Skip to main content
Home
24.09.2018

Me merhaleya ewil ya projeya xwe ya “Di Demên Zor de Parastina Aşitiyê” temam kir

<< NÛÇE

Dayîkên/Mirovên Şemîyê ku xizmên xwe jiber windahîyên bi zorê winda kirine, xweyên sereke yên daxwaza aşitiyê ne. Wêne: Veysi Atlay.[/caption] Di çarçoveya projeya me ya Di Demên Zor de Parastina Aşitiyê de li Stenbolê di navbera 25-26ê Gulana 2018an de me ji bo hevkarên projeyê du rojan civînek girtî li darxist û me du pirsporên ji qada navnetewî jî tevlî civînê bûn. Wek Navenda Bîrgehê, em bi vî projeyê armanc dikin ku, derheqî pêvajoya aşitiyê ya di navbera 2013-2015an de li Tirkiyeyê hatibû pêşxistin de analîzek berfireh û objektîf pêşkêş bikin. Em hêvî dikin ku, ji bo qada lêkolînên aşitiyê berfireh bibin, têkoşîna aşitiyê xurt bibe û xwesteka aşitiyê dîsa bikeve rojeva raya giştî dê ev proje bibe alîkar. Projeya Di Demên Zor de Parastina Aşitiyê ji sê merhaleyan pêk tê. Di her merhaleyek projeyê de em pirsek ji xwe re bingeh digirin. Merhaleya ewil a qediyaye, li ser pirsa çima pêvajoya aşitiyê bi dawî bûye hûr bû. Mijarên êdî şûn de em ê bigirin dest, me wiha diyar kiriy: Gengeşiyên piştî pêvajoya aşitiyê hatine jiyîn û derheqî pêşerojê de tahayyûlên aşitiyê yên cuda. Xebata lêkolînê ya merhaleya ewil, li ser hevdîtinên berfireh ên bi aktorên xwedî pozîsyonên siyasî yên cuda re hatine kirin û lêkolînên raporan ên hatine nivîsandin hatibû sêwirandin û bi vî awayî pêvajoya aşitiyê ya 2013-2015an bê analîzkirin. Me di civînek de daneyên lêkolînê û lêkolînên di çarçoveya projeyê de hatibûn kirin li beşdaran par ve kir û programa civînê ji çar sernavên serekê pêk hatibû:

  1. Lêkolîn: Encamên lêkolîna me pêşxistibû, ku li ser mijara çima pêvajoya aşitiyê bi dawî bû hatibû darxistin, me par ve kir û nêrîn û pêşniyarên beşdaran wergirt.
  2. Kronolojiya Aşitiyê: Em li ser berhevkirina merhaleyên girîng ên pêvajoya aşitiyê xebateke kronolojiyê dimeşînin. Me beşdaran derheqî xibat di kîjan merhaleyê de ye û sêwirana înteraktîf a ku em dixwazin pêşkêş bikin agahdar kir.
  3. Tecrûbeyên Cîhanê: Du pirsporên ji qada navnetewî ku li ser pêvajoyên aşitiyê yên li Fîlîpînê, Kolombiyayê û Endonezyayê xwedî tecrûbe ne tevlî civînê bûn. Pirsporan di civînê de tecrûbeyên xwe yên di van welatan de bi dest xistine pêşkêş kirin. Her wiha, Miriam Coronel-Ferrer, ku di pêvajoya aşitiyê ya Fîlîpînê de seroktiya lijneya hikûmetê kiribû, ji bo civînê peyamek dîtbarî şand. Hûn dikarin hevpeyvîna me ya bi Kritsian Herbolzheimer ê tecrûbeyên danûstendina aşitiyê ya Fîlîpînê pêşkêr kiriye re li vir , hevpeyvîna me ya bi Marta Nogareda Morena a tecrûbeyên Endonezyayê par ve kiriye re jî li vir bixwînin.
  4. Serdana Xebatê: Em di Gulana 2018an de li Norweç û Swêdê çûn serlêdana xebatê bo saziyên pirspor ên li ser aşitî û çareseriyên pevçûnan dixebitin.

Ji bo bi berdewamî gengeşiyên derheqî vê xabeta me û yên din de bişopînin û li bultena me bibin abone hûn dikarin li ser vê navnîşana me bi sernava “bulten” ji me re e-mail bişînin: info@hafiza-merkezi.org