Skip to main content
Home
10.03.2016

Me Der Heqê Windakirinên Bi Zorê Rapora Şopandinê Pêşkêşî Komîteya Wezîran A Konseya Ewrûpayê Kir

<< NÛÇE

Avrupa_Konseyi_üyeler 

Dewletên Endamên Konseya Ewrûpayê

Navenda Bîrgehê, bi piştgiriya European Center for Constitutional and Human Rights (ECCHR) di 15 Çile 2016an de der heqê windakirinên bi zorê de raporek şopandinê pêşkêşî Komîteya Wezîran A Konseya Ewrûpayê kir. Rapor, tedbîrên polîtîk û hiqûqî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine girtin şîrove dike û ev tedbîrên Tirkiyeyê li hemberî biryarên ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan A Ewrûpayê ve der heqê dozên windakirinên bi zorê de hatine dayîn de ne. Rapor, bo nêrînên xwe pêşkêş bike ji hikimeta Komara Tirkiyeyê re hate şandin, lê ji ber hikimetê bersiv neda ji aliyê Komîteya Wezîren ve hate weşandin. Ji bo rapora bi zimanê Îngîlizî li vir bidin û hûn dikarin demek kurt de wergera Tirkî jî bi dest bixin.

Sepana Biryarên DMMEyê Tê Çi Wateyê?

Peywira Komîteya Wezîran, ku dezgeha bingehîn a biryarê ya Konseya Ewrûpayê ye, venihartina bicihanîna berpirsiyariyên dewletên endam e ku ev berpirsiyariyan bingehên xwe ji peymanên Konseya Ewrûpayê digirin (Peymana Mafên Mirovan A Ewrûpayê, Şerta Civakî Ya Ewrûpayê, Peymana Çarçoveyê Ya Der Heqê Parastina Mafên Kêmjimaran û Peymana Astengkirina Îşkenceyê). Di vê çarçoveyê de, ji peywirên şopandinê yek jî ew e ku KWyê girtiye ser xwe, bicihanîna biryarên DMMEyê ye. Biryarên DMMEyê ji bo dewletan girêdêr e, lê ji bo heman binpêkirin dubare nekin tenê bes nîn e. Ji bo vê jî der heqê biryar çawa tên sepandin hatiye raberkirin ku pêşniyarên DMMÊyê bên şopandin. KW, ji bo gorî biryarên DMMEyê guhertin û nûkirina mewzûat, polîtîka û sepanên dewletan xwedî erkên şopandin û venêranê ye. Ev di aliyek de pêwîstiya hewcedariya reformên bingehîn û sîstematîk ên ku bi biryarên DMMEyê re derketine holê nîşan dike. Dewletên endam berpirsiyarin ku, wek perçeyek prosedura şopandinê, der heqê pirsgirêkên ji aliyê biryarên DMMEyê ve hatine diyarkirin de “planên çalakî” amade bikin û pêşkêşî KWyê bikin. Her çi qasî girêdêriya hiqûqî ya planên çalakî tune bin jî, tê hêvîkirin ku dewlet tedbîrên di vir de hatine diyarkirin bi cih bînin û KW vê pêvajoyê dişopîne. Saziyên Civaka Sivîl dikarin tevlî vê pêvajoyê bibin û ji bo vê jî raporên xwe yên şopandinê pêşkêş bikin.

Avrupa_Konseyi_bina Ji civîna lijneya giştî ya salane dicive ya Komîteya Wezîran A Konseya Ewrûpayê

 Der heqê binpêkirinên hatine tespîtkirin çawa têne sererastkirin de biryarên DMME dide kitekitên cuda de tespît û rêberî dihewînin. KW, dema hijmara biryarên tên ber wan zêde dibin, ji bo pirsgirêkên “bingehîn û sîstematîk” ên ev biryar nîşan dikin bên şopandin heman dozan grûp grûp kom dike. Bi vî awayê şopandina pêvajoya cihanîna biryaran li ser sernavên reforman ve pêkan dibe.  

Çarçoveya Windakirinên Bi Zorê

Mînak, gelek biryarên der heqê windakirinên bi zorê yên dijî Tirkiyeyê de hatine dayîn di bin biryara DMMEyê ya Aksoy v. Türkiye ya di 18 Berfenbar 1996an de hatiye dayîn de hatine komkirin. Ev kom, biryarên der heqê binpêkirinên (îşkenceya dema ragirtinê de, muameley xirab, kuştin, windakirina bi zorê û zirardayîna milk) li rojhilatê başûrê Tirkiyeyê, bi taybetî jî di salên 90î de ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine kirin dihewîne. Lê ji hinek biryarên rojane, yên DMMEyê dijî Tirkiyeyê daye û dîsa der heqê windakirinên bi zorê de ne, di bin biryarên Rojava, Erdogan û Yên Din û Kasa ku nû hatine dayîn de hatine komkirin.  

Rapora Şopandinê Ya Navenda Bîrgehê

Rêzika KWyê ya bi nimroya 9 (2) ya der heqê bicihanîna biryaran û şertên çareseriya hevalbendî de, ji bo agahdarkirina bicihanîna biryarên DMMEyê ji rêxistinên civaka sivîl re maf nas dike. Xebatên lobî, rapor û nêrînên rêxistinên civaka sivîl dikarin bandor bikin ku hem KW hîn baştir xebata xwe ya şopandinê bi cih bîne, hem jî bandor li ser planên çalakî yên hikimetan bike. Rapora şopandinê ya me bi vê armancê amade kiriye, der heqê sepana biryarên DMMEyê yên ji bo windakirinên bi zorê daye û di bin navê Aksoy, Rojhilat û Yên Din, Erdogan û Yên Din û Kasa de hatine komkirin de ji bo KWyê pêşniyar dihewîne. KW, di biryara navber ya 2008an de dabû de (binêrin. CM/ResDH(2008)69), biryar girt ku hinek sernavên pirsgirêkan bigire. Di bin vî sernavê de koma Aksoy cih digirt û vir de jî gelek biryarên windakirinên bi zorê hebûn û Tirkiye dihat nirxandin. Gorî agahiyên Tirkiyeyê dabû biryar hatibû girtin û pişt re ev sernav hatibûn girtin:

  • Kêmasî û bêbandorbûna çarçoveya hiqûqî ya der heqê ewlayiya usulî ku ji bo kesên hatine ragirtin,
  • Neserkeftîbûna parastina jiyana xizmên kesên serî lê didin,
  • Pirsgirêkên pergala perwerdeyê û helwest û sepana giştî yê hêzên ewlekariyê, her wiha kêmasiya çarçoveya hiqûqî ya der heqê karên van kesan,
  • Rasterast bicihanîna bandora şertên Peymana Mafên Mirovan A Ewrûpayê li hiqûqa navxweyî,
  • Di çarçoveya kêmasiya tunekirina zirara kesên mexdûr de, bi awayek bi bandor û bi lez sepana Qanûna Der Heqê Teror û Tunekirina Zirarên Ji Terorê Qewimiye,
  • Perwerdekirina dozger û dadgeran;

Girtina van sernavan dihat wateya ku, Tirkiye der heqê qadên pirsgirêkan ên biryarên dibin navê Aksoy de hatibûn komkirin nîşan kiribûn de gavên baş diavêje û loma KW êdî şopandina var sernavan berdewam nake. Rapora me pêşkêş kiribû baldikişîne ku tevî reforman, der heqê van sernavên hatine girtin de pirsgirêkên rojane yên bi şikl û rêbazên nû berdewam dikin hene. Rapor, ji bo biryarên di bin çar koman de hatine komkirin de, ku koma Aksoy jî tevlî wan e, der heqê şopandina divê KW bi cih bîne de pêşnîyarên me jî dihewîne. Ji bo rapora bi zimanê Îngîlizî li vir bidin û hûn dikarin demek kurt de wergera Tirkî jî bi dest bixin. Hûn dikarin di pirtûka bi navê “Pirtûka Desta Ji Bo Saziyên Civaka Sivîl: Şopandina Sepana Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan A Ewrûpayê” de, ku wergera Tirkî ji aliyê Platforma Mafên Mirovan A Hevkar ve hatiye kirin, der heqê saziyên civaka sivîl çawa dikarin tevlî pêvajoya sepana biryarên DMMEyê bibin de hîn agahiyên zêdetir bibînin.