Skip to main content
Home
<< TÜM PROJELER

Hînbûna Ji Paşerojê, Guhirandina Îro

Dîroka Destpêkê: 28.02.2013

Dîroka Qedandinê: 30.05.2014

Projeya Navenda Bîrgehê ya Hînbûna Ji Paşerojê, Guhirandina Îro, tevlîbûna ciwanan a demên hevrûbûna bi paşerojê re armanc kir. Di nav xebatên projeyê yê sereke de, semînerên ku di qada hevrûbûna bi paşerojê re û windakirinên bi zorê de agahî û hayjêbûna ciwana zêde dikin û projeyên ciwana ên ku ciwana ji bo hemsalên xwe û civaka herêmî bi rê ve birin cih girt. Proje, armanc dikir ku, nîqaşên heqîqetê, dadê û veherê di nav nifşên cuda yên civakê de pêk were, xwestekên civakî yên derheqê van qadan de zêdetir were xuyakirin û ciwanên ku temenê wan di navbera 18 û 25an de ye bi nêzikatî û afrîneriyên xwe tevlî vî pevajoyê bibin. 32 serîlêdanên projeyan ji Enqere, Berlîn, Bûrdûr, Dêrsim, Amed, Edîrne, Eskîşehîr, Dîlok, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Meletî, Mêrsîn, Tarsûs, Wan û Gewerê ji bo bangewaziya Hînbûna Ji Paşerojê, Guhirandina Îro re çêbû. Endamên jûriyê yên ku serîlêdanên ji bo bernameyê wê binirxînin ji van navên li jêr pêk hatin:

  • Emrah Gürsel, Koordînatorê Projeyê ya Navenda Bîrgehê
  • Enis Köstepen, Çêker – Nivîskarê Sînemayê
  • Eylem Ertürk, Koordînatora Afrîneriya Çavkaniyan û Pêşxistina Projeyan a Anadolu Kültürê
  • Mario Mažić, Dîrektorê Bernameya Youth Initiative for Human Rights – Xirvatistan
  • Pınar Öğünç, Rojnameger

Di çarçoveya projeyê de ji aliyê ciwanan de 6 projeyên ku derheqê qetlîama Qulpê, windakirinê bi zorê, kuştinên zarokan ên li Amedê û penaberiya bi zorê de ne hatin birêvebirin.