Skip to main content
Home
26.09.2024

Panel: Zarok û Trawma di Çerçoveya Edaleta Başker de

<< NÛÇE

Em di çarçoveya xebatên xwe yên ji bo lêkolîna derfetên nêzîkahîtêdana edaleta başker de, bi hevkariya kovara Psychology Kurdî 5ê Cotmeha 2024an li Mêrdînê bi navê "Zarok û Trawma di Çarçoveya Edaleta Başker de" panelekê li dar dixin.

Bi projeya ‘Edalet Mirov Baş Dike’ em hewl didin binpêkirinên dijwar ên mafên mirovan ên salên 2000î fêm bikin ku têkildarî meseleya kurdan hatine kirin. Li hember van binpêkirinên ku bi taybetî şidetê zarok dorpêç kirine, em dixwazin di çarçoveya edaleta başker de daxwaz, pêdivî, bendewarî û hêviyên kesên mexdûr berçav bikin, trawma û tehrîbata li ser nifşên cuda ya neheqiyan fêm bikin ku bi bêcezatiyê hatine parastin û hesabê wan nehatiye dayîn.

Yek ji van xebatan jî avakirina qadeke nîqaşê ya derbarê edaleta başker û axaftina li ser derfetên wê ye. Bi vê, armanca me ew e ku berî em binpêkirinên mafên jiyanê yên li hember zarokan û meseleya bêcezatiya van binpêkirinan perspektîfa edaleta başker geş bikin, zarokên li herêma şer û pevçûnê û trawmayên wan binasin. Di vê panelê de tecribeyên kovara Psychology Kurdî jî derdikevin pêş ku li trawmayên bi salan ên bajarên kurdan dikolin û bi zimanê zikmakî xebatên xwe yên derbarê trawmayê didomînin.

BERNAME

Mêrdîn, 5ê Cotmeha 2024an, 11:00 – 14:30
Salona Konferansê ya Odeya Dermansazên Mêrdînê

Moderasyon: Gülperi Gündüz

Beşa 1em: 11:00 - 12:30 

  • Zarok, Zarokatî û Trawma: Pênase, Cure û Bandorên Wê
    Prof. Dr. Seher Akbaş, Psîkiyatrîstê zarok û kamilan
  • Trawmayên Zarokatiyê û Bandorên Wê yên li ser Mezinbûnê
    Dr. Azad Günderci, Psikiyatrîst & psikoterapîst
  • Midaxale û Nirxandina Derûnî bo Zarokên Mexdûrên Trawmayê
    Siyabend Aslan, Psikolog

Navber: 12:30 - 12:45  

Beşa 2yem: 12:45 - 14:15  

  • Pratîkên ‘Edaleta Başker’ ji bo Zarokên di bin Bandora Şer û Pevçûnê de: ÇendMînak ji Xebatên Civaka Sîvîl
    Derya Bozarslan, Hafıza Merkezi
  • Pergala Edaletê ya Zarokan û Nêzîkahîtêdana Edaleta Başker
    Av. Sezgin Dinç, Parêzer
  • Başbûna Civakî û Edaleta Başker
    Prof. Dr. Burhanettin Kaya, Psikiyatrîst & Psikoterapîst

Nirxandina Dawî: 14:15 - 14:30

Panel dê bi perspektîfeke zanistî bi danasîna zarok û trawmayên zarokatiyê dest pê bike. Dê axaftinên derbarê zarok, zarokatî, cureyên trawmayên zarokatiyê; tespîtkirin, nirxandin û rêbazên çareserkirina van trawmayan, bi bandora van trawmayan li mezinan û nifşguhêziya wan bidomin.

Di beşa yekem de em dê bingeha derûnî ya zarokan û trawmayê; di beşa duyem a panelê de jî dê li ser bingeha başbûnê bi perspektîfa edaleta başker û kartêkeriya perspektîfa edaleta başker di avakirina aştiya civakî de pêşkêşî bên kirin. Herwiha di vê beşa panelê de em ê mînakên pratîkên 'edaleta başker' ên saziyên civakî yên sivîl bo zarokên li herêmên şer û pevçûnê û pergala edaletê ya ji bo zarokan derbasdar û nêzîkahîtêdana edaleta başker guhdarî bikin.

Gava em li wan tecribeyên dinyayê dinêrin ku piştî binpêkirinên dijwar derbasî demokrasiyê bûne (edaleta dema derbaseyê) em dibînin di sazkirina edaleta civakî de tenê edaleta cezayî ne têrker e û perspektîfên edaleta başker jî xwedî roleke girîng in. Armanca vê panelê jî ew e ku trawmayên zarokan ên têkildarî binpêkirinên mafê jiyanê fêm bike; xebatên piştevaniyê ên bo zarokan û mekanîzmayên edaleta başker geş bike.Panel dê 5ê Cotmeha 2024an saet 11:00an li Salona Konferansê ya Odeya Dermansazan a Mêrdînê pêk bê û zimanê panelê kurdî û tirkî ye.