Skip to main content
Home
11.10.2012

Di Yugoslavya'ya Kevn de ji bo komîsyona rastiyê ya herêmî, kampanyaya qesidî siyasetmedaran

<< NÛÇE

Hevpeyvîn: Mûrat Çelîkkan

Dawiya sedsala 20’emîn, li Balkanan bû şahidê cengeke hov û bi xwîn. Piştî mirina Jozip Broz Tito (1892-1980); Yugoslavya bi dawiya cengên ku bi sûcên cengê, sûcên dijî mirovahiyê pêk hatî, nîjadkujî û qirkirineke bi xwîn ji hev belav bû. Nêzîkî 130 hezar kes hatin kuştin, bi hezaran kes hatin avêtinî kampên komkirinê, dûçarî tecawizan man; bi sed hezaran kes, ji welatê xwe yê bi sed hezar salan li wir dijî, hatin bi dûrxistin. Ji van sûcdaran, hin berpirsiyarên payebilind di Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ya Ji Bo Yugoslavyaya Kevn Ava Bûyî de hatin dad kirin. Hin jî di dadgehên herêmî de hatin mehkûm kirin. Lê belê ev tiştên ku pêk hatî, ji bo qurbanan ne lêgerîna dadê û ne jî wicdanê wan rihet nekir. Ev gelên ku bi hev re şer kirî û ji ber etnîsîteya xwe ji welatên xwe hatine dûrxistî, li warê ku hindikayî bûn bûn qurban, li warên ku piranî bûn bûn zalim. Îro gelên Yugoslavyaya kenv niha di desthilatiya welatên mîna Bosna Hersek, Sirbîstan, Hirvatîstan, Kosova, Makedonya, Karadag û Slovenya de dijîn. Pêkhatina van dewletên nû ligel bi neteweparêzî, neteweperestî û qehramantiya neteweperestî xwe xurt kirine jî; rêxistinên mafê yên van welatan hê pevajoya dewletbûnê ne hatîbû temam kirin dest bi xebata aşitiyeke mayinde kirin. Ji bo hev îkna bikin; lihevhatin, ji hev cihê bûn, şer û hevdîtinên bêhejmar kirin. Di herî dawiyê de, rêxistinên mafê, civakên olan, rêxistinên ciwanan, rêxistinên mexdûran, nêziyên mexdûran, xaziyên cengê û hin ferdên din di 26 Adara 2011’an de ji bo tespît kirina sûcên di dema cengê de dijî mirovahiyê pêk hatî, sûcên cengê û sûcên din ên dijî mafên mirovan pêk hatî, li ser fikra avakirina komisyoneke rastiyê ya herêmî (RECOM) bûn hemfikir. Bergeha demê ya ku ev komîsyonê li ser bixebite (1991-2001), dê ji kê pêk bê (5 Bosnayî, 3 Hirvat, 3 Kosovayî, 3 Sirp, 2 Makedon, 2 Karadagî û 2 Sloven), dê di çiqas demê de bixebite (2 sal, herî zêde dikarê 6 meh bê dirêj kirin) û bergeha rayedarî û rojeva wê diyar kirin. Vê pêngavê desteka Parlamentoya Karadagê, Serokên Sirbîstan û Hirvatîstanê û hin partiyên siyasî stand. Aktivîstan di mehekê de ji van welatên ku navên wan derbas dibe, 500 hezar imzeyên ku destek dide pêngava RECOM’ê, kom kirin. Niha dor hate ser siyasetmedaran. Ji bo serokên dewletan û parlamentoyan vê Komîsyona Rastiyê qebûl bikin û ji bo Komîsyon dest bi karê xwe bike kampanyayeke nû hate dest pê kirin. Mirov li ser înternetê bi wêne şandina rûpela Facebook’ê ya RECOM’ê, destek didin kampanyaya RECOM’ê.