Skip to main content
Home
28.12.2022

Seriya me ya lêkolînê bi kurdî weşanê de ye!

<< NÛÇE
Seriya me ya lêkolînê bi kurdî weşanê de ye!

 Seriya lêkolînê ya Navenda Bîrgehê ku di kêşeya kurdî de di çarçoveya avakirina aştiya siyasî ya li ser mijarên cuda disekine û ji çar weşanan pêk tê êdî bi kurdî weşanê de ye.

Hûn dikarin ji ser malpera me bigihêjin kurdî û ingilîziya raporên me ku ji alî 4 akademîsyenan ve hatiye nivîsîn û li ser têgehên mîna rarûbûna rabirdûyê, dadweriya dema têperî, nijadperestî, mafên çandî û hevbeş, erka rêvebirên xwecihî û nenavendîtîyê disekine.

  • Cuma Çîçek, Di Çarçoveya Kêşeya Kurdî û Aştiya Siyasî De Parkirina Hêzê û Nenavendîtî (Tirkî, İngilîzî, Kurdî)
  • Nesrîn Uçarlar, Li Tirkiyeyê Lêgerîneke Heqîqetê ya Aştiyane û Rarûbûna Bi Nijadperestiyê Re (Tirkî, İngilîzî, Kurdî)
  • Yasîn Sunca, Kêşeya Kurdî ya Herêmî ya Dinyaya Kurewî: Zêhniyet, Siyaset û Dînamîkên Jeopolîtîk (Tirkî, İngilîzî, Kurdî)
  • Onur Bakıner, Bêyî Dadweriya Dema Têperî Tespîta Heqîqetê ya Fermî: Komîsyonên Lêkolînê yên Meclîsê Li Tirkiyê (Tirkî, İngilîzî, Kurdî)

Çarçove

Ev seriya lêkolînê, bi armanca piştgirîya avakirina aşitî û dîyaloga civakî ya li Tirkiyê bi tevkariya Olof Palme International Centerê di çarçoveya projeya ku em dimeşînin hatiye amadekirin. Di navbera armancên ev tevkariya pênc salane de, li Tirkiyê û cîhanê hilberîn û parvekirina agahiyên di derheqê pêvajoyên aşitiyê; ji bo tevkariya sazîyên sîvîl ên di qadên cuda mîna aşitî, demokrasî, xweza û zayendîtiya civakî dixebitin; di navbera ciwanan de derheqê mijarên mîna aşitî û dîyalogên civakî hişmendîtî, di navbera saziyên sîwîl û rahişmendiyan pêşxistina têvkariyên navneteweyî ên nû cih digire. Navenda Bîrgehê di bergeha vê projeyê de bi The Swedish Social Democratic Youth League (SSU – Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Swêdê ) re tevkariyekê de ye.

Weke Navenda Bîrgehê em bawer dikin ku di seranserê pêvajoya aştiyê de têgehên mîna demokratîkbûyîn, nenavendîtî û erka rêveberiyên xwecihî, mafên kolektîf û çandî, tevî dadweriya dema têperî û rarûbûna bi rabirdûyê re û nîqaşên siyasî ên di çarçoveya van têgehan de dimeşin ji bo siyaseta Tirkiyê ya îroyîn hîn jî gelek girîng e. Heke gavek bi pêş de were avêtin, hemû têgeh û nîqaşên siyasî îroj di siyaseta Tirkiyê de bi kêşe û awayên cuda didome. Em weke Navenda Bîrgehê nîqaşa ku bi têgehên guherbar re dimeşe bi qasî ku ji destê me were dê bikişînin qada aşitiyê vê yekê jî bi rêya lêkolînên ku bi çarçoveya projeyan de tê meşandin ji xwe re dikin armanc. Lewre mijarên lêkolînê hem li ser kêşeya kurdî de nîqaşên aşitiyê hem jî piştî qedandina pêvajoya çareseriyê di derheqê rûdanên siyasî yên din yên li Tirkiyê disekine.


Spasî

Navenda Bîrgehê, ji bo meşandina lêkolîn, weşan û wergerên raporan bo tevkariyê spasî li Olof Palme International Center, Weqfa Oak û Weqfa Sigrid Rausing Trustê dike. Hemû mafê weşanan veşartî ye. Ji bilî jêgirtinên ku bi nîşandayîna çavkaniyê û di nav sînorên qanûnî de ji bo her cure bi kar anîn û sûdwergirtinan divê ji xwediyê berhem/maf û weşanê destûr bê xwestin.