divê komeleyeka li Tirkîyeyê li ser “rûbirû mayînê” bixebite ji kîjan pêdivîyan re bibe bersiv. 

Ji roja ewil ve pirsgirêka Kurdan di nav pirsgirêkên muhtemel ên ku di bingeha rûbirûbûnê de dikare balê bikişîne, weke pêşengî hate destnîşankirin. Ji ber ku di vê mijarê de ku şîdeta dewletê herî zêde tê de rû dide, her destkeftineka ku tê bidestxistin ji bo mijarên din dibe qada nîqaş û derfetan an jî wek kaxeza turnusolê bi kar tê.

Pêvajoya Damezrînê

Beşeka xebatan, pêvajoya şêwirê ya bi Rêxistinên Civaka Sivîl (STK) re bû ku di Sibata 2010an de dest pê kiribû. Di vê çarçoveyê de li Stenbol û Amedê bi 28 saziyên sivîl ên li ser çareseriya pirsgirêka kurdan dixebitin re hevdîtinên kûr hatin kirin.

Di dawiya sala 2010an de raporek bi encamên hevdîtinên bi rêxistinên Civaka Sivîl (STK) re hatibûn kirin hate weşandin, ku qadên xebatê yên van rêxistinan zayenda civakî, zarok, xizanî, koçberî mecbûrî, tenduristî, wenda, avakirina aştîyê, parêzvanîya mafên mirovan û perwerde bûn.

Di heman rojan de konferanseka navneteweyî hat lidarxistin ku ji sê mijarên sereke yên encama raporê jî nîşan dida pêk hat. Konferansa bi navê “Rastî, Dad, Bîr: Serpêhatî, Şahid, Lêgerîn” di 4-5ê Kanûna 2010an de li Stenbolê li dar ket.

Piştre di 11-15ê Nîsana 2011an de me serdaneka lêkolînî li Arjantînê kir, da ku em hewldanên rûbirûmayîna bi paşerojê ve bibînin. Arjantîn welatek e ku gelek caran ji bo mînaka ceribandina terora dewletê, komîsyonên rastîyê, xebatên bîrê û reformên qanûnî ka gelo ji bo pêvajoyê çawa dikarin bibin alîkar, tê binavkirin. Ev serdana ku me hînbûn û tecrûbeyên xwe bi navê “Rûbirûmayîna bi paşerojê re, ceribandin Arjantînê” kirine rapor, ji bo damezrandina Navenda Bîrgehêyê fikrên girîng da me û her weha di pêşxistina xebatên plankirî de jî roleka girîng lîst.

Herî dawî jî, di navbera dîrokên Tîrmeh-Kanûna 2011a de rêzecivînên ku di wan de mînakên baş û serkeftî yên mekanîzmayên rûbirûbûnê hatin nirxandin li dar ketin, nirxandin bi Rêxistinên Civaka Sivîl ên Tirkîyeyê re hatine kirin. Di van civînan de ji bilî veguhestina tecrûbeyên mînakên baş, li ser pêwistiyên Tirkîyeyê yên di vî warî de jî hatin rojevû û bûn mijara nîqaşê.

 

  • Ji bo Komîsyonên Heqîqetê Hereketa Civaka Sivîl
  • Komîsyonên Heqîqetê, Tecrûbeyê Dinyayê û Tirkîye- Civîna Maseyê Gulover
  • Ziyaretgeh-Mûze û Kargeha Hereketên Bîranînan

Ji Roja Hatiye Damezrandin Heta Îro

Li gorî vê mîsyona xwe, Navend, di qonaxa yekem de bi armanca eşkerekirina binpêkirinên mafan ku di dema pevçûnan de û di dema rêveberiyên otorîter de çêbûne û bi perspektîfa edaleta dema veguheztinan de, li ser "windakirinên bi zorê” rawestiya.

Dema ku Navend hate damezrandin, wek faalîyet û pîvanên bingehîn ên xebatên xwe, 1) belgekirina binpêkirinên giran ên mafên mirovan di standartên cîhanî de, 2)şopandina dozên emsal û belgekirina wan û 3) vegotina van heqîqet û binpêkirinên giran ji beşên mezin ên civakê re, diyar kiribû. Armancên bingehîn ev bûn.

Ji bo ku girîngiya pêvajoya aştîyê û hewldanên rûbirûbûnê bi bandor bin û bi girîngiya xwe bikevine rojevê, pêvajoya aştîyê a salên 2013-2015a û atmosfera aştîyê ya piştî wê wek qada lêkolinê hate diyarkirin. Ji wê dîrokê û vir de, xebatên li ser belgekirin û hesabkirina pêvajoya aştîyê ya Tirkîyeyê û pêvajoyên cuda yên aştîyê didomin.  

Faktoreka din a ku navenda xebatên me diguherîne ew e ku li Tirkîyeyê, kêmbûna qadên sivîl in ku ew jî bingeha nirxên demokratîk û têkoşîna mafên mirovan pêk tînin. Di sala 2015an de, piştî pêvajoya çareserîyê bi dawî bû, heyama pevçûneka tund dest pê kir. Di sala 2016an de, piştî hewldana darbeyê ya têkçûyî rewşa awarte hat îlankirin û ji bo têkbirina hemû komên muxalîf hate bikaranîn.

Navendê ji bo bersivdayîna pêdivîyên rojane yên ji ber van geşedanan, binpêkirinên giran ên mafên mirovan ên dîroka nêz jî li çalakîyên belgekirin û şopandinê zêde kirin. Di vê çarçoveyê de jî çalakîyên xwe yên piştgirîya parêzvanên mafan, ên bi awayên curbecur têne çewisandin û rêxistinên mafên mirovan weke qadeka nû destnîşan kir.