Skip to main content
Home
10.12.2015

Em di Roja Mafê Mirovan de Dipirsin: Windahî Li Kû Ne?

<< NÛÇE

Em ji bo kû balê bikişînin politikayên Tirkiye’yê yên windakirenên bi zorê re ‘10 Kanûn Roja Mafê Mirovan a Cihane’de ji sedema kû rastiya windahiyan û daxwaza dadweriyê dubare bikin kampanya ya afîşan despê dikin.

Di wê çerçoweyê de afîşên mirovên bi destê  peywirdarên fermî we hatine windakirin wek: İhsan Arslan, İsmail Bahçeci, Hasan Baykura, Faik Kevci, Ali Karagöz û Mahmut Kaya di navbera 10-17 Kanûnê de li kolanên Stenbol’ê di gel wan pirsên jêrîn emê daliqînin.

1963’yê Cizirê ji dayîk bû.

Karkerî dikir. 27 Kanûn a 1993’yê hat windakirin. 

Berpirsên wî  ne hatin ceza kirin. Bedenê wi hîna ji nehatiye dîtin.

İHSAN ARSLAN Lİ KÛ YE? 

1969’an Sivêreg a Riha’yê ji dayîk bû.

24 Kanûn a 1994’e li Stembol’ê hat windakirin.

Berpirsên wî  ne hatin ceza kirin. Bedenê wi hîna ji nehatiye dîtin.

İSMAİL BAHÇECİ Lİ KÛ YE? 

1949’ê Şirnex’ê ji dayîk bû. Dikandarî dikir.

8 Kanûn a 1993’yê lî Cizîr a Şirnex’ê hat windakirin.

Berpirsên wî  ne hatin ceza kirin. Bedenê wi hîna ji nehatiye dîtin.

HASAN BAYKURA Lİ  KÛ YE? 

1967’ê ji dayîk bû. Dikandarî dikir.

8 Kanûn a 1993’yê li Weranşar a Riha’yê hat windakirin.

Berpirsên wî  ne hatin ceza kirin. Bedenê wi hîna ji nehatiye dîtin.

FAİK KEVCİ Lİ KÛ YE?

1950 li Cizîr a Şirnex’ê ji dayîk bû.

27 Kanûn a 1993’yê li Cizîr a Şirnex’ê hat windakirin.

Berpirsên wî ne hatin ceza kirin. Bedenê wi hîna jî ne hatiye dîtin.

ALİ KARAGÖZ Lİ KÛ YE? 

1959’e ji dayîk bû.

23 Kanûn a 1980’yê li Qers’ê hat winda kirin.

Berpirsên wî  ne hatin ceza kirin. Bedenê wi hîna ji nehatiye dîtin.

MAHMUT KAYA Lİ KÛ YE?