Skip to main content
Home
12.03.2012

“Dayikên Şemiyê wekî Dayikên Plaza de Mayo ên 78’an e”

<< NÛÇE

Hevpeyîvîn: Canan Kaya

Ligel ez ewqas sal in li Buenos Aires’ê dijîm, bajarê Olimpo’yê ji ber ku dûr e ez nikarim biçûma, dema ku min dît ewqas di nava bajêr de ye eş şaş dimînim di serî de. Piştre, ji xeynî Dibistana Teknîk a Sîtolê ESMA, ez pê dihesim ku hemû navendên îşkenceyê yên dema dîktatoriyê ji qazî li warên sinifên xizan lê dijîn hatiye ava kirin. Taybetmendiya Olimpo’yê, tevî Mansion Sere, tersî hemû navendên din dageriyaye wekî navendên îşkence û rehabilîtasyonê. Hemû navendên din zaten cihên aîdî polîs û artêşê bûn, Olimpo ji garaja otobozên şarederiyê dageriyaye wekî warên îşkenceyê û kampên komkirinê. Clup Atletico, ya navenda îşkenceyê ya nêzî Boca’yê, ji bo çêkirina otobanê hatiye xera kirin û girtiyên li wir, neqlî Olimpo’yê bûye. Di nava salên 1978-1979’an de bi tenê di şeş mehan de nêzî 700 girtiyên ji Olimpo’ya di çalakiyê de bû derbas bûne, hew 50 kes sax mane.

Berpirsiyarên muzeyê antropolog Maria Eugenia Mendizabal û Ricardo Maggio di meha Berfanbarê de mêvanê atolyeya pêngavên bîranînê, ya li Stenbolê pêk hatî, bû. Em bi Maria Eugenia û Ricardo re der barê serdana wan ya Stenbolê peyivîn.

Di serdana Stenbolê pirsa ku te herî zêde heyîrand çi bû?Maria Eugenia: Dema ku me bi rêhevalên li Tirkiyê re hevdîtin pêk anî ez dibêjim qey navê wê Ozgur bû, ji min re pirsî “Kesên ku tê serdana we, di pirtûkoka ku we ji bo kesên li Olimpo’yê hatin winda kirin amade kirî de sembolên komunîst dibînin çi dibêjin, çi bertekê didin?”. Pirsa ku ez herî zêde lê şaş mam, ev bû. Min pêvajoya ku min li Arjantînê jiyayî vegot. Min got me niha tiştên wisa derbas kirin û mirovan zêde xweşbîn in û tiştên wisa li xwe danînin. Wêneya ewilî ya ku te li Stenbolê dît çi bû?Maria Eugenia: Li Stenbolê wêneya ewilî ya ku min dît wêneya modernîteyê bû. Ev vê wêneyê wisa vebêjim: Ji aliyê şewqên bajêr, navendên danûstanê, kolanên xemilî; ji aliyê din jî jinên girtî, mizgeft, bazar û mirovên her tim danûstanê dikin. Di awira ewilî de tu nikarî şideta dewletê bibînî; çimkî nayê xuya kirin. Di cara yekem de eğer tu kes tiştekî j ite re nebêjin; mirov tê binçavkirin û girtin, marûzî mûameleya xerab dimînin; ne mumkûn e ku tu tiştekî fehm bikî. Eger hevalên li wir ji min re qala tundiyên dijî Kurdan, rewşenbiran, rojnamevanan û xwenderan nekiran; ez ê wekî turîstekî hatiye Stenbolê geriyayî bipeyiviyam û ez ê di çavdêriyên wisa de bimam. Hevalan çiqasî qal kirin jî, me di atolyeya pêngava bîranînê de dest bi fehm kirina tiştên li Tirkiyeyê dibe kirin. Ji bo fehm kirina Tirkiyeyê we rêçek çawa meşandin?Maria Eugenia: “Detspêka xebatên bîrê yên bê kirin ên der barê mexdûrên dewra dîktatoriyê, muxalîfan, komunîstan û Kurdan ên hê berdewam dikin dê divê çibe?” Ev pirs bû rêbera fehm kirina me ya Tirkiyeyê. Çimki ji aliyekî girtiyên siyasê yên kevn hewcetiya vegotina tiştên xwe yên ku wan jiyayî dibîne, ji aliyê din jî her wiha tiştên ku wan jiyayî hê jî kesên din dijîn û tundî li ser wan berdewam dike. Ji ber vê yekê, afirandina bîra raborî yan jî ya niha, her wiha dê rêya rehabilîtasyona yên din jî veke. Di Tirkiyeya nû de rewşeke mîna “di dewra derbeyên berê de tiştên pir xerab hatin jiyîn û niha jî her tişt gul û gulistanî ye” tune ye. Tundiyan hê jî berdewam dike. Afirandina bîra şerê mewcût, dê bîra şerê berê jî xelas bike yan jî tersê wê. Çavdêriyeke min a din jî, di wê kolana navdêr de, di Îstiklalê de, erebeyên polîsan bêsekin derbas dibin. Mirov ditirsiyan; her wiha gelek ciwan di eynî kolanê de digerin û kêf dikin. Ligel tirsîna mirovan jî, wekî elimîne hebûna polîsan a li wir. Ev yek heta ku li nêz nê nêrîn, nayê fehm kirin. Dema ku ji derve tê nêrîn,  ligel polîsan mirova wekî kêf dike tê xuya kirin; lê dema ku mirov hêdî hêdî dikeve nava wan, tirsa wan fehm dike. Dema ku me dest bi guhdarî kirina şahiditiyên girtiyên Kurd kirin, me derfeta mûqayese kirina jiyînên xwe kirinê dîtin. Tiştên ku li gelê Kurd dane jiyan kirin bi tenê ne terora dewletê ye; her wiha girtiyên di jiyanê de mane, marûzî polîtkatîkayên tenêhîştinê dimînin. Bi tenê bûn. Li aliyekî milîtanên Kurd û gelê Kurd, li aliyê din jî girseyeke naxwaze wan bibihîze û bielime wan çi jiyaye. Hûn der barê Dayikên Şemiyê yên me çi difikirin? Dirûvtiya dayikên li vir û cudatiyên wan çi ne?Maria Eugenia: Em çûn çalakiyên Dayikên Şemiyê. Dayikan di kolana Stenbolê ya bikartê de bi rûniştinê çalakî dikirin. Em ji Qada Taksîmê, ya ku heykelê Ataturk lê ye, bi meşê çûn Qada Galatasarayê. Qada Taksîmê qadeke bi sembolên cur bi cur tijî ye. Fikire, kolan bi wan sembolan dest pê dike û bi dayikan diqede. Li gorî min maneyeke vê ya sembolîk heye. Wekî ku ew heykel hebûna dewletê sembol dike, dayikan jî tiştên ku dewlet dibe sedem sembol dike. Nava wê jî kapîtalîzm e. Kolaneke bi şewq, navendên danûstanê, merqayên di cîhanê de navdêr hwd.