Skip to main content
Home
14.01.2013

Pêşkêşiyên belgekirinê ya sêyemîn li Mazlûmderê bû

<< NÛÇE

Pêşkêşiyên belgekirinê ya sêyemîn, ya ku ji aliyê Pêngava Civaka Sîvîl ji bo Komîsyonên Rastiyê ya ku Navenda Bîrê jî tevlê hatî amade kirin,  13’ê Rêbendê li Şûbeya Stenbolê ya Mazlumderê hat li dar xistin. Di civînê de tevî xebatên belgekirinên Mazlûmderê yên îhlalên mafan, her wiha esas û nêzîkatî jî hat qal kirin.

Endamê Rêveberiyê yê Şûbeya Stenbolê ya Mazlûmderê Hasan Postaci, yê ku axaftina destpêkê kir, qala armanca saziyê û xebatên ku wan berê pêk anî yên ji bo amadekirina bingeha Komîsyonên Rastiyê kir. Ahmet Mercan jî, yê ku serokê berê yê şûbeyê, qala çîrok û felsefeya avakirina saziyê, ya ku di sala 1991’an de ava bûyî, kir. Mercan diyar kir ku Mazlûmder tevî referansên Îslamî asas digire, her wiha referansên gerdûnî jî asas digire. Dîsa Mercan diyar kir ku Mazlûmder saziya Hıl’ful-fudul, ya ku li Mekkeyê ava bûyî, wekî mînak dibîne û li hemberî her zilmê gelek sal in tê dikoşe.

Alîkariya Hiqûqî û Xebatên Raporkirinê

Koordînatorê Hiqûqê Parêzer Arîfe Gokkaya jî qala xebatên komleyê yên hiqûqê sîstemên belgekirinê kir. Sazî, xebatên xwe bi wesitaya komîteyan dimeşîne. Ji van komîteyan a herî girîng Komîteya Hiqûqê ye û ev jî bi wesitaya hin komîsyonên bin ên cûr bi cûr li ser îhlalên der heqê mafan de dixebite. Mazlûmder, a ku gelek serlêdanan distîne, ji bo her serlêdanên îhlalên mafan dosyayekê vedike. Piştî ku der heqê îhlalê de agahiyên hewce yên hiqûqî tên dan, berê serlêder didin parêzerekî/ê. Gokkaya, ya ku bi taybetî dibêje qetî li nasname û nêrîna kesên tê nayê nêrîn, dibêje ku kesên tên ji bo lêgerîna mafên xwe tên teşwîk kirin. Ji bilî beralîkirina parêzekî/ê din, Mazlûmder di derfetên xwe de dahîlî hin dozan dibe û bi derfetên xwe piştgiriya parêzeran dide. Gokkaya, ya ku pêşkêşiya xwe bi mînakên berbiçav destek kir, qala malbata Başak’ê, ya ku ji kuştinekê berpirsiyar û ji ber vê 3 sal û 4 meh e girtî, kir ku wan çawa mudaxale kirin. Ev doz, a ku dijî wan delîl kêm û delîlên lehên wan pir û di çapemeniyê de nûçeyên ku rûmet wan dipelixîne tên weşandin, bi tenê ji gelek weqayan yek e. Hat diyar kirin ku di van dewrên dawî de der heqê penaberan gelek serlêdan tê û hejmara van serlêdanan zêde bûye û ji ber vê nîskok li ser vê yekê zêde bûye. Bi taybetî jî li Navenda Paş Tê Şandinê ya ji bo penaberan a li Kûmkapiyê metodên mîna daxuyanên çapemeniyê, numayîş û serdanê tê bikaranîn û di vê yekê de destkeftiyên erênê hatiye bi dest xistin. Komele her wiha, dema ku îhlalên mafan ên girseyî pêk tê, bê serlêdan jî tevdigere. Serlêdanên ku wan kirî yên dewra dawî de yên mîna Roboskî Afyon/Sûltadagi û di vê yekê de raporên ku wan amade kirine, mînakên vê mijarê ne. Parêzer Semîh Bîten, ê ku Serokê Komîteya Bergirî û Şopandina Îhlalên Mafan, jî îfade kir ku her sal raporên ku di wê salê da îhalên dibe tên amade kirin. Diyar kir ku van raporan ji sazî û SCS’yên têkildar re hatiye şandin û wisa berdewam kir: “Heta Rapora Me ya Mafên Mirovan ya Tirkiyeyê ya sala 2010’an ji aliyê Wezareta Karên Hundir hatiye lêhûrbûn û ji wezaretê têkildar re hatiye şandin.” [1]

Mafên leşkeran û mirinên biguman

Parêzer Mahîr Orak, ê Serokê Komîsyona Mafên Leşkeran û yê vegot ku mijarên mîna li leşkeriyê îhlalên pêk tên û îhtiharên leşkeran xebatan dikin, got ku xebatên wan alîkarî da ku raya gel hê agahdar bibe. Orak, ê got ku arajneyên di mewzûatê de ji bo îhlalan jinavêhilanîn û bergiriyê girîng e, vegot ku gelek serlêdanên mîna emsalan ên der barê li leşkeriyê mirinên bi guman tên û di vê yekê çawa dibin alîkar. Di vê yekê de Orak mirina biguman a Aydin Dere jî wekî mînak da nîşan. Hat diyar kirin ku Dere dema di sala 2000’an de li Çanakkaleyê leşker bûye bi şeklekî biguman xwe întihar kirinye. Piştî ku dozgerê leşkerî li cihê bûyerê lêkolîn kir û rapor amade kir, Saziya Tiba Edlî ya Bûrsayê jî wekî rapora dozger raporeke otopsiyê daye. Dosya ji aliyê Dozgeriya Leşkerî ya Gelîbolûyê 12 salan hat vekirî hîştin lê belê der barê tu kesê lêpirsîn nehat vekirin. Piştî bi desteka Mazlûmderê şandina dosyayê ji dadgehên xwedî destûrmenda taybet, biryara bêşopandinê hat dan lê têkoşîna hiqûqê hê jî berdewam dike, der barê vê weqayê. [2]

Li girtîgehan jî dixebite

Di herî dawî de Parêzer Kaya Kartal, ê Serokê Koma Xebatê ya Girtîgehan, qala xebatên xwe yên der barê îhlalên li girtîgehan kir. Komîsyon bi pêkanîna serdanên girtîgehan hewl dide ku îhlalan tespît bike û ber bigire. Her wiha di hevpeyvînên 15 rojan carekê pêk tê de agahiya li girtîgehan çi diqewime ji raya gel re tê dan. Wexta ku civîn pêk dihat, di eynî saziyê de ji van hevpeyvînan a şeşemîn pêk dihat.


[1] Rapora Mafen Mirovan ya Tirkiyeyê ya 2011’an (Tirkî) [2] Rapora Pêvajoya Dadrêsê ya Bêbandor a Der Barê Leşkerên Hatî Kuştî (Tirkî)