Skip to main content
Home

Hûn dikarin Tirkiya daxûyaniyê ji vir, Îngîliziya daxûyaniyê jî ji vir hilbigirin. 

Piştî rawestandina hevdîtinên aşitiyê hikimeta Tirkiyeyê di meha Tebaxê de li bajar û navçeyên gelen Kurd piranî tê de dijîn politikaya ewlekariyê ya maf û azadiyan bêhiqûqî asteng dike xist meriyetê. 

Ji Tebaxa 2015an vir de bajarên ŞirnexMêrdînAmedColemêrg û Mûş û navçeyên wan de qedexekirina derketina kolanan bi demdirêjî û ser hev hate ilan kirin û hinek bajar û navçeyan de hîn ev rewş berdewam dike. Di dema qedexeyan de nehiştin çapameniya netewî an jî navnetewî, saziyên mafên mirovan û kar, endamên parlamentoyê bikevin van bajar û navçeyan. Gelek kêmjimar saziyên civaka sivîl karibûn bikevin bajarên hatine dorpêçkirin û gorî tespîtên raporên wan gelên sivîl ji aliyê nîşangêrên dijwar û kesên çekên giran bi keyfî bi kar anîne ve hedef hatine girtin. 

Gorî raporên aliyê rêxistinên mafan ve hatine amadekirin, 1,3 mîlyon kes ji qedexekirina derketine kolanan bi bandor bûne, zarok û kal jî di nav de 150 zêdetir kesên sivîl jiyana xwe ji dest daye[1], gelek kes birîndar bûne û bi sed hezaran kes jî koçber bûne. Ragirtin û girtinên keyfî çêdibin û gelên sivîl di cihê ragirtinê û qadên derve yên ne fermî de rastî îşkenceyê û pêkutiyên xirab tên. Midexaleya tora telekomunîkasyonê dikin û azadiya ragihanê û nûçegirtinê tê astengkirin. Mamoste ji herêmê dûr xistine û bêdem navber dane perwerdeyê, xizmeta tenduristiyê hatiye rawestandin. Bi tu awayê nahêlên gel pêwîstiyên xwe yên rojane wek xwarîn û vexwarinê jî bi cih bînin û ji bo parastina gelên sivîl bi tu awayê îhtimam nayê nîşandin. Piştî binpêkirinan derhal û bi awayek zelal lêpirsîn nayê kirin. Cezakirin û darizandina hêzên ewlekariyê yên binpêkirinên mafa kirine ne pêkan bûye, polîtîkaya bêcezabûnê belav bûye û hîn bi tûndî berdewam dike. 

Qedexekirina derketina kolanan bi hinceta“girtine endamên rêxistina cudakar a terorîst” û “bicihanîna ewlekariya mal û canê gel” hatiye îlankirin û bo vê jî maddeya 11/C yaQanûna Îdareya Bajar hatiye nişandin. Lê gorî hiqûqnasan, qanûn destûr û mafê qedexekirinê, ku li maf û azadiya hemû gelên bajar an jî navçeyê wisa bandor dike, nade kesê rêveberê bajar.  Gorî maddeya 13. ya Makezagonê qedexekirineke wisa encax bi qanûnê pêkan e. Qedexekirina derketin kolanan a bi emrê walitiyê tê îlankirin dijî Makezagonê ye. Çarçove û mueyîdeyên qedexekirina derketina kolanan derveyî hiqûqê hatine hiştin û loma operasyonên vê demê berdewam dikin û binpêkirinên tên jiyandin jî derveyî venêrana hiqûqê ye. 

Derveyî dema şer, di cihê jiyanê de, ku rêveberiya awarte nehatibe îlankirin, heya gelên sivîl neyên derxistin, wek dijî rêgeza teqez hêzên ewlekariyê nikarin çekên giran bi kar bînin. Qaşo operasyon bi hinceta parastina jiyana gelên sivîl ji tûndiye derveyî hiqûqê hatiye plansazkirin. Lê di rêveberina van operasyonan de hêzek keyfî û nerêjeyî tê bikaranîn û ev nayê qebûlkirin. Heza xedar a hikimeta Tirkiyeyê li van bajar û navçeyan xistiye meriyetê, ne gorî hêza di civakek demokratîk de tê hêvîkirin e û aliyê rêje ve bi awayek cidî binpêkirin derketiye holê. 

Mixabin, di dorhêla şer a derketiye holê de parêzvanên mafên mirovan û aştixwaz jî ji bo tûndî û sûîkastên dewletê bûne hedef. Serokê Baroya Amedê û parêzvanên mafên mirovan Tahir Elçi, dema ji bo rawestandina operasyonan û gotîbêjkirina aşitiyê daxûyaniya çapameniyê dida hate kuştin. 

Rewş xeternak e û bangewaziya me bi lez e! 

Em wek saziyên civaka sivîl, em daxwaz dikin ku ji bo van xalan raya navnetewî bangewaziyek li hikimeta Tirkiyeyê bike:

  • Qedexekirina derketina kolanan a ne hiqûqî ye nayê qebûlkirin,
  • Bi tu awayê hêza xedar keyfî û ne rêje nayê bikaranîn,
  • Di ew operasyonên berdewam dikin de hiqûqa mafê mirovan, hiqûqa cezayê ya nawnetewî û berpirsiyariyên ji hiqûqa mirovahiyê bingeh digire nayê astengkirin,
  • Divê piştevanî bê dayîn ji bo saziyên mafên mirovan, rêxistinên kar, rêveberiyên herêmî û endamên parlamentoyê, ku bo binpêkirin bên rawestandin û tespîtkirin, kiryar bên cezakirin û pêvajo bi awayek zelal bê meşandin û civaka navnetewî bê agahdarkirin têdikoşin,
  • Agirbesta dualî bê îlankirin û şer dîsa bê rawestandin, di bin çavderiya çavdêrên serbixwe de gotûbêja aşitiyê bi awayek fermî û zelal nû ve dest pê bike.

--- 

Beşdarên Yekhêzbûna Di Têkoşîna Hemberî Bêcezabûnê Yên Îmze Didin: Baroya Êlihê, Baroya Amedê, Komeleya Heqîqet, Dad û Bîrgehê, Komeleya Hemwelatiyan A Helsînkî, Komeleya Mafên Mirovan, Komeleya Rojeva Mafên Mirovan, Weqfa Mafên Mirovan A Tirkiyeyê, Baroya Şirnexê 

 [1] Çavkaniyên cuda der heqê binpêkirinên mafê jiyanê yên piştî qedexekirina derketina kolanan hatine jiyandin de van jimara aşkera kirin: Gorî Navenda Dokumantasyonê Ya Weqfa Mafên Mirovan A Tirkiyeyê herî kêm li 17 navçeyên 7 bajaran, di dema qedexekirina derketina kolanan de, ku fermî hatiye îlankirin, herî kêm 151 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane. Gorî Desteya Dokumantasyonê Ya Komeleya Mafên Mirovan, di navbera 24 Tîrmeh 2015an (ku şerê çekdarî dest pê kiriye) û 6 Çile 2016an de di encama êrîşa polês, leşker û cerdevanan de 259 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane. Ji vê jimarê 134 mirin di kolanên qedexekirina derketina derve hatibû îlankirin de qewimîn. Ji kuştina sivîlan 12 heb di sala 2016an de û li navçeyên Sûr, Cizîr û Sîlopyayê qewimî, ku li van navçeyan qedexekirina derketina kolanan hatibû îlankirin. Gorî Navenda Ragihanê Ya Partiya Demokratîk A Gelan, heya 6 Çile 2016an encama qedexekirina derketina kolanan 152 kesan jiyana xwe ji dest dan. 

Hûn dikarin Tirkiya daxûyaniyê ji vir, Îngîlizîya daxûyaniyê jî ji vir hilbigirin.