Skip to main content
Home

“Xerabîyên herî mezin ên li dinyayê hatine kirin, ji alîyê kesên bêqîmet, yanî kesên ku red dikin bibin ferd ve hatine kirin.” Hannah Arendt

Helwesta me: Em xewna civakekê dikin ku tê de maf û azadî têne parastin, mirov bikaribin rûbirûyê paşeroja xwe bibin û dersan ji çewtîyên xwe wergirin, çanda demokrasî û rûbirûbûnê serdest e. 

Erk û Armancên me: Em ji bo eşkerekirina rastiya binpêkirinên mafên mirovan ên giran ên di demên borî de rû dane û îro jî didomin, ji bo xurtkirina bîra civakî û ji bo piştgirîya kesên di bin bandorên binpêkirinên mafan de mane û xwegihandina wan a edaletê dixebitin.

Çima: Ji ber ku her êşeka ku em nikarin rûbirûyê wê bibin, bi êşên nû li me vedigere û nahêle pêşeroja me rohnî bibe. Dîroka Tirkîyeyê jî wek dîroka gelek dewletên dîroka wan xwedî paşerojeka emperyal e û bi îdeolojîya neteweperestîyê hatiye berevajîkirin, bi rastîyên veşartî, komkujîyan, binpêkirinên mafan û mînakên zilmê tije ye. Li alîyekî dûrêxistina kêmanîyên ne misilman, derêxistina wan, cihêkarîyên li dijî wan hene, li alîyekî din darizandina siyasetmedarên sivîl bi darbeyên leşkerî hene, siyasetmedar hatine darvekirin, hewl hatiye dayîn ku muxalefeta çep were çewisandin. 

Di dema darbeya leşkerî ya sala 1980'an de bûyerên ku pêk hatin weke sûcên li dijî mirovahiyê hatin binavkirin. Li girtîgehan û bi taybetî li Girtîgeha Amedê îşkenceyên dûrî aqilan pêk hatine, polîtîkayên ji bo tunekirina nasnameya Kurd hatine meşandin. Ev 40 sal in pêvajoya şerê çekdarî yê serhildana kurdan, ku bêçare dimîne û her mezintir dibe, çareser nebûye. Îroya me, hîn jî di bin sîya van êşên em bi wan re rûbirû nemane de, êşên nû dildiberîne. Navenda Bîrgehê, di encama van pirsan de hate damezrandin; “Ger em nikaribin wiha bijîn divê em çi bikin, kesên din çi kirin?”