Skip to main content
Home
09.04.2015

Kurteya Rêveberiyê– Rastiya Veşartî: Windakirinên Bi Zorê

<< NÛÇE

yönetici-özeti-kapak 

Kurteya rêveberiyê ya Îngîlizî û Tirkî ya rapora “Rastiya Veşartî: Windakirinên Bi Zorê” derket. Rapora ku ji aliyê Özgür Sevgi Göral, Ayhan Işık û Özlem Kaya ve hatiye nivîsandin û ji 97 rûpelan pêk tê, di kurteya rêveberiyê ya Tirkî de 17 û her wiha ya Îngîlizî de jî 17 rûpel derket. Rapora 2013an de hatiye çapkirin dadixe ber çavan ku stratejiya windakirina bi zorê li ser kîjan mekanîzmayên hiqûqî, polîtîk û civakî tê meşandin. Her wiha raporê nîşan dide ku bêdengiya der heqî vê mijarê de li ser kîjan pratikan hatiye avakirin û xizmên windahiyan piştî windakirinê û beriya wê di kîjan pêvajoyan de derbas dibin. Hûn dikarin kurteya rêveberiyê ya raporê ji vir, bi temamî tekstê raporê jî hilbigirin.