Skip to main content
Home

XAL 1 – NAV Û NAVENDA KOMELEYÊ

Navê komeleyê ya ku li gorî rêznameya li jêr e hatiye avakirin “KOMELEYA XEBATÊN BÎRGEH, DAD Û HEQÎQETÊ” ye û bi kurtasî wek “HAH” hatiye diyarkirin. Navenda Giştî ya komeleyê li Stenbolê ye. Komele, bi biryara Lijneya Giştî dikare nûnergeh vebike.

XAL 2 – ARMANC Û RÊGEZÊN KOMELEYÊ

A) ARMANCÊ KOMELEYÊ

Armanca Komeleyê ya sereke, derxistina rastê ya heqîqetan ê di derheqên binpêkirinên mafên mirovan de ne, pêkhatina dadê û bi piştgiriya ji bo hêzbûna bîra civakê re tevkariya demokratîkbûyînê ye. Komel, di qadên demokratîkbûyîn û mafên mirovan de dixebite; ji bo berjewendiyê civakê kar dike, bê berjewendî karê alîkariyê dike û armanca wê ya ji bo kârê nîne.

B) GADA XEBATÊ KOMALEYÊ 

Komele ji bo armancên xwe li çar qadan xebatên xwe dimeşîne:

  1. Ji bo aşkerkirina rastiyên, binpêkirinan mafên mirovan li gorî sitandardên navneteweyire belgekirin û ragihandin piştrast dike.
  2. Wek komên ku mafên wan hatine binpêkirin, ji bo peydakirine adaletê re lêqolînîn huquqi pêk diîne.
  3. Koordînasyona xebatên dike ku ji bo belavkirina zanyariyên ku ji aliyê komeleyê,ji hêla desthilatdariya giştî ve were qebûlkirin û ji bo qebulkirina wê aliye aktören civaka sivîl.
  4. Komele, çalakiya alîkariya bê hevdu dike û armanca wê ya ji bo kârê nîne.
C) PRENSÎBÊN KOMELÊ

Komeleya Bîrgeh, Dad û Heqîqetê (HAH);

  1. Wek rêxistinek dildar e, derveyî hikûmatan e, ji aliyê hikûmatan, dewletan û partiyên siyasî ve serbixwe ye; di çarçoveya rêgeza gerdûnî û parvenebûyîna mafên mirovan de, li hemberî cudatiya bi her şiklê ya ku ji ber sedema nîjad, ziman, ol, renk, zayend, nerîna siyasî û tiştên her wiha tê sepandin û tundiyê têkoşîn dike, her dem û di bin her şertê de li hemberî şer û mîlîtarîzmê ye, mafê aşitiyê diparêze.
  2. Li her derê cîhanê û di bin her şertê de, wek bêîstisna, li kî tê kirin bila bê kirin, li hemberî îşkenceyê û cezayê mirinê ye. Li her derê, di bin her şertê de, ji bo her kesî, bê sînor û bê şert, mafê darizandinê û parastinê ya ku dadwer, azadiya axaftinê, ramanê û baweriyê diparêze. 
  3. Mafên çandî, civakî, aborî, siyasî û kesane yên ku di belgeyên hiqûqî yê navnetewî de hatine pênaskirin û mafên piştevanî bi giştî qebûl dike û diparêze.

XAL 3 – QADA XEBATÊ YA KOMELEYÊ

Komeleya Bîrgeh, Dad û Heqîqetê (HAH);

  1. Kirina her xebatên ku tevkarî bide ji bo agahdarkirina civakê ya di derheqê tiştên di paşerojê de hatine jiyayî, diyarkirin û darizandina tawanbaran û tezmînkirina mexdûriyetan,
  2. Wek li gorî armanca komeleyê, serbixwe an jî bi hevpariya saziyên din re, sazkirina civînan, belgefîlman, bernameyên televîzyonan, malperan, çalakiyên çandî û hunerî, civînên vekirî, konferansan, semîneran, panelan, sempozyuman, xebatên perwerdeyê, civîn û pêşandeyan; kirina weşanan, lêkolînan û xebatên akademîk; darxistina pêşbirkan, diyarkirin û dayîna xelatan,
  3. Ji bo pêkanîna armancê hewcedar be, peydekirina her agahî, belge, dokûman û weşanê, sazkirina navenda dokûmantasyonê; ji bo hisandina xebatên xwe, di çarçoveya armancên xwe de, çapkirina rojname, kovar, pirtûk û weşînekên agahdarî û xebatê,
  4. Bi biryara Lijneya Rêveberiyê tevlîbûna dozên bi armancên komeleyê re têkildar in,
  5. Di çarçoveya armancên komeleyê de, heke hewce be û tenê ji bo pêkanîna van armancên, wek bi sînor sazkirin û karanîna saziyên bazirganî û aborî; kirêkirin û danûstendina her malên guhêzbar û neguhêzbar, bi rêya hiqûqî bi her awayî teserûfkirina malên neguhêzbar,
  6. Xebatkirina ji bo komkirina alîkariyê û li welat û derveyî welat qebûlkirina bexşê,
  7. Ji bo pêkanîna armanca komeleyê, ji komeleyên xwedî armancên mînanî, sendîkayên karker û karsazan û saziyên pîşeyî girtina alîkariya madî û dayîna alîkariyê ji bo saziyên ku navê wan hatine gotin, 
  8. Li cihê hewcedarî bê dîtin vekirina nûnergehê,
  9. Hevkarîkirina bi saziyên netewî û navnetewî yê ku xwedî armancên mînanî ne re, heke hewce be li derveyî welat vekirina nûnergeh û şûbeyan.

ENDAMTÎ, KETIN, DERKETIN, DERXISTIN Û JI ENDAMTIYÊ KETIN

XAL 4 – ENDAMTIYA KOMELEYÊ

  1. Kesên ku xwedî şertên Qanûna Komeleyan in, armanc û rêgezê komeleyê û di vê çarçoveyê de şixulandinê qebûl dikin dikarin bibin endamê komeleyê.
  2. Lijneya Rêveberiyê, hewce bibîne, dikare endamtiya rûmetê bide kesên ku tevkarî dane têkoşîna mafên mirovan. Endamên rûmetê dikarin tevlî civînên Lijneya Giştî bibin û ramanên xwe aşkere bikin, lê mafên wan ê dengdayînê û hilbijirînê ji bo dezgehên komeleyê nîn e.

XAL 5 –KETINA KOMELEYÊ

Kesên ku dixwazin bibin endam, bi referansa du endamê Lijneya Rêveberiyê serî lê didin û dosyaya qebûlkirina endamtiyê tije dikin. Lijneya Rêveberiyê di nava sî rojan de derheqê serîlêdanan de biryar dide û xwediyên serîlêdanan derheqê encaman de bi nivîskî agahdar dike.

XAL 6 – MAF Û BERPIRSIYARIYA ENDAM

Berpirsiyariya Endam

Her endam berpirsiyare, ku li gorî armanca komeleyê û rêgezên ku di rêznameyê de hatine diyarkirin tev bigere, bi taybetî jî ji tevgerên ku li dijî rêgezên komeleyê ne dûr bikeve.

Aîdata tevlîbûna endamtiyê 6 TL ye u miqtara aidata salane 120 TL ye. Aîdata tevlîbûna endamtiyê û aîdata salane ya endamtiyê her sal ji aliyê Lijneya Rêveberiyê ve ji nû ve tê diyarkirin. Endamên ji emdamtiyê derdikevin an jî tên derxistin, mecbûr in ku aîdata dema endamtiya xwe bidin.

XAL 7 – JI KOMELEYÊ DERKETIN Û DERXISTIN

  1. Her endam, xwesteka xwe ya ji bo derketina endamtiyê bi rêya nivîskî divê bigijîne şûbeya ku ew girêdayê wir e û bi vî awayî dikare ji komeleyê biqete.
  2. Kesên ku li dijî armanc û rêgezê komeleyê axifîne û tevgeriyane û xebatên komeleyê bi cih neanîne ji komeleyê tên derxistin.
  3. Biryara derxistina ji endamtiyê, piştî parastina endam a nivîskî hate girtin, ji aliyê Lijneya Rêveberiyê ve tê dayîn. Li ber vî biryarê di Lijneya Giştî de dikare rabibin. Biryara Lijneya Giştî misoger e.
  4. Heke endam bimire, di derheqê endamtiyê de astengiyên qanûnî derbikevin an jî şertên qanûnî nemînin, tevî şiyariyê aîdata endamtiyê di nava 30 rojan de neye danîn bi biryara Lijneya Rêveberiyê dibe dawî li endamtiyê bê anîn.

XAL 8 – DEZGEHÊN KOMELEYÊ

Dezgehên komeleyê wiha ne:

  1. Lijneya Giştî
  2. Lijneya Rêveberiyê
  3. Lijneya Venihartinê

XAL 9 – DAMEZRANDINA LIJNEYA GIŞTÎ

Lijneya Giştî, dezgeha komeleyê ya ku herî rayedar e, ji hemû endaman pêk tê.

XAL 10 – PEYWIR Û RAYE

Lijneya Giştî xwedî van peywir û rayeyan e:

  1. Hilbijartina dezgehên komeleyê,
  2. Guhirandina rêznameya komeleyê,
  3. Lêkolandina raporên dezgehên komeleyê û guhirandina raporan û qebûlkirina wan; rayedayîna ji bo dozvekirinê an jî fîhilkirinê ya derheqê van lijneyan de,
  4. Di bin şertên hewce bê dîtin de, biryardayîna peredayînê ji bo endamên Lijneya Rêveberiyê û pêşwazîkirina mesrefên wan; biryardayîna deyndariyê,
  5. Danûstendina malên guhêzbar û neguhêzbar ê ji komeleyê re pêwîstin, kirêkirin û dayîna kirê ya van malan, rayedayîna Lijneya Rêveberiyê ji bo bi her awayî teserûfkirina hiqûqî ya malên neguhêzbar,
  6. Lêkolandin û biryardayîna derheqê liberabûnên endamên ji komeleyê hatine derxistin,
  7. Biryara betalkirina komeleyê,
  8. Pêkanîna peywirên ku ji aliyê Qanûna Komeleyan û mevzûtên têkildar ve ji bo Lijneya Giştî hatine dayîn

XAL 11 – CIVÎNA ASAYÎ YA LIJNEYA GIŞTÎ

Lijneya Giştî wek asayî û awarte bi du şikla dicive. Civînên asayî du sala carek di meha MIJDARê de tê darxistin. Dezgehên komeleyê di nava du salan de tên hilbijartin.

XAL 12 – CIVÎNA AWARTE YA LIJNEYA GIŞTÎ

Lijneya Giştî an jî Lijneya Venihartinê heke hewce bibîne an jî bi xwesteka nivîskî ya endaman a jimara wan ji sisêyan yek be Lijneya Giştî wek awarte dicive.

Heke bi xwesteka nivîskî ya Lijneya Venihartinê an jî ya endaman a jimara wan ji sisêyan yek be Lijneya Rêveberiyê di nava mehekî de ji bo civînê bang li Lijneya Giştî neke, di vî rewşê de hikmê mewzûata komeleyan tê pêkanîn.

XAL 13 – BANGEWAZIYA LI LIJNEYA GIŞTÎ JI BO CIVÎNÊ

Lijneya Rêveberiyê, li gorî rêznameya komeleyê, navnîşa endaman ê ku mafên wan ji bo tevlîbûna Lijneya Giştî hene amade dike. Endamên ku tevlî Lijneya Giştî dibin, herî kêm 15 roj berê di derheqê roj, seat, cih û rojeva Lijneya Giştî de divê bên agahdarkirin û civîn bi rêya nivîskî an jî e-postayê an jî di rojnameyek herêmî de bê ragihandin û bi vî awayî bang li endaman bê kirin. Heke ji ber piraniya endaman tune bin û civîn çênebe, di vî bangewaziyê de roja civîna duyemîn jî tê diyarkirin. Di navbera civîna yekemîn û ya duyemîn de divê herî kêm heft roj derbas bibe û ji şêst rojan zêdetir dem derbas nebe.

Heke ji ber sedemên cuda civîn paş de bê avêtin, ev rewş, wek sedemên paşavêtina civînê hatiye diyarkirin, li gorî şiklê bangewaziya ji bo civîna yekemîn hatiye kirin, ji endaman re bê ragihandin. Ji dîroka paşavêtina civîna duyemîn pê de herî kêm di nava şeş mehan de darxistina civînê pêdivî ye.

Li gorî esasên di fiqreya yekemîn de hatine diyarkirin, ji bo civîna duyemîn nû ve bang li endaman tê kirin. Civîna Lijneya Giştî ji carek zêdetir paş de nayê avêtin.

XAL 14 – CIHÊ CIVÎNÊ

Civînên Lijneya Giştî bilî cihê navenda komeleyê li wir e li cihek din nayê darxistin.

XAL 15 – JIMARA BES JI BO CIVÎNA LIJNEYA GIŞTÎ

Lijneya Giştî, li gorî rêznameya komeleyê, bi tevlîbûna endaman ê ku jimara wan ji nîvê jimara giştî yek zêde ye, dicive. Heke di civîna yekemîn de jimara bes tune be, di civîna duyemîn de jimara piranî nayê xwestin.

XAL 16 – DARXISTINA CIVÎNA LIJNEYA GIŞTÎ

Navnîşa endaman ê ku ji bo tevlîbûna Lijneya Giştî mafên wan hene, divê li cihê civînê amade be. Belgeyên nasnameyên endaman ê ku tevlî civînê dibin ji aliyê endamên Lijneya Rêveberiyê an jî Lijneya Rêveberiyê ve tên kontrolkirin. Endam, li hemberî cihê navê xwe yê ku di navnîşa ji aliyê Lijneya Rêveberiyê ve hatiye amadekirin de îmze dikin û bi vî awayî tevlî civînê dibin.

Heke jimara bes, wek di xala 15mîn de hatiye diyarkirin, temam be, ev rewş bi girtenamek tê tespîtkirin û civîn ji aliyê Serokê Lijneya Rêveberiyê an jî kesek ku ji aliyê Lijneya Rêveberiyê ve hatiye peywirkirin ve tê vekirin. Piştî vekirinê ji bo rêvebirina civînê serokek û alîkarê serok ê ku jimarek bes be û nivîsevanek tên hilbijartin.

Rêveberina civînê aîdî Serokê Lijneya Giştî ye. Nivîsevan girtenameya civînê bi rêk û pêk dikin û bi serok re îmze dikin. Piştî civînê hemû girtename û belge didin ji Lijneya Rêveberiyê re tên dayîn.

XAL 17 – MIJARÊN DI CIVÎNA LIJNEYA GIŞTÎ DE TÊN GIFTÛGOKIRIN

Di civîna Lijneya Giştî de tenê xalên di rojevê de ne tên giftûgokirin. Lê heke endam ku ê jimara wan ji yê civînê de amade ne dehan yek pêk tê bixwazin mijarek bê rojevê, divê ev mijar bê rojevê.

XAL 18 – DI LIJNEYA GIŞTÎ DE AWAYA BIRYARGIRTINÊ Û DENGDAYÎNÊ

Hemû endamên komeleyê dikarin tevlî Lijneya Giştî bibin û deng bidin. Ji bo biryara guhirandina rêznameyê û betalkirina wê ji sisêyan dudu tevlîbûna endama pêwîst e, ji bo biryarên bilî vê tevlîbûna piraniya endama bes e. Hilbijartina dezgehên komeleyê bi dengdayîna veşartî û jimariya vekirî pêk tê.

XAL 19 – DAMEZRANDINA LIJNEYA RÊVEBERIYÊ

Lijneya Rêveberiyê, ji pênc endamên esîl û heman jimarê de endamên yêdek, ê ku ji aliyê Lijneya Giştî ve ji bo du sala bi rêya dengdayîna veşartî û jimariya vekirî tên hilbijartin, pêk tê.

XAL 20 – RAYE Û PEYWIRÊN LIJNEYA RÊVEBERIYÊ

Lijneya Rêveberiyê xwedî van peywir û rayeyan e:

  1. Kirina xebatên ku ji bo armanca komeleyê pêwîst in, biryargirtin û sepandina wan,
  2. Sepandina budçeya komeleyê, sêwirandina budçeya nû an jî bicihanîna qeydan,
  3. Bangkirina Lijneya Giştî ya Komeleyê ji bo civînên asayî û awarte,
  4. Amadekirina rojevên civînên Lijneya Giştî,
  5. Bicihanîna biryarên ku di derheqê xebatên komeleyê de ne û di Lijneya Giştî de hatine girtin,
  6. Di qadên hewce bê dîtin de sazkirin û betalkirina komîsyonan, lijneyan û komiteyan,
  7. Ji bo meşandina xebatên komeleyê peywirkirin û rayedayîna endamek an jî çend endamên komeleyê,
  8. Ji bo rêveberina karên hundir ê komeleyê û bi taybetî jî ji bo rêveberina komîsyonan, lijneyan û komîteyan, amadekirin û şixulandina rêziknameyên hundir,
  9. Li ser navê komeleyê biryardayîna dozvekirinê, gihiştina neyartiyê ji bo doza tê vekirin,
  10. Biryardayîna endamtî an jî derketina endamtiya komeleyê ya ji sazî û komeleyên derveyî welat
  11. Heke hewce bê dîtin, piştî girtina parastina nivîskî, di derheqê endamek de vekirina lêpirsîna dîsiplînê û hişyarkirina wî/wê, cezadayîna lomeyê, derxistina demî an jî derxistina ji endamtiyê,
  12. Diyarkirina mîqdara lêçûnên komeleyê yên ku Serok bi xwe îmze kiriye an jî Sekreter û Hejmaryar bi hev re îmze kirine û yên ku îmzekirina Sekreter û Hejmaryar têr dike,
  13. Bikaranîna hemû xebatên din ê ku ji Qanûna Komeleyan, mewzûatên têkildar, rêziknameya hundir a tê amadekirin û biryarên Lijneya Giştî diqewimin.

XAL 21 – CIVÎNÊN LIJNEYA RÊVEBERIYÊ

Lijneya Rêveberiyê, sê mehan carek asayî, bi bangewaziya serok an jî sê endaman jî awarte dicive. Lijneya Rêveberiyê, di civîna xwe ya yekemîn de di nav xwe de Serokek, Sekreterek û Hejmaryarek hildibijêre. Serok, bi navê Lijneya Rêveberiyê komeleyê temsîl dike. Sekreter, hemû karê komeleyê yên rêvebirinê û nivîsînê dike. Hejmaryar, karê darayî yê komeleyê dike û hesaban digire. Endamek bêyî mazeret li ser hev neyê sê civîna an jî di salek de neyê şeş civîna ew ji endamtiyê vekişiyaye tê qebûlkirin.

XAL 22 – DAMEZRANDINA LIJNEYA VENIHARTINÊ Û PEYWIRÊN WÎ

Lijneya Venihartinê ji aliyê Lijneya Giştî ve ji bo du salan bi dengdayîna veşartî û jimariya vekirî tê hilbijartin û ji sê endamên esîl û heman jimarê ji endamên yêdek pêk tê.

Lijneya Venihartinê, komeleyê çi qas di çarçoveya xebatên ku ji bo pêkhatina armancên ku di rêznameya komeleyê de hatine diyarkirin meşandiye an nemeşandiye û defter, hesab û qeyd çi qas li gorî mewzûatê hatine girtin an nehatine girtin, li gorî rêgez û awayê di rêznameya komeleyê de hatine tespît kirin di navberên ji salek zêdetir nîn in de divenihêre. Encamên venihartinê wek raporek pêşkêşê Lijneya Rêveberiyê û heke civiya be Lijneya Giştî dike.

XAL 23 – VENIHARTINA HUNDIRÎ Û ZELALBÛYÎ

Ji aliyê Lijneya Giştî û Lijneya Rêveberiyê ve dibe venihartin bê kirin û her wiha ji aliyên lijneyên venihartinê yên serbixwe ve jî dibe venihartin were kirin. Venihartinên ji aliyê lijneyên venihartinê yên serbixwe ve hatine kirin, berpirsiyariya Lijneya Venihartinê ji holê ranake.

Ji bo endaman û raya giştî zelalbûyiya herî berfireh tê armanckirin.

XAL 24 – MAL Û DAHAT

Dahatên komeleyê, aîdatên endaman, bexş û dahatên din in. Tenê ji bo armanca xwe bikaribe pêk bîne û bikaribe xebatên xwe bimeşîne dikare bibe xwedî malên guhêzbar û neguhêzbar; di çarçoveya karên li gorî armanca komeleyê û berjewendiyên civakê ne de, dikare dahate xwe bisînor di karê bazirganî de bişixulîne.

XAL 25 – GUHIRANDINA RÊZNAMEYA KOMELEYÊ

Rêznameya komeleyê, bi pêşniyazkirina nivîskî ya Lijneya Rêveberiyê an jî endaman ku jimara wan divê ji pênca yek be û bi dengên endamên tevlî Lijneya Giştî bûne û jimara wan divê ji sisêyan dudu be (2/3) ve tê guhirandin.

XAL 26 – BETALKIRINA KOMELEYÊ

Ji bo betalkirina komeleyê Lijneya Giştî biryar dide. Di civîna bi vî armancê cara yekem çêdibê de, li gorî rêznameyê, divê ji endamên mafên wan hene tevlî Lijneya Giştî bibin herî kêm ji sisêyan dudu tevlî bibin. Bi vî awayî piranî kom nebe, cara duduyan ji bo civînê bang tê kirin. Endamên bi vî bangewaziyê kom dibin, jimara wan çi dibe bila bibe, dikarin mijara betalkirinê giftûgo bikin. Biryara derheqê betalkirinê ji aliyê piraniya endamên amade ve, ku divê jimara wan herî kêm ji sisêyan dudu be, tê girtin.

XAL 27 – PIŞTÎ BETALKIRINÊ TESFIYEYA MALAN

Lijneya Giştî ya di derheqê betalkirina komeleyê de biryar daye, ji bo tesfiyeya malên komeleyê komîteyek ji sê kesan pêk tê hildibijêre. Ev komîte, jimara deyn û malên komeleyê tespît dike, deynan distîne û dide. Di rewşa betalkirinê de malên komeleyê dewrê saziyek (wek saziyek perwerdeyê, xebatên alîkariyê, mafên mirovan) ku armanca kârê pê re nîn e û xwedî armancên mînanî yê komeleyê ye û ji bo berjewendiyê civakê dixebite tê kirin. Lijneya Giştî ya biryara betalkirinê dide, biryara malan dewrê kîjan saziyê bike jî dide.

XAL 28 – KÊMASIYA HIKMAN

Di derheqên mijarên di vî rêznameyê de nehatine diyarkirin de, li gorî Qanûna Komeleyan û mewzûatên têkildar ê din tê tevgerandin.

XAL 29– AWAYÊN DEYNKİRİNÊ KOMALEYÊ

Komele, ji bo pêkanîna mebesta xwe, ger hewce be, bi biryara desteya rêveberîyê dikare deyn bike. Ev deynkirin bi raya krediyê jî an jî bi destan dikare bê kirine ji bo kirîna mal û xizmetê. Lê ev deyn divê ji çavkaniyên komelê ne zedetir be û divê komeleyê nexe bin barê ku nikare ji binî rabe.