Skip to main content
Home

Belgefîlma “Faîlî Dewlet” ku bi derhêneriya Weysî Altay hatiye çêkirin, behsa kûştinên li Cizîrê ya bi destê dewletê dike. Hin dîmen cara yekem e ku di fîlmê de tê bikaranîn.

Weysî Altayê ku sala çûyîn li ser Dayîkên Şemiyê xebatekê pirtûkê çêkiribû û pêşangehekê vekiribû, pişt re biryar dide ku li ser kûştî û windayiyên salên 90î, ango li ser wan rojên tarî ya salên 90î belgefîlmekî çêke. Di serî de dixwaze belgefîlma xwe bi navê “Windayiyên Botan” hinek berfireh bigre. Lê hê di konaxa yekem de, li Cizîrê, raya xwe digûherîne. Belgefîlma xwe li wê ciyê ku dewlet tu hewceyî nedîtiye ku xwe veşêre, ango bi Cizîrê re sînor dike. Doza ji sala 2009an vir de didome, ango doza zabitê cenderme yê mîrlîwayê karketî Cemal Temîzoz û sê îtîrafkar û sê cerdewanên ku tawanbarên kuştinên salên 1993-95an tên dîtin jî bandor li vê biryara wî dike. Temîzoz, yek ji zabitên herî payebilind e ku ji ber kiryarên xwe yên wan salan tê darizandin. 

Weysî Altayê ji Agirî, berî niha jî ji ber karên xwe yên Komeleya Mafên Mirovan û Rêxistina Efuyê ya Navnetewî li Cizîrê xebitiye û malbatan guhdar kiriye. Hinek ji wan însanan ji ber wan kûştinên hovane nekarine biçin qerekolê giliyên xwe jî bikin. Ji hin kesên wêrêkî kirine ku serî li qerekolê bidin re jî, gotine “Harin daxwaznama xwe bidin wî.” Hin cara jî behsa çirandina daxwaznama xwe dikin, seyên qereqolê çawa êrîşî wan kirine an jî hatine girtin, dibêjin. Altay, bi 40-50 malbatên ku hin ji wan wekî mudaxîl beşdarî dozê bûne re jî axivî ye; 8 ji van malbatan jî çîrokên xwe gotine. Ew bawer kiriye ku pêwîstiya me bi dîrokekî zargotinî ya bi vî rengî re heye. “Faîlî Dewlet” bi vî awayî derketiye holê. 

Di begefîlmê de ew îtîrafkarên ku pişt re îfada xwe bi şûnve digrin, tê dîtin ku di rastiya xwe de bi malbatan re heman tiştî dibêjin. Di belgefîlmê de her weha hin dîmenên arşîvî ku cara yekem in tên bikaranîn jî hene. Wekî mîsal, hevpeyvîna ku wê demê bi Haşîm Haşîmî re hatiye çêkirin... Ji alî din hin dîmenên belgeyî ku ji alî Altay ve bi tesadufî hatinen dîtin jî hene. Ew usa difikire ku ev dîmenên han ji alî JÎTEM, polês, leşker an jî hêzên ewleyî ve hatine kişandin û pişt re van dîmenan derbasî destê hin kesên din bûne. An jî van dîmenan ew dîmenên ku ji alî medyaya navendî ve hatine kişandin û tu carî nehatine bikaranîn, ew in... (Pinar Ogunç – Radîkal)