Skip to main content
Home
16.05.2017

Li Nobedarê Ozgûr Gûndemê Çelikkanî 18 meh, li Ustunê jî 15 meh cezayê hepsê birîn

<< NÛÇE

Bianet  

Daneşîna doza biryarê ya Nobedarên Weşanê yên rojnameya Ozgûr Gûndemê û parêzvanê mafên mirovan Mûrat Çelîkkan û profesor Beyza Ustunê ya ku bi îdiaya “propagandeya rêxistina terorê” birêve çû ku nobedarên weşanê cuda cuda tên darizandin. Di doza ku li 13emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê de dadgehê di çarçoveya xal 7/2 ya Yaseya Têkoşîna li Dijî Terorê sal û 6 meh cezayê hepsê da Mûrat Çelîkkanî ku ev xal derbarê “propagandeya terorê” de ye. Heyeta dadgehê ya ji (Serokê dadgehê) Bulent Dalkiran, Pinar Gezen Atanian û Kadrî Arslan pêk tê, bi hinceta “bersûc di daneşînê de ji bo poşmaniyê têra xwe helwest nîşan nedaye” di cezayê ku dane Çelîkkan de tiştek kêm nekirin. Herwiha ceza nehat bipaşxistin. Heman dadgehê 15 meh ceza da Ustunê û cezayê wê bipaşde xist.

Çi bûbû?

Piştî 24ê Tîrmeha 2015ê pevçûnan dest pê kir, gelek doz li Ozgûr Gûndemê hatin vekirin. Li hemberî zordariyan Ozgûr Gûndemê Kampanyaya Nobedariya Berpirsiyariya Weşanê da dest pê kirin. Doza ''propagandaya rêxistina terorî'' li wan kesên ku ji bo rojekê bûbûn berpirsên weşanê, hat vekirin. Nobedarên Weşana Ozgûr Gûndemê, 38 rojnameger bi sûcên "propagandaya ji bo rêxistina terorî" û "çapkirin û belavkirina bang û daxuyaniyên rêxistinên terorî bi Xala 6. a Qanûna li Dijî Terorê ya 3713ê têne dadkirin. Navê rojnamegeran: A. Kumru Başer, Ahmet Nesin, Ayşe Batumlu, Ayşe Düzkan, Beyza Üstün, Can Dündar, Celal Başlangıç, Celalettin Can, Cengiz Baysoy, Çilem Küçükkkeleş, Derya Okatan, Dicle Anter, Erol Önderoğlu, Ertuğrul Mavioğlu, Faruk Balıkçı, Faruk Eren, Fehim Işık, Hüseyin Tahmaz, Hakkı Boltan, Hasan Cemal, Hasan Hayri Şanlı, İbrahim Bodur, İhsan Çaralan, Julide Kural, M. Ali Çelebi, Murat Çelikkan, Murat Uyurkulak, Nadire Mater, Necmiye Alpay, Nevin Erdemir, Öncü Akgül, Ragıp Duran, Said Sefa, Şanar Yurdatapan, Şebnem Korur Fincancı, Tuğrul Eryılmaz, Veysi Altay, Yıldırım Türker. Sê kesên beşdariya kampanyayê kiribûn; berpirsê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas, Erol Onderoglû, seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Şebnem Korûr Fîncanci û nivîskar Ahmet Nesîn ji bo demekê hatin girtin. Di 16ê Tebaxê de Dadgeha Cezayên Sûlhê ya 8. biryara girtina Ozgûr Gûndemê da. Di 19ê Tebaxê de, Asli erdogan a nivîskara Ozgûr Gûndemê û endama Lijneya Şêwirmendên Weşanê hat girtin. Di 22yê Tebaxê de Zana Kayayê berpirsê weşana Ozgûr Gûndemê û berpirsê naveroka nivîsan Inan Kizilkaya hatin girtin. Di 31ê Tebaxê de, endama Lijneya Weşanê ya Ozgûr Gûndemê, Necmîye Alpaya nivîskar û zimanzan hat girtin. Derbarê 50 rojnamegerên Nobedarên Weşanê de lêpirsîn dan destpêkirin û derbarê 39 rojnamegeran de jî doz hat vekirin. Di 29ê Kanûna 2016an de Asli Erdogan û Necmiye Alpay serbest hatin berdan.