Skip to main content
Home

Em ji bo rûbirûbûna binpêkirinên mafên mirovan ên giran ên ku berê qewimîne û îro jî berdewam dikin, agahdarîyan didin hev. Ji bo qebûlkirina rastîya binpêkirinan dixebitin. Em piştgirîyê didin kesên di bin bandorên binpêkirinan de mane, da ku edaletê bi dest bixin. Em xebatên xurtkirina bîra civakî li ser van mijaran dimeşînin. Em alîkarîya diravî û kapasîteyê didin rêxistinên mafên mirovan û parêzvanan, em ji bo xurtkirina pratîka hevgirtinê di qada sivîl de dixebitin.

Dema ku di sala 2011an de navend hate damezrandin, bi armanca alîkarîya hesabpirsîna binpêkirinên giran ên mafên mirovan bike, bi taybetî jî li ser windakirinên bi zorê ku binpêkirineka giran a mafên mirovan e rawestiya. Di çarçoveya nêzîkatîya dadwerîya veguhêz de li bersiva pirsa tundîya dewletê û rêya rûbirûmayîna vê tundîyê gerîya, ku ev tundî di navenda polîtîkayên wendakirinên bi zorê de ye. 

  • Windakirina bi zorê çi ye?
  • Rastîya Windakirinên bi zorê, li Tirkîyeyê

Navendê di salên piştî damezrandina xwe de, ji bo eşkerekirina rastiya windakirinên bi zorê yên li Tirkiyeyê, bi xizmên windayan re xebatên qadê, lêkolîn û belgekirinê pêk anîn û li ser windakirinên bi zorê danegeheka berfireh amade kir; dozên kesên ku ji ber vê tawanê dihatin dadgehkirin dişopand da ku daxwaza ‘edaletê ya mexdûran pêk were, ji bo bêcezakirina karbidestên giştî yên berpirsiyar bi dawî bibe lêkolînên hiqûqî dikir, Ji bo ku hişmendiya civakî zêde bike, daneyên ku berhev kiribûn bi bikaranîna dîmenên daneyan û amûrên ragihandinê yên mîna wan belav kir, berbelav kir û kire kampanya.

  • Bêcezabûn çi ye?
  • Derbarê windakirinên bi zorê de nûveyên hiqûqî.

Arasteya van lêkolînên ku em li Tirkiyeyê di rewşeke siyasî ya ku qada nîqaşa demokratîk pir fireh e de dimeşînin, bi kêşeyên van salên dawîn re ji neçarî guherî û diguhere.  Di sala 2015an de bi veguhezîna pevçûnên tund û otorîterîzma bilez a ku li pey wê hat, me jî di warên xebata xwe de hin guhertin çêkirin. ji bo bersivdayîna hewcedariyên heyî yên ji ber van geşedanan, Navendê bala xwe berfirehtir kir, bi Taybet li ser herêmên nûjen ên bipêkirin lê hene.

Her wiha em xebatên xwe yên ji bo hevkarî û tifaqên nû didomînin. Bi vî awayî Navenda ku piştgiriya rêxistinên mafên mirovan û parêzvanan li armancên xwe zêde kiriye, li dijî binpêkirinên herî dawî yên mafê jiyanê û tengbûna qada sivîl jî xebatên çavdêrî û raporkirinê pêk tîne, alîkarî û piştgirîya avakirina kapasîteyê pêşkêşî rêxistinên mafan dike.