Skip to main content
Home
18.06.2012

Di belgekirina heqîqatê de 20 sal

<< NÛÇE

Em berdewamê amade kirina civînan ên der heqê xebatên belge kirinê yên ku saziyên çeşîtdar ên mîna Peyanên Civata Sîvîl ji bo Komîsyonên Heqîqatê kirî dikin. 16ê Pûşpera 2012’an di civîna roja şemiyê pêkanî de Enver Ozer ê ku ji Navenda Dokumentasyonê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TİHV) ji me re qala xebatên xwe kir.

Navenda Dokumentasyonê yaTİHV di sala 1990’an de ji bo belge kirina xerab kirinên mafên mirovan li Enqereyê hat damezirandin. Navend a ku bingeha wê Helmut Oberdiek avetî, 20 sal e bênavberî dixebite. Belge kirinên ku Navend dike, bi asasî li ser lênêrîna çapemeniyê ye. Tevî vê yekê, bi agahiyên ku ji şubeyên İHD (Komeleya Mafên Miorvan) û TİHV û ên rêxistinên mafan ên din tên, bi bikaranîna mafa agahî standinê û pêşniyarên pirsan yên ku li meclîsê tên dan; xebatên belge kirinê tê piştgirî kirin.

Metodolojiya TİHV’yê
Raporên salî û rojî yên ku xeraban belge dikin ên di bin şeş sernavan pêk hatî, derdikevin holê.

Xerabên belge kirî di şeş sernavên cûda tên kom kirin. Ev: Mafa Jiyanê, Ewleyiya Kesan, Girtîgeh, Azadiya daxuyanê, Azadiya Civîn û Nimayîşê, Azadiya Birêxistin Bûnê û xerabên din ên ku di bergeha Pirsgirêka Kurd de. Xerabên di bergeha Pirsgirêka Kurd de bin û ne di bergeha sernavên din bin, di sernava şeşan de tê kom kirin. Di salên 90’an de di bin vê sernavê de xerabên ji ber notirvanên gund û rewşa awarte derketî holê hatin belge kirin. Wekî ku Ozer diyar kir, bi rakirina rewşa awarte re hejamara xerabên di bin vê sernavê de bi girîngî ketiye. Ji ber xebatên ku TİHV’yê bipergal kiriye, raporên salî û rojî yên ku xeraban di bin şeş sernavan belge dike, derdikevin holê. Her roj bi yekûn 38 rojname, kovar û ajansên nûçeyan tê lênêrîn û ji vê îstîfade, bultenan tên nivîsandin. [1] Di bergeha xebatê de bi lênêrînên sibeh, ber êvarê û şev tê kirin, hewza nûçe tê pêkanîn û ji vê hewzê jî nûçeyên ku têkevin bultena rojê tê ecibandin. Di nûçeyan de bal tê dan ku navên kesan, cihê bûyerê û dema wê hatiye dan. Eger agahî kêm be, wê demê bi kesên ku bûyerê zelal bikin re dikevin têkiliyê. Rapor kirinên mehî yên ku dema Navend teze hat damezirandin derketîbûn lê belê demek şûn ve nema derketin, di vê salê de dîsa dest bi derketinê kirin. Raporên mehî wekî bîlançoyeke 2-3 rûpel tê amade kirin. Raporên salî jî ji dema Navend hatiye demazirandin heta niha her sal derdikevin. Raporên salî yên TİHV’yê ji xeynî ji yekûna raporên rojî hatiye pêkanîn, dibe ku bê fikirîn ku wekî envantereke rewşa mafên mirovan a welat dipêşînin jî. Tevî raporên rojî û salî, raporên taybet tê kirin, ji bo afirandina raya gelemperî dikare bibe gelekî bandordar. Ji bo mînak, di sala duyemîn a guherîna Qanûna Selehiyet û Peywira Polêsan de rapora ku hate amade kirin; ji bo afirandina raya gelemperî ya li ser guherîna qanûnî, îşkence û muameleya nebaş radike, gelekî bandor bû û ev mesele bi xêra vêya di çapemeniya neteweyî de hate gengeşî kirin. Navenda Dokumentasyonê ji bo partiyên siyasî û saziyên din jî dikare rapor kirinên taybet bike. Dema ku ji bo partiyên siyasî, konsolosî û xwendekaran hewceyiya agahiyê derkeve hole, ev dikarin serî li TİHV’yê bidin. Di hundirê vê salê de, ji ber ku sala 10’emîn a damezirandina desthilatiya AKP’yê ye, amade kirina raporeke karneya mafên mirovan a AKP’ye pêşkeşî dike jî di nava planan de ye. Raporên ku hatine amade kirin, ji aliyekî xerabên mafên mirovan belge dikin, ji aliyê din jî di serîlêdanên îltîca û biryarên DMME’ye (Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê) de wekî referans tên nîşanî dan. Heta dadgeheke herêmî di biryareke xwe de piştda raporeke TİHV’yê.

Belavkirin çawa tê kirin?
Evren Özer

Raporên hatine amade kirin ên rojî ji lîsteyeke nûçe ya 519 kes endamê wê hene re tê şandin. Gihaştina endambûna lîsteya nûçeyê û raporan, ji malperên înternetê, Facebook û Twitter ‘ê mumkûn e. Îstatîstîkên ziyaretvanên van deran nîşanî dide ku çapemeniya nû çalak bi kar tê. Rojê 40-50 kes malpera înternetê ziyaret dikin. Di Facebook’ê de 3101 û di Twitter’ê de 5000 şopîner hene. Bi xwezayî, ji bo van hemû xebatan hêzeke girîng a mirovan pêwist e. Di demên ewilî de 2-3 kes ji wan ji bo wergerandinê bi yekûn 7-10 kes di navendê de dixebitîn. Lê ji sala 2007’an heta niha ji ber dengasiya aborî bi tenê kesek li navendê dixebite. Ji ber ku hejmara xebatvanan kêm e, ji bilî îngilîzî wergerandina raporên rojî nema tê kirin. Mesela, wergerandina îngilîzî ya rapora salî, herî dawî di sala 2005’an de hate kirin. Ji ber derfetên dengkerî, raporên salî yên ji berê hatine çapkirî ji sala 2008’an heta niha nayê çap kirin.

Xeraban di salên dawî de bi rewşeke awarte zêde dibe

Xebatên belge kirinê yên TİHV’yê ji bo polîtîkaya mafên mirovan ya hukûmetê bişopîne, çavkaniyeke girîng pêşkeşî dike. Em dibînin ku di sala 2012’an de xeraban bi rewşeke awarte zêde dibe. Li gorî îstatîstîkan di sala 2012’an de di xerabên mafan de zêdebûneke girîng heye. Di salên borî de waqayên ku di mehekê de hatine belge kirin nêzî 200’î bûn, lê di 2012’an de derketiye ser 250. Bi taybetî di xerabên bi azadiya birêxistinbûnê têkildar de zêdebûneke girîng heye.

Waqayên Xerabên Mafên Mirovan ên Diyarkirî (TİHV)
 2011 2012
Adar114218
Nîsan144207
Gulan 122276
Pûşper(15 rojên ewil)76149

Eger em li mijara îşkenceyê binêrin, xêra xebatên rapor kirinên TİHV’yê dîtina awayên îşkenceyê çawa guheriye, li ku û ji bo çi tê kirin mumkûn dibe. Di nava salên 2000-2005’an de di hejmara serîlêdanên li waqfê hatine kirin ên bi îşkence têkildar de, kêmbûn pêk hatiye; lê ji sala 2005’an tevî guherînên QCT’yê (Qanûna Ceza ya Tirk) dîsa zêdebûnek hate dîtin. Tiştê ku balkêş jî awayên îşkence û muameleya nebaş piştî sala 2005’an guheriye. Zêdeyê serîlêdanan ne ji yên ku li qerekolê û piştî binçavkirinê li îşkenceyê dûçar bûne ye, zêdeyê wê ji yên dema nimayîşê dûçarê jop û gaza îsotan bûne pêk tê. Ji ber vê yekê tê gotin ku îşkence ji awaya agahî standinê zêdetir, bikaranîna awaya tirsandina gel e. Li gorî Evren Ozer, ev raporan çiqasî bandordar bin jî, dikarin bandora biyanîkirinê jî bike. Eger di raporan de bêpûte bê tevgerîn janan bi tenê li reqeman tê vegerandin û bi tenê ji xeynî mexdûrê sereta, jana kesên din “nayê hesibandin”. Ji ber vê yekê divê guh bidine bandora civakî ya waqayan û analîzên ku bandora van derxe holê bên çêkirin.

Divê saziyên mafên mirovan hevpar bixebite

Di dawiya civînê de girîgiya hevpar xebitîna saziyên mafên mirovan hate kirpandin. Ji bo ku asteng kirina cûda bikaranîna mefhûman û ji bo termînolojiyeke hevpar, hatina beramberî hev dikare bibe destpêkirineke baş e. Di rojên hin pêş de dibe ku anîn ba hevâ daneyên di destê saziyên mafên mirovan de bê rojevê. Hedefa ji niha şûn ve ya Navenda Dokumentasyonê ya TİHV’yê, bi Helmut Oberdiek re lênêrîn û arşiv kirina li ser 90’an kirin e. Di vê peywendê de, lênêrîn kirina di çapemenî û arşîvên DGM’yê de tê plan kirin. Di dawiya vê xebatê de ligel îddîaya 17 hezar cangoriyê kiryarê meçhûl, dê dikarê bigihêje hejmareke rast.


[1] Akşam, Zaman, Yeni Şafak, Vatan, Star, Sabah, Radikal, Milliyet, Hürriyet, Evrensel, Birgün, Cumhuriyet, Vakit, Fırat Haber Ajansı, Atılım, Yurt, Gündem, Ntvmsnbc.com, Bianet.org, Indymedia.org, Sesonline.net, Gazetem.net, Haber7.com, Yeni Özgür Politika, Libre Haber Ajansı, Halkinsesi.tv, Cnnturk, Alinteri, Kızılbayrak, Taraf, Habertürk, Özgür Radyo.