Ayhan Isik, ê ku di tîma me ya di nava 30’ê Gelawêj û 6’ê Îlanê de ji bo waqayên bi zorê windakirinan xebatên qadê dike de cih girtî, çavderiyên xwe nivîsand.
Cizîr; di cihekî hewa wê pir germ, sê aliyê wê bi girikên biçûk û çiyayên Cûdî û Gabarê ve dorgirtî; aliyê wê yê rast jî li Sûrî dinêre de ye. Bajarê ku nêzî 100 hezar kes lê dijîn, ji nava wê de çemê Dîcleyê derbas dibe. Wekî bi sîstemî, sê aliyê bajar jî bi cihên leskerî hatiye girtin. Ev jî xuya dike ku bi dorgirtina cihên leskerî, bajar di nava destê wan de maye. Jiyana bajar a civakî, li baxçeyên çay ên bê mey, ên li qeraxa Dîcleyê derbas dibe. Ji ber ku bajar li qeraxa sînor e; li vî bajarê esnafên biçûk, bazirganiya sînor tê kirin. Her wiha, ajaldarî û çandinî jî, her ku berê hê zêde bû be jî, hê jî di aboriya bajar de xwediyê cihekî girîng e. Ji bo ku waqayên bi zorê windakirinê bê bi mane kirin, hewce ye ku li salên 1988-93’an bê nêrîn. Tê diyarkirin ku di vê dewrê de, çalakiyên PKK ên siyasî hemû jiyan derdor kiriye. Pistî ku Ozal mir, ji dêvla wî Demîrel bû serokkomar; bi serokweziriya Çîler û serkana gistiya Gures re, pêvajoyeke nû ji bo bajar dest pê dike û îqlim bi tûmerî diguhere. Tîmeke wekî nûnerên polîtîkaya dewletê yên mehelî: Serpel Cemal Tezmîzsoz û sernotirvan Kamîl Atag û îtîrafkarê PKK’ê, notirvan û tîma taybet bi 8-10 kesan pêk tê. Di wê dewrê de bi destê wê tîmê, Cizîr wekî herêmeke pîlot tê hilbijartin û windakirin û mirin demxa xwe li wê dewrê dixe. Faktoreke girîng ya guherîna dengeya siyasî jî, ji ber ku nêzî PKK’ê ne, ji bajêr sandina bi hezaran kesan e. Divê em diyar bikin ku di sala 1993’an de mala sernotirvan Kamîl Atag ji aliyê PKK’ê hatiye bombe kirin û bavê wî miriye.
Çima hêzên dewletê serî li metodeke wekî windakirinê dide? Me ev pirs rasterast û nerasterast,ji gelek kesan pirs kir.
Çima hêzên dewletê serî li metodeke wekî windakirinê dide? Me ev pirs rasterast û nerasterast, ji gelek kesan pirs kir. Li gorî bersivên gelek kesan dane; bi vê pratîkê hatiye xwestin ku li ser gel hesta tirs û bê hesap pirsînê bê afirandin. Nexuyatiya aqibeta kesên windakirî, xizmên windayan diqehirîne. Ev wekî îskenceyeke her dem didome ye, ji bo wan. Hemen hemen me bi kê re hevdîtin pêk aniye, daxwaza wan ev e ku: “em hestiyê xwe dixwazin”. Me di hemû hevdîtinan de hîs kir ku; tu peresînên wekî asitî, azadî û dadê qewsî dîtina hestiyan wan rehet nake. Windakirin bi du seklan hatiye kirin. Di metoda yekem de, peywirdarên dewletê êrîs li malan dikin û kesan binçav dikin. Pistre jî haya kesî ji wî/wê kesê/a hatiye binçav kirin, çênabe. Di metoda duyemîn de jî, kes dema ku li derveyî mala xwe be, tê windakirin. Malbatan çiqasî jî serî li saziyên dewletê dabin jî, bersiva “kesekî/e wisa tune ye” standine. Cesedên kesên ku hatine windakirin jî, pirî caran bi; bêpûte li cihên tena binerd kirinan, ji helîkopteran avêtinan, sewitandinan an jî li cihekî nêzî navenda bajêr wesartinan; xwestine ku ji wan pa bibin. Malbatan bawer dikin ku cesedên lêzimên wan, an di bin mala sernotirvan de, an di baxçeyên cihên leskerî de an jî di gundê ku basûrê Cizîrê ango gundê Hîzbûllahiyan de wesartî ye. Tesbîtkirina kistasên ku tîma windakirinê di windakirinê de pêk tînin, çi ye; ev pir zor e. Kesên ku hatiye windakirin, bi gelemperî ji kesên ku bi tevgeriya Kurd re têkildar tên. Hin kesan jî, ji bo havilên aborî yên notirvanan, hatine windakirin. Tê gotin ku di vê dewrê de, di malên Temîzsoz û Atag de zêdebûneke mezin pêk hatiye.
Em dikarin ku helwestên malbatan ên pistî windakirinê jî bi duyan veqetînin. Di koma yekemîn de, malbatan ji bo aqibetên ku hatine serê lêzimên wan, fehm bikin; serî li hemen hemen hemû saziyên dewletê, baroyan, KMM’ê, partiyên siyasî û saziyên din dane. Koma duyemîn jî, ji ber ku hem pereyê wan tune ye ku parêzeran bigirin û hem jî ji ber ji zordariyan tirsisyane, ji bo dîtina lêzimên xwe tu tesebbus nekirine. Gelekî malbatan gilîdar in ku parêzeran bi vê mijarê zêde têkildar nabin. Hetta hin malbatan îddîa dikin ku parêzeran, tazmînatên ku ji DMME’yê hatiye qezanç kirin jî, an nedane wan an jî hinek dane wan. Me îddîaya wahîm, ji gelek kesên ku me bi wan re hevdîtin pên anî, bihîst.
Bi gelemperî, hevser û zarokên ku hatine windakirin, wekî karkerên demsalî; diçin bajarên Marmara’yê, Ege’yê û Anatoliya Navîn. Her wiha, xebatên hêja yên sarederiyan jî, alikariya wan a aborî, dikin. Mîsal keçên ciwan ên ji malbatên ku lêzimên xwe windakirî, wekî zabita, di sarederiyan de peywir digirin. Malên ku malbatan tê de rûdinin, adeta mîna ûsûla îmc, ji aliyê derdora nêz tê çêkirin. Hemen hemen hemû malbatanên windakiriyan, ji aliyê siyasî ve, nêzî tevgeriya Kurd in. Hetta ji bo destpêkirina çalakiyên dewletê û qetilkirinên pistî sala 1993’an jî, PKK’ê berpirs dihesibînin. Hin malbatan ev kirpandin û gotin ku: “pistî ku PKK çû, van kustin û windakirinan dest pê kir”. Ango bawer dikin ku, tevgeriyê, wê demê pasiyê xwe daye wan. Dema ku di salên 1990’an de rews wisa bû, di salên 2000’an de rews çawa ye? Kesên ku dixwazin lêzimên xwe yên windakirî bigerin, bi bahaneyên cûda, ji aliyê dewletê dikevin girtîgehan. Di wan deman de, bi mirinê dihatin tirsandin; niha jî bi xistina girtîgehan tên tirsandin. Wekî netîceya bûyerên pêk hatî, gelek malbat zarokên xwe ligel zarokên xwe jî nasînin dibistana sereke. Dema ku me sedema vê pirsî jî, bersiva “ çima em ê bisînin? Tistekî ew ê bidin me tune ye. Hem ew ê winda bikin û hem jî ew ê rastiyê fêr bikin!” dan me. Mîsal ciwanek ji ber ku brayê wî yê 17 salî, 60 sal ceza stand, neket ezmûna zanîngehan û dibêje ku: “ji vê sîstema dewletê, ez ê çi hêvî bikim”. Cihekî girîn ê din jî, malbatan wekî gayrî fermî, berpirsiyariyeke der barê meseleya windayan didin ferdekî/ê nav malbata xwe. Ev jî wekî kar parî kirinê ye. Ji bo ku malbat normal bibe, karekî di nava malê de parî kirî ye. Bi gelemperî jî, vê berpirsiyariyê dayikan standiye.