Li gelek deverên dinyayê, rêxistinên mafên mirovan, li gel rêbazên têkoşînê yên kevneşopî, ji bo ku cî û warên îşkenceyê bikin warên bîrê û windayiyan, xebatên xwe yên ji bo çêkirina bîrdarî û parkan didomînin. Ji Arjantînê heta Lubnanê, Ji Îrlandaya Bakur heta Fasê li gelek deverên dinyayê yên cuda, ji bo ku binpêkirina mafên mirovan nên jibîrkirin, muze tên avakirin; cî û war tên guhertin; bi fîlm, pêşangeh û projeyên hunerî yên di qada civakî de, bîra civakî ji nuh ve tê çêkirin û zindî tê hiştin. Bîrdariyên wîjdên muze û hewldanên din yên ji bo bîranînê; ji bo diyarkirin, bîranîn û naskirina terora dewletê; ji bo diyaloga demokratîk û aşitiya civakî pir bi kêr tên.
Bi hevkariya Koalîsyona Navnetewî ya Warên Wîjdanî (International Coalition of Sites of Conscience), di 17-18 Çileyê Pêşîn 2011an de, me li Stenbolê li Loqantaya Cezayîrê, bi navê “Bîrdarî, Muze û Hewldanên Bîranînê” xebateke atolyeyî li dar xist. Di vê xebatê de hin mînakên di derbarê hewldanên bîranînê yên li dinyayê hatin parvekirin û niqaşên di derbarê hewldanên li Tirkiyeyê de hatin kirin.
Civîna di 17yê Çileyê Pêşîn ya roja Şemiyê de, bi pêşkêşiya Silvia Fernandeza ku ji Koalîsyona Navnetewî ya Warên Wîjdanî (International Coalition of Sites of Conscience) hatibû, dest pê kir. Fernandez, di derbarê warên wîjdanî de got ku, Koalîsyon toreke wisa ye ku, ji bo ku warên bîrên paşerojê bibin warên bandorkerên civaka sîvîl hewl dide. Di vê torê de ji 47 welatan 260 endamên warên wîjdanî hene, ev tor her sal digihêje bi deh milyonan însanên ku ji bo pirsgirêkên mafên mirovan û demokrasiyê ji dîrokê ders derxînin. Ev Koalîsyon bi bernameyên xwe yên beşdarvanî, gelek însanên ji derdorên ji hev cuda tîne ser hev, paşerojê bi roja me ve girêdide, bîrê dixe ber hewldana sîvîl û wek tevgereke globalî tevdigere. Serdîrektora Koalîsyonê Elizabeth Silkes, mesajeke wisa ji civînê re şand: “Rûqalîbûna bi paşrojê û bi mîrasê paşerojê re, li her deverê dinyayê wek pirsgirêkekê li hember civakan disekine. Li ciyên ku têkoşîna naskirin, lihevkirin û baştirkirinê didome; ev pêvajo dibe ku hîn dijwartir û bi xoftir be. Lê, ji hewldanên civakî heta bîranînên berfireh û mezin, rê li ber me vedike ku em paşerojê watedartir bikin û pêşeroja xwe baştir bibînin. Di demeke wisa muhîm de, ji ber ku me firsend dît ku em tecrubeyên xwe li Tirkiyeyê bînin ziman, em pir kêfxweş in.”
Piştî pêşkêşiya Koalîsyonê, di derbarê xebatên bîrê yên li Tirkiyeyê de, rûniştinek pêk hat. Di vê rûniştinê de ji Zanîngeha Sabanci Prof. Dr. Leyla Neyzî û Banû Qaraca, ji Zanîngeha Bogazîçî Prof.Dr. Meltem Ahika peyivîn.
Piştî rûniştinên destpêkê, em tev li çalakiya Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê bûn. Dayikên Şemiyê, careke din di derbarê xizmên xwe yên ku di bin çav de hatine wendakirin de, di çalakiya xwe ya 351. de dadmendî û rastî anîn ziman. Ji Fasê Fatna El Bouih û ji Arjantînê María Eugenia Mendizábal jî, di çalakiyê de peyivîn û pişygiriya xwe diyar kirin.
Di rûniştina piştî nîvro ya yekem de, María Eugenia Mendizábala ku di warê bîrê ya Olîmpo de dixebite, di derbarê navendê de pêşkêşiyeke hînkerî pêk anî. Garaja Olîmpo yek ji 400 navendên rejîma cuntayê yên binçavkirinê ye, di derbarê pêvajoya ku ev garaj çawa bûye navenda bîr û civakê de gelek agahî anî ziman. Mendizábal, bal kişand ku ji bo ku mexdûr û gelê taxê tev li vê pêvajoyê bibin, piştgirî û xebateke çawa hatiye kirin. Di rûniştina paşê de aktîwîsta Fasî Fatna El Bouih peyivî. El Bouih, di seranserê jiyana xwe de gelek rolên ji hev pir cuda pêk aniye; girtiyeke siyasî ya kevn e, nivîskar e, sosyolojî xwendiye, şahid e, ji komîsyona rastiyê baştirkirinê daxwaz dike, ji bo ku navenda îşkenceyê ya piştî dagirkerî û serxwebûnê Derb Moulay Cherif, bibe muze wek pispor dixebite. El Bouih, di derbarê vê navenda ku dixwaze bibe muze de, gelek agahî anî ziman, got ku ev der li navenda bajarê Fasê yê herî mezin Qazablankayê dimîne û daxwaz dike ku ew tax û kesên li wir dijîn wek hemwelatî ji mafên xwe haydar bin.
Di rûniştina ewil ya roja duyem de, hunermend Frieder Schnock û Renata Stih, qala projeyên xwe yên civakî; Koleksiyona Flick, Rawestgeha Otobosê û Warên Bîrê kirin. Proje piritrîn li ser komkujiya Cihûdan û dorpêçkirina Saraybosnayê disekinîn. Schnock got ku, li derveyî fotografan, metodên ku di heşê însanan de cî bigirin, ji bo çêbûna bîra kolektîf pir muhîm in. Dîrektora Baştirbûna bi Bîranînê(Healing Through Remembering- HTR) Kate Turner, di derbarê xebatên saziya xwe de, em agahdar kir. HTR, ji teref kesên ku ji hêla siyasî, civakî û olî ray û ramanên wan cuda ne, hatiye sazkirin; saziyeke navcivakî û berfireh e. Ev kes, ji ber pevçûna ku li Îrlandaya Bakur pêk hatiye, pêkanîna rûqalbûneke herî baş armanc dikin. Di pêvajoya atolyeyê de, beşdarvanên ku ji gelek deverên cuda hatibûn, ji bo hewldanên bîrê yên li Tirkiyeyê gelek caran peyivîn. Pirtirîn di derbarê Hefsa Amedê, Muzeya Hefsa Ûlûcanlarê û Hotêla Madimakê de hat peyivîn, li gel van mijaran di derbarê hewldanên bîrê yên altenatîf jî hat peyivîn. Bernameya civînê.
Ji gelek qadên cuda, nêzîkî 50 kes beşdarî civînê bûn. Beşdarvan li jêr in: Arzû Yayitaş (Kurator), Asena Gunal (Depo), Ayfer Bartû Candan (Zanîngeha Bogazîçî), Ayşe Gul Altinay (Zanîngeha Sabanci), Banû Qaraca (Zanîngeha Sabanci), Belinda Cooper (World Policy Înstitute, ABD), Berrak Karahoda (Komîsyona Lêkolînê ya Hefsa Amedê), Burak Delier (Hunermend), Deniz Yonucu (Xwendekarê doktorayê), Dilek Gokçin (Derhêner), Emrah Gursel (Anadolû Kultur / Rastî, Dadmendî, Bîr), Eylem Erturk (Anadolû Kultur), Fatna El Bouih (Fasî, girtiya siyasî ya kevn), Frieder Schnock (hunermend, Almanya), Gamze Hizli (Anadolû Kultur / Rastî, Dadmendî, Bîr), Gulay Kayacan (Weqfa Dîrokê), Hale Tenger (Hunermend), Îrfan Babaoglu (Mahkûmê Hefsa Amedê yê kevn), Kate Turner (Healing through Remembering, Îrlandaya Bakur), Lal Laleş (Weşanên Lis), Leman Yurtsever (Çalakvan – Dayikên Şemiyê), Leyla Neyzî (Zanîngeha Sabanci), María Eugenia Mendizábal (Olimpo, Arjantin), Mehmet Alî Altinkaynak (Şaredariya Sûrê), Mehmet Raci Bilici (ÎHD Amed), Meltem Ahiska (Zanîngeha Bogazîçî), Meltem Aslan (Anadolû Kultur / Rastî, Dadmendî û Bîr), Merve Bayiksel (Muzeya Hefsa Ûûcanlar), Murat Çelîkkan (Rastî, Dadmendî, Bîr), Mustafa Sutlaş (Komîsyona Lêkolînê ya Hefsa Amedê), Nayat Karakose (Global Dialogue), Nora Şeni (ÎFEA), Nûrcan Qaya (Global Dialogue), Nurî Mehmetoglû (Baroya Êlihê), Osman Koker, (Bîrzamanlar Yayincilik), Ozgur Sevgî Goral (Rastî, Dadmendî, Bîr), Pelîn Başaran (PARC), Remzî Akgul (Şaredariya Sûrê), Renata Stih (Hunermend, Almanya), Ricardo Antonio Maggio (Olimpo, Arjantin), Salih Akbûlût (Baroya Hekariyê), Salih Sezgî (Hefsa Amedê), Silvia Fernandez (Înternational Coalition of Sites of Conscience), Şenel Qarataş (Navenda Giştî ya ÎHD), Şeyhmûs Dîiken (Nivîskar), Tatyos Bebek (Çalakvan), Tûba Emîroglû (BEKS), Veysî Altay (Hunermend), Yuksel Genç (Rojnamevan), Zeynep Altiok (Toplûmsal Bellek Platformû) û Zeynep Guzel (Dut Agaci Kolektîifî)
Weqfa Civaka Vekirî, Chrest, Global Diyalog û Komeleya Heinrich Boll Stiftung
Beşdarvan dikarin bi van girêdankên li jêr bigihêjin nivîsên Sûtlaş û Genç: Mustafa Sutlaş – işkencehaneden "vicdan mekânı"na (Ji îşkencexanê ber bi “warê wîjdên) (Biamag, 24 Çileyê Pêşîn 2011) Yüksel Genç - Mekanlar hafızanın parçasıdır (War ciyekî bîrê ye )(Özgür Gündem, 20 Çileyê Pêşîn 2011)