Skip to main content
Home
07.09.2011

Peyîvîna ezmona rûberûbûna Arjantîn ya rojên borî re

<< NÛÇE

Di 31 salvegera 12ê Îlonê de bi beşdariya 35 kesan bi navê “Carek Din jî Nabe: Ezmona Rûberûbûna Arjantîn ya Rojên Borî” peyîvîneke amadekir.

Di vê peyîvîna ku li DEPOyê hat çêkirin de, Meltem Aslan, Murat Çelîkkan, Nazan Ustundag û Ozgur Sevgî Goral, behsa gera xwe ya ku 11-15ê Nîsana 2011an de li Arjantînê çêkiribûn û ezmonên xwe bi beşdaran re parvekir. Her weha li Tirkiyê wê rûberûbûna rojên borî çawa be û di pratîkê de riyekî çawa were dîtin jî hate gengeşîkirin. Di peyîvînê de beşdarvan jî bi pirs û ramanên xwe gengeşî û danûstendina ray û ramanan geş kirin. Di peyîvînê de pirsgirêka rûberûbûna terora dewletê ya Tirkiyê, heta ezmona dîktatoriya leşkerî ya salên 1976-1983 ya Arjantînê, xebatên rêxistinên gelî ya Arjantînê û rewşa her dû welatan bi berfirehî hate rojevê. Hûn dikarin ji vê derê bighîjin rapora “Ezmona Rûberûbûna Arjantîn ya Rojên Borî.” (Tirkî û Ingilizî)