Skip to main content
Home
12.06.2010

Rastî, dadmendî û bîr: ezmon, şahidî û lêgerîn

<< NÛÇE

 

Di dawiya projeyê Anadolu Kültür de, ango rojên 4-5ê Çileya Pêşînê 2010an de, li Stenbolê civînekî du rojî hate çêkirin. Bernameya civînê piştî hevdîtînên bi saziyên sîvîl yên li Diyarbekir û Stenbolê ne, hate çêkirin. Di van hevdîtînên berfireh de li ser sê xalên esasî hate rawestandin.

Di vê civînê de ji bilî pêşkeşî û gengeşiya rapora dumahiyê, ew sê xalên ku hatibûn tespîtkirin, di derbarê wan de atolyeyan jî hatin çêkirin. Babeta atolyeya yekemîn, Yek Ji Hacetên Edlayiya Dema Veguheztinê Komîsyonên Rastiyê, Belgekirin Û Dadkirina Rûberûbûna Rojên Borî Û Pêkanîna Dadweriyê bû. Babetekî din jî pêywendiya di navbera bîr, rastî û naskirin, bîranînên di vî warî de, rûberûbûna rojên borî de bandora bîrdarî û muzeyan bû. Her weha riyên alternatîf ya çapemenî, huner û aktîvîzmê û berfirehkirina agahiyan û civatîzekirinên wî jî di atolyeyeke me de hate gengeşîkirin. Atolye, bi beşdariya wan kesên ku di qada navnetewî de di babetên xwe de pisporin an nûnerên saziyên sîvîl in, hate çêkirin.