Skip to main content
Home
<< TÜM PROJELER

Pêşxistina Zerengiyê Ji Bo Tevlîbûna Çalak a Civaka Sivîl a Çareseriya Pirsgirêka Kurd

Dîroka Destpêkê: 31.01.2010

Dîroka Qedandinê: 30.12.2010

Tirkiye, di nav pevçûnek ku di aliyê siyasî, civakî, aborî û çandî de bi giştî li ser welat bandor dike de dijî. Pirsgirêka Kurd, di nav vî pevçûnê de ji aliyê dînamîkên girift de hatiye şêwandin û hem di herêmê de hem jî di metropolên din de mirov dikare wek pirsgirêka welat a herî girîng bibîne. Pirsgirêk, tenê di qada siyasî de na, her wiha bi tecrûbeyên rojane yên komên civakî yên cuda jî tê şêwandin û di qada civakî de jî bandorek girîng dihêle. Bi projeya “Peşxistina Zerengiyê Ji Bo Tevlîbûna Çalak a Civaka Sivîl a Çareseriya Pirsgirêka Kurd” ve, me armanc kir ku, di derheqê înîsiyatîfên sivîl ên ku di Tirkiyeyê de xwesteka tevkariya çareseriya pirsgirêka Kurd û aşitiyê ji xwe re kirine armanc de vekolandinek birêkûpêk pêk bînin û metodên civakên pevçûn jiyane di derheqê mijarên hevrûbûna bi paşerojê re, derketina holê ya heqîqetan û avakirina dadê de şixulandine parî bikin.Di çarçoveya projeya ku di bin siya Anadolu Kültürê de di navbera Reşemî – Berfenbar 2010an de hatiye meşandin de, me armanc kir ku, di derheqê xebatên civaka sivîl ê herêmî û mînakên cîhanê de nirxandinek wek hevberkî bikin û ji bo diyarkirina stratejiyên nû yên ku wê di pêşerojê de werin şopandin tevkarî bidin. Di çarçoveya projeyê de me van xebatên li jêr hatine diyarkirin pêk anî:

  • Me bi 28 saziyên civaka sivîl (SCS) ên ku li Amed û Stenbolê derheqê çareseriya pirsgirêka Kurd de dixebitin re hevdîtinên dorfirehî pêk anî. Di nav van SCSyan de yên ku di qadên zayendî, zarok, xizanî, penaberiya bi zorê, windahî, avakirina aşitiyê, parêzvaniya mafên mirovan û perwerdeyê de dixebitîn hebûn. Me bi daneyên di van hevdîtinan de bi dest xist “Rapora Hevdîtinên SCS” (STK Görüşmeleri Raporu) amade kir û çap kir. Di raporê de nirxandina xebatên tên kirin û qadên pirsgirêkan ên ku hatine tespît kirin cih digire.
  • Di hevdîtinên dorfirehî yên bi saziyên civaka sivîl re hatibûn pêkanîn de me daneyan bi dest xist û me li ser sê qadên ku di çarçoveya van daneyên de hatine diyarkirin civînek li dar xist. Civîna bi navê “Heqîqet, Dad, Bîrgeh: Tecrûbe, Şahidî, Lêgerîn” di navbera 4-5 Berfenbar 2010an de li Stenbolê hate lidarxistin.
  • Me malpera Navenda Bîrgeh, Dad û Heqîqetê damezirand. Malpera agahiyên di çavkaniyên bi Tirkî hatine wergerandin ên ku di derheqê dada pêvajoya derbasbûnê û hevrûbûna bi paşerojê re de ne û agahiyên saziyên li ser van mijaran dixebitin dihewîne ji bo şixulandina parêzvanên mafan hat vekirin: