Skip to main content
Home
<< TÜM PROJELER

Danegeha Windakirinên Bi Zorê

Dîroka Destpêkê: 11.07.2013

Dîroka Qedandinê: 01.01.2018

Web Sayfası: http://www.zorlakaybetmeler.org/

Zorla Kaybetmeler Veritabanı şu anda güncelleme ve bakım çalışmaları nedeniyle erişime kapalı durumdadır. Veritabanımızı en kısa sürede yeniden yayına açmak için çalışıyoruz.

Navenda Bîrgeh, Dad û Heqîqetê, bi avakirina xwe re, qada xebata xwe di çarçoveya sernavên li jêr de, wek “Windakirinên Bi Zorê” diyar kir. Navenda xebatên me, yên ku di vê çarçoveyê de ne, ji Danegeha Windakirinên Bi Zorê pêk tê. Em armanc dikin ku, di vî danegehê de, daneyên windakirinên bi zorê yên di Tirkiyeyê de piştî derbeya 12 Îlon 1980an vir de qewimîne kom bikin.

Windakirina bi zorê, wek stratejiyek teror / tirsandin / tepisandinê cara yekem bi navê “Şev û Mij” ji aliyê Naziyan ve hate sepandin. Mixabin ku, di cîhanê de ji heftêyê zêdetir dewletê heta îro birêkûpêk vî stratejiya hovîtî sepand.

Li Tirkiyeyê jî dewlet, wek stratejiyek şer, bi sedan kesên ku hatibûn ragirtin winda kir. Windakirin, bi taybetî jî bûyera “windakirina bi zorê”, rê li ber travmaya civakî û her wiha encamên ji bo dewletek demokratîk û hiqûqî bi tu awayî nayê qebûlkirin vekir. Li Tirkiyeyê hîn jî bi sedan mirovên hatine windakirin û aqûbeta wan nayê zanîn hene.

Armancek me ya herî girîng a ji bo destpêkirina xebata danegehê ya wiha, di Tirkiyeyê de standardkirina belgekirinê bûyerên windakirinên bi zorê, li cihek navendî komkirina agahiyan û tevkarîkirina temamkirina mijarên kêm mane ye.

Di vê çarçoveyê de, danegeha em bi kar tînin, mînaniyek pergalên danegehan ên di mînakên dewletên din de jî tên bikaranîn e.

Wek metod, em armanc dikin ku, di serî de daneyên bi rêya hevdîtinên bi dorfirehî bi xizmên windahiyan re hatine kirin bi dest ketine û me derbasî ser danegehê kiriye û her wiha daneyên bi rêya çavkaniyên cuda hatine rastandin û berhevkirin bi berfirehî bikevin geranê.

Ji bo danegehê li vir bixin.