Komîsyonên Rastiyê, yek ji wan mekanîzmayên xuyayî ye ku piştî li civatên ku şerên giran qewimîne, ango piştî kiryarên jenosîd û serdemên dîktatoriyan, di veguheztina civatê ya ber bi demokrasiyê de bi esasî tê bi karanîn. Armancên wî yên esasî ya komîsyona rastiyan ku fêrbûna rastiyan ji alî civatê ve, pêkanîna reformên bingehîn û edlayiya civakî, aramkirina mexduriyetan û pêkanîna lihevkirina civakî di nav xwe de dihewîne, heta niha li gelek dewerên cîhanê bo demekî bijartî hate birêvebirin.
Di 15-16 Çiriya Pêşîn 2011an de, me jî bi civîna “Komîsyonên Rastiyê: Ezmonên Li Cîhanê û Tirkiye” ew ezmonên komîsyonên rastiyê ya cîhanê anî rojevê û me xwest ku ev ezmonên cîhanê li Tirkiyê jî bînin rojevê. Pisporên ku ji Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA), ji Afrîkayê Başûr, ji Perû û Sirbiîstanê hatibûn, her weha pisporên ku ji Tirkiyê beşdar bibûn, bî pêşkeşiyên baldar di civînê de ciyê xwe girtin. Hewceyê gotinêye ku gelek nûnerên saziyên civaka sîvîl, parlamenter, akademîsyen, rojnameger û hunermend beşdarî civînê bibîn.
Di roja ewil de nêzîkî 80 kes beşdarî civînê bûbûn, bi axaftina Meltem Aslan (Dîrektora Xebatên Rastî, Dadmendî û Bîrê) ya ku qala xebatên me dike, me dest pê kir. Piştî axaftina kurt ya serokê Çanda Anadolûyê Osman Qawala, axaftinên vekirinê dest pê kirin. Axaftina ewil Îsmaîl Beşîkçî yê ku bi xebatên di derbarê Kurdan de tê naskirin pêk anî. Beşîkçî got ku, tiştên ku Kurdan jiyane, li Rojhilata Navîn rastiya herî mezin e. Balkişand ku ne tenê dewletên Rojhilata Navîn yên wek Tirkiye, divê Frense û Brîtanya jî bi rastiyê re rûqal bibin. Got ku hewldana bombekirina pirtûkxaneya ku xwediyê wê ji derdora PKKyê ye, ji bo dîtina rastiyê mînaka dawîn e. Hun ji vir (Tirkî) dikarin bigihêjin axaftinê. Dameziranêrê Rêxistina Şopandina Mafên Mirovî (HRW) û serokê Weqfa Civaka Vekirî Aryeh Neier, di axaftina xwe de spartekên komîsyonên rastiyê yên dîrokî û siyasî nirxand. Neier got ku, komîsyonên rastiyê ji zanebûna rastiyê(knowledge) wêdetir, naskirina rastiyê (acknowledgement) pêk tînin û lihevkirna civakî derdixînin holê. Piştî axaftinên destpêkê, ji rûniştinên ku wê du rojan bidomin ya yekem dest pê kir. Di rûniştina yekem de, dîroknas Madeleine Fullardê ku di Komîsyona Rastî û Dadmendiyê ya Efrîkaya Başûr (HUK) de xebitîbû, bi awayekî rexnegirî pêşkêşiyek li dar xist. Fullard got ku, HUKê aliyê rejîma Apartheidê ya sîstematîk, bi têra xwe deşîfre nekiriye; pirtirîn li ser îşkenceya fîzîkî sekiniye û bi nijadperestiya di nav civakê de baş têkildar nebûye. Piştre serokê kevn yê Komela Mafên Mirovan (ÎHD) Husnu Ondul, di derbarê bîlançoya mafên mirovan yên 30 salên dawîn yên Tirkiyeyê de pêşkêşiyek li dar xist. Ondul got ku, başbûna di deh salên dawîn de, ji îstatîstîkan jî tê dîtin. Rûniştina duyem jî bi pêşkêşiya Felix Reategui Carillo dest pê kir. Reategui di Komîsyona Rastî û Lihevkirinê ya Perû (CVR) de wek pispor xebitiye û rapora komîsyonê ya ji hezaran rûpel pêk tê ji raya giştî re amade kiriye. Reategui qala tecrube û şerdên avakirina CVRyê û bernameyên başkirinê yên ku pêk hatine kir. Fîkrî Saglarê ku di Komîsyona Sûsûrlûkê ya Lêkolînê de xebitîbû, bi çend mînakên balkêş qala xebatên vê komîsyonê kir. Saglar got ku, rewşa aniha ya saziyên siyasî ji bo pêkanîna rastî û dadmendiyê gelek astengan derdixîne holê.Piştî axaftina Saglar serokê kevn yê Goç-Derê Şefîka Gurbuz peyivî. Gurbuz di derbarê qanûna 5233yan ya ji bo kesên ku ji gundên xwe bi zor hatibûn derxistin de, beşdarvan agahdar kir. Gurbuz got ku, ev qanûn piştî biryarên AÎHMê wek çareseriyekê hatiye derxistin, lê di eslê xwe de ji çareseriya daxwazên mexdûran pir dûr e
Bi beşdariya nêzîkî 60 kesî rûniştina yekem dest pê kir. Nataša Kandić qala hewldana komîsyona rastiyê ya herêmî RECOMê kir, ev rêxistin li Yûgoslawyayê ji teref deh saziyên sîvîl ve hatibû avakirin û hîn jî xebatên wê didomin. Tahîr Elçiyê ku ji Amedê hatibû jî, di derbarê dadkirinên ku yek ji hêmanên herî muhîm yên pêvajoya rûqalbûna bi rabirdûyê re ye peyivî, qala dadên ku hîn jî dom dikin “Temîzoz û yên din” û “Jîtem”ê jî kir.
Di rûniştina duyem de, îfşakirina rastiyan ji perspektîfa cinsiyeta civakî ve hat nirxandin. Ji Zanîngeha New Yorkê Vasuki Nesiah, di pêşkêşiya xwe de got ku, komîsyonên rastiyê û mekanîzmayên din heta salên 2000î guh nedane sûcên cinsî. Komîsyonên qirnê sêyem yên di salên 2000î de hatin avakirin, hek kêm be jî bi cinsiyeta civakî re têkildar bûne. Parêzger û piştgira mafên mirovan Eren Keskîn jî, bi mînakên balkêş qala sûcên cinsî yên ku bi destê dewletê ve hatine pêkanîn kir. Keskîn, li ser pirsekê diyar kir ku, di tu dozên ku ew beşdar bûye de, qet leşker an polîsekî ceza nexwariye.
Di rûniştina civînê ya dawîn de jî, Hewldana Civaka Sîvîl ya ku di nav xebatên ji bo li Tirkiyeyê komîsyona rastiyê ava bibe de ye, ji bo niqaşê metnek pêşkêş kir. Di vî metnî de sedemên damezirandana komîsyoneke rastiyê ya li Tirkiyeyê cî digirin. Beşdarvanên civînê anîn ziman ku, bi tevayî ev civîn gaveke muhîm e û divê ji êdî pê ve jî, civaka sîvîl di van mijaran de xebatên xwe bidomîne. Nûnerên gelek saziyên civaka sîvîl beşadarî vê civînê bûbûn, ji TBMM jî beşdarî hebû. Tevî ku me hemû partiyên ku li meclîsê grûbên wan hane dawet kiribûn jî, ji CHPyê Sezgîn Tanriqûlû û Şafaq Pawey û ji BDPyê jî Nazmî Gur beşdar bûn. Hun dikarin bi girêdankên ku li jêr in, bigihêjin belgeyên di derbarê civînê de ne. Rapora civînê Kurtejiyana axaftivanan Hun dikarin bi girêdankên ku li jêr in, bigihêjin pêşkêşiyên di civînê de pêk hatine. İsmail Beşikçi - Hakikat, Adalet, HafızaHüsnü Öndül - Türkiye: Son 30 Yılda İnsan Hakları ve KayıplarMadeleine Fullard - Truth and Reconciliation Commission in South AfricaNataša Kandić - RECOM Vasuki Nesiah - Truth Commissions: Systematic Injustices
Di derbarê civîna me de, di çapemeniyê de hin nûçe û gotaran cî girtin. Gotarên di derbarê civîna me de hun dikarin li jêr bibînin. Leyla İpekçi - 'Hakikat, adalet, hafıza' hepimize lazım 'Rastî, dadmendî û bîr ji bo me hemûyan hewce ne(Zaman, 18 Çiriya pêşîn 2011) Yüksel Genç - Hakikatlere ihtiyacımız varPêwîstiya me bi rastiyê heye ;(Özgür Gündem, 18 Çiriya pêşîn 2011) Sezin Öney - Onur ve Adalet (1) Rûmet û dadmendî (1) (Taraf, 20 Çiriya pêşîn 2010) Sezin Öney - Onur ve Adalet (2) Rûmet û dadmendî (2)(Taraf, 21 Çiriya pêşîn 2010)