Skip to main content
Home
03.03.2012

IHD Diyarbekîr xebatên xwe yên belgekirinê vegot

<< NÛÇE

Me wekî Peyanên Civatên Sîvîl ji bo Komîsyonên Heqîqatê çalakiyek di 3ê Adara 2012’an de amade kir. Di vê çalakiyê de Racî Bîlîcî yê ku ji Komeleya Mafên Mirovan (İHD) ya Şubeya Diyarbekîrê, berpêşiyeke agahker der heqê xebatên belgekirinê pêk anî.

Nûnerên İHD, Hafıza Merkezi, Buroya Alîkariya Hiqûqî ya Hemberê Di Binçavkirinê de Destdirêjî û Tacîzên Zayendî, Kolektîfa Dara Tû, Goç-Der, Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkiye (TİHV), TESEV, YAKAYDER, Buroya Mazlûmderê ya Stenbolê, Navenda Olof Palme û Peyana Lokolînên Heqîqatê ya Muglayê beşdarî civîna li Anadolu Kültür pêk hatî bûn. Di vê civînê de li ser mijarên xerab kirinan ên Şubeya İHD a Diyarbekîrê belge kirî yên mîna prosedûrên gilî standin, ewleyî û ewledariya daneyan, peyketina hiqûqî, rapor kirin, mijarên teknîkî û depo kirinên daneyan hat sekinîn û girîngiya xebatên belgekirinê hate kirpandin. Civînê bi berpêşiya Meltem Aslan a ji Hafıza Merkezi dest pê kir. Aslan diyar kir ku, di dema damezirandina Hafıza Merkezi de bi gelek saziyên civata sîvîl ên cûda re gelek hevdîtin pêk hat û di van dîtinan de dîsa hat fehm kirin ku belgekirin çiqas girîng in. Di vê peymendê de belgekirin dê di xebatên Navendê de cihekî girîng bigire û wekî xebateke pîlot, nîskokê dê li mijara bi zorê hatin winda kirinê kom bibe. Pîştî vê, ji Şubeya İHD ya Diyarbekîrê Bîlîcî qala xebitîna komeleyê û bi taybetî xebatên unîteya dokumentasyonê kir.  Ji sala 1988’an heta niha daneyên, ji 13 şube û 4 nûnerî yên li herême, hatine hatiye qeyd kirin. Ji ber vê yekê Şubeya İHD ya Diyarbekîrê xwediyê arşîveke mezin e. Ji vê arşîvê îstîfade, li gorî rapora İHD ya 2011’an 29.366 xerabên mafan hatine belgekirin.

Xeraban çawa tê belgekirin?

İHD ji sala ku hatiye damezirandin sala 1988’an heta niha, hemû xerabên mafan ên ku digihêje qeyd dike. Çiqas ku İHD li ser mafên nişfa duyem û sêyem dixebite jî, bi taybetî li ser xerabên hemberê nifşa yekem dixebite û belge dike. Raporên ku bi raya gelemperî re tê parî kirin, netîceyên giring ên van xebatan e. [1] Şubeya İHD ya Diyarbekîrê tevî raporên salî her wiha çar mehan carekê(carînan şeş mehan carekê) rapora herêmê diweşîne. Di raporê de cureyên xeraban wekî sernavên cûda bi derûnî tê lê hûr bûn. Ji bo mînak kiryarên meçhûl di binsernavên wekî jin, mêr û zarok de; xerabên hemberê mafê jiyana jinan jî wekî binsernavên destdirêjî, fuhûş, xwekujî, tacîza hêza ewleyiyê tê belgekirin. İHD dema ku hewce be, raporên taybet ên li ser mijarekê hûr bûyî diweşîne. Mijarên mafên zarokan, girtîgeh, gorên tevahî an jî Roboskê ji van sernavên raporên taybet çend heb in. [2] Xêra xebatên komeleyê ji sala 1988’an heta sala 2011’an di der heqê mafê mirovan de gelek îstatîstîk hatine bi dest xistin. Vêgavê, gelek daneyên di raporan de ji Şubeya Diyarbekîrê tê. Di xebatên belge kirinên Şubeyê de alîkariya serîlêdanên tê gelek zêde ye. Ev serîlêdanan bi formekê an jî bi hevdîtinan re tê standin. Bîlîcî diyar dike ku, rastiya çavkaniyê gelekî girîng e û ew naxwazin ewleyiya raporê rîske bikin. Ji ber vê yekê her dem xebatên qadê dikin û lêkolînên derûnî dikin; nûçeyên rojnameyan jî heta ku nê rastandin, nayê rapor kirin. Bîlîcî diyar dike ku, tirsîna mirovan dikare bibe astenga belge kirina xeraban. Bi texmînî heta niha ancax %40 xeraban hatiye belge kirin. Bi tayebetî demekê tirsîna mirovan a serîlêdana komeleyê bûye sedema gelek bêagahdariya xeraban. Ji xeynî vê astengê, astega din jî, polês û leşkeran nahêlin ew bi hêsanî têkevin cihê bûyerê ku ev yek jî bi gelek hucetên ewleyî qedexe ye. Bi tevgerîna bi baroyan, dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin. Bi rastî jî  dema ku ji bo li Komkuja Roboskê hûr bibin çûn, cihê ku nikarîbûn tenê têketana, bi alîkariya serokê baroyê ancax ketine.

Xebitîna İHD’ya Diyarbekîrê

Nêzî bîst rêveberê şubeyê hene û ji van kesan heft-heşt kes jî parêzer in. Rêveberên din ji pîşeyên din in, lê belê bala xwe didin ku mutleqa di nava wan de civaknas û parêzer hebin. Tu heta bibêjî hejmara rêveberên jin zêde ye û têkiliya tu rêveberî bi partiyên siyasî nîne. Di vê şubeyê ya ku 200-250 kes ji wan aktîf bi yekûn 800 endamê wê heye de, komîsyonên ku li ser navên mijarên hiqûq, girtîgeh, jin, zarok, têkoşîna bi îşkence, derdor û mafên bajariyan, têkiliya bi civakên sîvîl, vediqetin hene. Endamên aktîf di  van komîsyonan de cih digirin.

Şopa Dozê

Şubeya İHD ya Diyarbekîrê ji maxdûr û lêzimên wan re piştgiriya hiqûqî jî peyde dike. Ji bo hin bûyerên ku serî li Şubeyê dayî, ji malbatan wekalet tê standin û heta doz bi dawî bibe, doz li ser navê malbatan tê şopandin. Her wiha ji bo malbatan piştgiriya nivîsandina daxwazname jî tê dan. Ji xeynî vêya, bi Wezareta Karên Hundirîn re der heqê girtiyên nexweş, cezayên hucreyê û di girtîgehê de axaftina kurdî, di nava rojê de ji hev re gelekî nivîsandinê pêk tînin. Dema ku dem borîna bûyerekê nêzik dibe, eger pêwist be, bi baro û saziyên din re  dikevin îrtîbatê û ji wan piştgirî tê xwestin. Bîlîcî diyar kir ku, DMME’yê gelek caran dewletê di van dozan de mehkûm kiriye. Tevî ku piştî van, kiryaran ceza nestînin jî, ji bo teşhîr bûna dewletê û ji raya gelemperî re eşkere kirina xerabên dewletê, gelekî girîng in.

Parî Kirina Arşîvan

Bîlîcî diyar dike ku ji sedan nod belgeyên niha di destê wan de bi raya gelemperî re parî kirine; lê belê arşîv niha bi temamî ne vekirî ye. Di helwestê de endîşeya ewleyiyê xwediyê cih e. Arşîv di dorhêla înternetê de jî ji ber tirsîna êrîşên ferazî pêk bên, nayê parî kirin. Ji bo mînak, nexşeyeke gorên tevahî ya ku wan weşandiye, bi êrîşê dûçar bûye. Beşdaran li ser girîngiya mijara parî kirina arşîvan hemfikir bin jî, tê dîtin ku bêbaweriya beramberî hev astengeke mezin a li hemberî vê ye. Li gorî Bîlîcî bersiv da pirseke hatî, got ku keda wan a ji aliyê wan li qadê tê dan, ji aliyê rêxistinên civaka sîvîl tê xwarin û ev yek jî zerarê dide têkiliya ewle ya beramberî hev.


[1] Hûn dikarin ji vir bigihêjin raporên salî yên İHD ên ku der heqê xerabên mafên mirovan. [2] Hûn dikarin ji vir bigihêjin nexşeya İHD’yê der heqê komên tevahî amade kirî.