Skip to main content
Home

Wekî Navenda Bîrgehê;

  • Em li ser binpêkirinên mafên mirovan ên berê û niha xebatên belgekirinê dikin, daneyên ku hatine komkirin belav dikin,
  • Em arşîv û bingehên daneyan çêdikin ji bo bikaranîna beşên civakê yên cuda.
  • Em darizandinên sûcên li dijî mirovahiyê dişopînin û di derbarê bidawîkirina bêcezakirina karbendên dewletê de analîzan dikin.
  • Em darizandinên parêzvanên mafên mirovan dişopînin û li dijî krîmînalîzekirina parêzvanan çalakiyên piştgirî û kampanyayê li dar dixin.
  • Em piştgiriyê didin xebatên rêxistinên sivîl ên li ser bingeha mafan û di navbera van rêxistinan de kapasîteyên sazî, têkilî û hevkariyê xurt dikin.
  • Em çalakiyên ragihandinê li dar dixin da ku ji civakê re bibin alîkar ku rastiyê li ser sedem û encamên binpêkirinên sîstematîk û berbelav ên berê û îro hîn bibin,
  • Em li gorî zanyarîyên ku di encama çalakiyên çavdêrî û belgekirinê de bi dest dixin, bi sektorên afirîner re têkilî û hevkariyan saz dikin û bi van hevkariyan projeyên nû çêdikin.
  • Em bi ciwanan re bernameyên fêrbûn, nîqaş û hilberînê pêk tînin, ku ji bo pejirandina rêbaza “Careka din na" dibe alîkar.
  • Em li cîhên cuda yên cîhanê tecrûbeyên xwe yên li ser aştî, edaleta veguhastinê û têkoşîna mafên mirovan parve dikin, li Tirkiyeyê jî em di vê derbarê de nîqaşên giştî li dar dixin.

Hevkarî û Hevgirtina Naneteweyî:

Em hewl didin ku têkilî û hevkarîyan bi Rêxistinên Civakî ên Sivîl ên herêmên nêzîkî Tirkîyeyê re deynin, ên ku di warên aştî, rûbirûbûn û mafên mirovan de xebatên me yên hevpar hene. 

Bi vê armancê me Tora Hevkariya Herêmî ya Dîyaloga Dîrokî û Têkiliya bi Raboriyê re damezrand da ku di warê diyaloga dîrokî û rûbirûbûna paşerojê de li Kafkasya, Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê toreke hevkariya herêmî bê avakirin. Di çarçoveya tora ku di navbera salên 2013 û 2018an de çalak bû, me malperek ava kir ku li ser çalakiyên torê û endamên wê agahdarî dide, me kargehên tematîk û dibistanên havînê yên bi bernameyên têr û tije yên heftane li dar xistin. 

Bi heman armancê em di sala 2022an de bûn endamê Koalîsyona Navdewletî ya Mekanên Wijdanê (International Coalition of Sites of Conscience). Koalîsyona ku 350 endamên wê li 65 welatan hene, di warên wekî piştgiriya diravî, têkilî, perwerdehî, mekanîzmayên dadweriya veguhastinê û berevanî de piştgirîyê dide Rêxistinên Civakî yên Sivîl, yên endam ên ku di warê xebatê de wek hev in. Wekî Hafıza Merkezîyê, em jî di nava tora herêmî ya Koalîsyonê ya Bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn de beşdarî gelek perwerdeyan, atolyeyan û pêvajoyên pêşxistina projeyên hevbeş dibin.

Navend herwiha bi rêxistina Verein für Wahrheit, Gerechtigkeit und Gedächtnisarbeit (Navenda Bîrgehê ya Berlînê), ku di sala 2018an de li Berlînê hate damezirandin, bi armanca Komîsyona Ewropayê, Yekîtiya Ewropayê û welatên endamên Saziya Ewlekarî û Hevkariya Ewropayê, çalakiyên xwe yên navneteweyî û çalakiyên xwe yên li dijî binpêkirinên mafên mirovan û kêmkirina qada sivîl dimeşîne.

Em hevkariyên xwe bi saziyên ku qadên xebatên wan nêzî xebatên Navenda Bîrgehêyê ne, li welatên ku tecrûbeya wan a pevçûnan heye yên wekî Arjantîn, Kolombiya, Bosna, Sirbîstan û welatên din ên Başûrê Cîhanê re didomînin.

Piştevanîya Parêzvan û Rêxistinên Mafên Mirovan 

Armanca me bi bernameya Piştgiriya Rêxistinên Mafên Mirovan û Parêzgeran ew e ku di têkoşîna mafên mirovan de hevgirtin, berxwedan û têkiliyên civakê xurt bikin. Di vê çarçoveyê de em çalakiyên çavdêriyê, raporkirinê û piştgiriya xwe didomînin, em hewl didin ku zanyarî û pisporiya xwe ji bo rêbazên nû yên têkoşînê pêşve bibin, em hewl didin ku bi rêya mekanîzmayên hevkarî û piştgiriya xwe û zanyarîyan bi rêxistinên sivîl ên din re parve bikin.

Piştevanîya parêzvanên mafan ên di bin xeterê de

Ji ber ku qada sivîl teng bû û xeterên li ser parêzvanên mafên mirovan zêdetir bûn, çalakîyên me yên di vê babetê de jî di sala 2018an de dest pê kirin. Xebata me ya ku di wan deman de me bi çalakîyên bingehîn ên çavdêrî û belgekirinê li qadê pêk dianîn, ji sala 2019an û vir ve bi malpera “Sessiz Kalma”yê  re berdewamiya xwe bi dest xist.

  • Di navendê de, li ser malpera “Sessiz Kalma”yê, xebatên me yên ku tê de agahîyên li ser parêzvanên mafên mirovan in hatin pêşkêşkirin, di salên pêş de jî bi mekanîzmayên piştgiriyê yên cuda, raporên tematik û panelên ku derfetên fêrbûn û hevgirtina navneteweyî digerin, dewlemendtir bûn.
  • Îro, em bi awayekî sîstematîk pratîkên îdarî û hiqûqî yên bi armanca tirsandina parêzvanên mafên mirovan dişopînin, û di encama vê çavdêriyê de em analîz û raportan amade dikin, bi vî awayî em dixwazin xalên sereke yên parastin û berxwedanê yên li dijî binpêkirinan destnîşan bikin.
  • Di heman demê de em dozên parêzvanên mafên mirovan ên bi hêncetên bêbingeh hatine darizandin, dişopînin, da ku em van neheqiyan diyar bikin û hewl didin bêhiqûqiyên bi vî rengî destnîşan bikin.  
  • Li gel şopandina van binpêkirinan, em hewl didin ku destkeftîyên dîrokî yên têkoşîna mafên mirovan li tirkîyeyê destnîşan bikin, bi vî awayî li ser têkoşîna mafan jî vegotineka erênî ava dikin.
  • Em ji bo beşdarbûna ciwanan a di têkoşîna mafên mirovan de, ku yek ji hedefên xebatên me yên bîrê ye bi fikar in û em hewl didin ku bi wan re qadên nû yên nîqaşan vekin û ava bikin.
  • Her wiha di nava Tora Hevgirtinê ya Parêzvanên Mafên Mirovan (İnsan Hakları Savunucuları Dayanışma Ağı) ku em yek ji damezrînerên wê ne; mm armanc dikin ku roj bi roj hevgirtin, hevkarî, fêrbûna ji hevûdû û çanda têkoşînê bi hemû pêkhateyên civaka sivîl ên mafparêz re mezin bikin.

Xurtkirina kapasîteya sazûmanîyê ya rêxistinên mafan 

Ji Sibata 2019an vir ve, bi hevkariya Heinrich Böll Stiftung û bi fînansekirina Şandeya Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê, em bernameya Piştgiriya Mafên Mirovan (Haklara Destek Programı) dimeşînin. Bername bi piştgiriya rêxistinên mafên mirovan ên biçûk û rêxistinên bingehîn ên li Tirkiyeyê, dixwaze pêşxistina mafên mirovan û demokrasiyê û beşdarbûnê bike.

  • Yekemîn bername di navbera Tîrmeha 2020an û Hezîrana 2021an de hate lidarxistin. Di bernameyê de ji bo 48 rêxistinên ku li ser esasê mafê kar dikin, alîkarîya diravî hat dayîn û di heman demê de pêşkêşkirina bernameya avakirina kapasîteyê ya ku ji rêbertiyê, piştgiriya pisporên yek-bi-yek û atolyeyên di qadên ku di serî de hatine diyarkirin pêk hat.
  • Bi Halklara Destek-II re, di navbera Çileya 2023an û Kanûna 2025an, de ji bo 2 salan ji 41 rêxistinên bingeh-maf re alîkariyên sazûmanî û piştgiriya pêşkeftina kapasîteyê tê dayîn.
  • Wekî din, em sazîyên sûdmend teşwîq dikin ku bi torên herêmî, neteweyî û navneteweyî re di têkiliyê de bin û hevkariyan pêş bixin û di vî warî de em bi hev re xebatan bi rê ve dibin.

Di vê heyama ku em tê re derbas dibin, ku roj bi roj di qada sivîl de hebûn û birêvebirina xebatan dijwartir dibe, em hewl didin ku ji bo komeleyan îmkanên domdar biafirînin ku ew jî xebatên xwe bimeşînin.

Xebatên Hiqûqî

Em ji bo têkoşîna li hember binpêkirinên mezin ên mafên mirovan xebatên hiqûqî dikin û ji bo ku xwe bigihînin dadmendiyê piştgirî didin bo wan koman ku mafên wan ên mirovî hatine binpêkirin. Ji bo me cihê rûmetê ye ku em alîkariya wan kesan bikin ku di lêgerîna xwe ya dadmendiyê de rastî binpêkirinên mafî hatine û pê re jî ji bo me cihê giringiyê ye ku bîrmendiya qada darazgêriyê bê tomarkirin. Lewra em ji wê hêzê bawer dikin ku bi temhdana mecbûrî meriv pê diguhere û malûmat û zanyariyan ber hev dike an jî hildiberîne. 

Herçend îro ber îhtîmal e ku tu encamên erênî bi dest nekevin jî, serxatirê micadeleya vê pêvajoyê, em têkoşîna li hember polîtîkayên bêcezahiştinê girîng dibînin. 

Bi vê yekê; bingeha xebatên me li ser pêkanîna van çalakiyan e ku nedarizandina ji hêla saziyên

daraziyê ve ya peywirdarên dewletê yên sûcdar û bêcezahiştina wan ji navê bê rakirin.

Analîz û Belgekirina Hiqûqî

Di serî de windakirinên bi zorê jî têde di navenda xebatên me de bi standardên global û objektîf tomarkirin û analîzkirin û piştraskirina binpêkirinên mezin ên mafên mirovan cih digirin.

Çavdêriya Li Ser Dozan

Li ser paşeroja nêzik a Tirkîyeyê em sihêtiya pratîka daraziyê bi çavdêriya dozên darizandina peywirdarên dewletê ên bi îdîaya binpêkirinên mezin ên mafên mirovan tawanbarbûyî dikin,  pê re jî em piştgiriya çêkirina jêhaybûneke civakî a li hember hêmana bêcezahiştinê û lihevanîna arşîvekê ku ji bo raya giştî berdest û vekirî û xwe spartî agahiyên jêpiştrast ji bo xwe dikin armaceke sereke. Em di malpera failibelli.org ê de ku wekî arşîveke dîjîtal jî hatî çêkirî kopîyên xebatên xwe yên li ser qonaxên darizandina cezayê parve dikin.

Mudaxeleyên Hiqûqî

Em bi wê rastiyê ku birêvebirina xebatên me yên çavdêrî, analîz û belgedariyê ew derxistî holê, ji bo pêkanîna tedbîrên pratîk û polîtîkayên jinavêrakirina bêcezahiştinê komerêzek rêbazên mudaxileyên hiqûqî bi kar tînin. Pêşkêşkirina amicus curiae (nêrîna dostane bo dadgehê), mudaxilbûna qonaxên çavdêriyê ya biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa û haypêxistin bo mekanîzmayên çavdêriyê yên Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di nav van rêbazan de nimûneyên midaxileyên hiqûqî ne.

Darizandinên Cezayê û Dadmendiya Telafîkar

Darizandinên cezayê yek ji hêmanên bingehîn ên dadmendiya heyama întîqalê(derbasok) ne lewma xebatên me yên hiqûqî jî di warê darizandinên cezayî (pêvajo tehqîqat û teqîbatê) de ne. Herçend banga daxwaziya dadmendiyê ya kesên ku rastî binpêkirinên mezin ên mafên mirovan hatî bi tena serê xwe têrî bersivek neke jî darizandinên cezayê xwediyê wê potansiyelê ne ku dikarin çerxa bêcezahiştinê ji holê rakin. Lêbelê di tesîskirina dadmendiya civakî de ligel dadmendiya cezayê û bi rola îfadekirina daxwaz, tecrube û bendewariya wan kesên ku binpêkirinên mezin dîtine û kesên ku berpirsyariya wan binpêkirinan girtine ser xwe, armanca me ew e ku em xebatên xwe yên hiqûqî bi perspektîfa dadmendiya telafîkar bidin ber xwe.

Xebatên Bîr û Aştîyê

Bernameya Xebatên Bîr û Aşitiyê, pêşxistina çavdêriyên nûker û vebêjên alternatîv ku li binpikirinên paşeroj-îroroj yên mafên mirovan hûrbûyî û cihpeydakirina perspektîfên nû yên ji bo aşitiyê bo xwe dike armanc.

Bername di salên xwe yên destpêkê di warê windakirinên bidarêzorê de bi encama lêkolînên xwe yên serîkêş xwe gihand databaseke resen û bi wê databaseyê gelek rapor weşandin. îro em çalakiyên xwe li ser du hîma ji hev diqetînin:

Rûbirûbûna Ligel Paşeroj û Avakirina Bîrê

Em bi lêhûrbûna li ser mijara rûbirûbûna ligel paşerojê û avakirina bîrê di warê bîra civakî de lêkolînan dikin û komxebatan li dar dixin. Bi heman rengî em li ser guherînên di qada bîrê de û girêdana wê ya bi qadên sivîl ên civakê re hûr dibin. Em bi çavnêriya nimûneyên ji dinyayê û tirkiyê  di mucadeleya li hember bêcezahiştinê de bal dikşînin ser rola xebatên bîrê û destnîşana wan pêkanînên qenc dikin ku di navenda xwe dedadmendiya telafîkar bi cih kirine. Û pê re em çalakîbûna ciwanan, tevlîbûna wan a bo nîqaşên dadmendiya dîrokî û hesabdayînê teşwîq dikin.

Aştî û gotûbêja civakî

Li gorî me îradeya rûbirûbûna rabirdûyê bi têkoşînên berfirehtir ên aştî, edalet û demokrasiyê re xwe nîşan dide. Lli ser vê tespîtê em alîyên pêkhatî yên nakokiya pirsgirêka Kurd û îmkanên aştiyê dinirxînin, loma jî mm ji bo çareseriya aştîyane ya pirsgirêkê çalakîyan li dar dixin.  Bi awayekî berfirehtir, em pirsgirêkên aştiyê bi awayekî hemaheng û rexnegir dinirxînin, li gorî pîvanên cihêreng ên demkî û herêmî. Bi avakirina pirên di navbera berjewendîyên cuda de, em dixwazin ku li Tirkîyeyê fikr û kiryarên komî yên li ser mijarên ku li hev tên, wek cinsî, neheqiya civakî û nijadperestîyê, piştgirî hebe û em piştevanîya van çalakîyan bikib.