Skip to main content
Home
20.08.2011

Perwerdeya belgekirina binpêkirinên mafên mirovan

<< NÛÇE

Civîna Perwerdeya Belgekirina Binpêkirinên Mafên Mirovan ku ji alî ICTJ û USIPê ve bi alîkariya Hafıza Merkezi ve hatibû amadekirin, di rojên 15-19ê Tîrmeha 2011an de li Poînt Otêlê, bi beşdariya 19 aktîvîstên Afganî, 6 aktîvîstên Nepalî û 6 aktîvîstên Tirkiyeyî ve hate çêkirin.

Babetên ku di qerwerdeyê de hatin gengeşîkirin û axaftin ev bûn: Esasên belgekirinê, ezmonên Afganîstan, Nepal û Tirkiyê, parezvanî, stratejiya belgekirinê, belgekirina binpêkirinên esasa xwe bi zayendê ve girêdayî ye, ezmona belgekirinên Burmayê û bernama Martûs. Piştî civîna perwerdeyê aktîvîstên beşdarî civînê bibûn çûn bi çalakdarên Dayîkên Şemiyê re jî beşdarî çalakiyê wan bûn. Piştî vê beşdariyê zêdetir nêzî hev bûn û ji ezmona hev îstîfade kirin. Her sê welat her çi qas ji alî dîrok û dînamîkên pevçûnê ji hev cûda bin jî, ji alî belgekirina rastiyan û pêkanîna dadweriyê de hat dîtin ku gelek tiştê wan dişibihe hevûdû.