Skip to main content
Home
24.09.2018

Di 2018an de em çarçoveya şopandina dozan berfireh dikin

<< NÛÇE

Hûn dikarın li ser vî navnişanê bigihîjin malpera Kiryarên Diyar: http://failibelli.org/ [/caption] Navenda Bîrgehê di 2015an vir ve pevajoyên darazê yên derheqî binpêkirinên mafên mirovan ên giran ên di paşeroja nêz de dişopîne. Navend, bi giranî jî dozên derheqî windahiyên bi zorê û kuştinên derhiqûqî yên di salên 90î de qewimîne û erkdarên dewletê têne darizandin dişopîne. Derheqî van dozan de raropan di çarçoveya projeya Kiryarên Diyar de diweşîne. Îsal, em berdewamiya pirsgirêka bêcezabûnê û helwesta darazê ya hemberî tundiya dewletê ya curbicur hîn berfirehtir dişopînin. Bi hêviya derfeta analîzê ya şênber û rojane çêbike, em binpêkirinên mafê jiyanê yên di demên hîn nêz de qewimîne û hêzên ewlehiyê yên dewletê bi hêza kuştiyane rê li ber vekirine jî, digirin çarçoveya şopandina dozan. Me li ser malpera xwe hîn naveroka van dozên nû temam nekiriye, lê hûn dikarin li ser van lînkên li jêr in bigihîjin raporên şopandinê, ku ev rapor derheqî çar dozên me nû dest bi şopandina wan kiriye û di mehên sibat û adarê de em tevlî rûniştinên wan bûne de ne. Doza Şahin Öner Di 10ê Sibata 2013an de li Diyarbekirê Taxa Şehitlikê bi îddîaya komek rê li ber trafîkê girtine û çalakiyek der hiqûqê qewimiye hêzên ewlehiyê mudaxale kirine. Di dema mudaxaleya hêzên ewlehiyê de wesayîta zirxî ya xwedî nimroya koda 75 û marka Shortland li Şahin Öner qelibiye û wî kuştiye. Di doza derheqî vî bûyerê de polês Selahattin Korkmaz bi “kustina qestî” tê sûcdarkirin û darizandin. * Ji bo rapora şopandinê ya bi Tirkî ya derheqî 2. rûniştandina dozê ya 15ê Sibata 2018an li vir  bixin.    


Doza Berkin Elvan Di pêvajoya protestoyên Geziyê de, di 16ê Pûşpera 2013an de li Stenbolê / Okmeydaniyê de Berkin Elvan bi fîşeka gazê birîndar bû û şûn de jî mir. Ji ber mirina Berkin Elvan, derheqî kesek tenê de doz hate vekirin. Polês Fatih Dalgalı, di çarçoveya qanûna TCK 82/1 de bi “qestiya pêkane zilam kuştibe” tê sûcdarkirin “u darizandin. * Ji bo rapora şopandinê ya bi Tirkî ya derheqî 5. rûniştandina dozê ya 27ê Sibata 2018an li vir  bixin.


Doza Hrant Dink  Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya AGOSê Hrant Dink di 19ê Çileya 2007an de li ber avahiya rojnameyê hate kuştin. Doza derheqî bûyerê 11 sal in berdewam dike. Di pêvajoya darazê de îddîanameyek nû hate amadekirin û ji erkdarên jandarmayê û polêsan 9 jê girtî 85 kes tên darizandin. Doz li Stenbolê li 14. Dadgeha Giran a Cezayê berdevam dike. * Ji bo rapora şopandinê ya bi Tirkî ya 20. rûniştandina dozê, ku 4 rojan berdewam kir, li vir bixin.


Doza Barış Kerem û Oğuzhan Erkul Di 14ê Avrêla 2017an de, li Stenbolê Taxa Gaziyê, di derketina Kent Ormanıyê de, bi hinceta “guhnedana îxtara rawestinê” polêsan guleyan li wesayîta Barış Kerem û Oğuzhan Erkul reşandin û her duyan jiyana xwe ji dest dan. Doza derheqî bûyerê de hatiye vekirin berdewam dike. Polês Erkan Ekmekçi, Kenan Akıl, Zafer Sağlam û Davut Bakır têne darizandın. Polês “bi texsîra zanebûn rê li ber kuştin û birîndarbûna keseke zêdetir vekirine” tên sûcdarkirin. * Ji bo rapora şopandinê ya bi Tirkî ya yekemîn rûniştandina dozê ya 21ê Adara 2018an li vir bixin. 


Derheqî gengeşiyên dawî yên dozên din ên me şopandiye û rûniştandinê wan di mehên Sibat û Adarê de pêk hatiye de;Doza JITEMê ya Enkereyê – Fikri Sağlar di rûniştandina 2ê Sibata 2018an de wek şahid îfade da û ragihand ku beşek ji rapora Susurlukê bi hinceta “sira dewletê” ye hatiye derxistin û heke ev beş bi dest bikeve dê aqûbeta gelek kuştinan bên zelalkirin. Ji bo berfirehiya rûniştinê ya bi Tirkî li vir bixin.DozaJITEMê ya Qoserê –  Di 5ê Sibata 2018an de, serokê dadgehê dokûmanên gihîştine dadgehê xwend û ji aliyan xwestekên wan pirsî. Doz tenê deh deqeyan berdewam kir. Ji bo berfirehiya rûniştandinê ya bi Tirkî li vir bixin.Doza Qulpê (Yavuz Ertürk) – Di rûniştandina dozê ya 8ê Sibata 2018an de, îfadeyên  şahidên aliyan yên di 16ê Çileya 2018an de hatine girtin li dosyayê hate zêdekirin. Ji bo berfirehiya rûniştandinê ya bi Tirkî li vir bixin.Doza Licê – Di rûniştandina 27ê Adara 2018an de dozger mutalaaya xwe eşkere kir. Eşref Hatipoğlu yê tê darizandin re beraat hate xwestin. Dibe ku di rûniştandina 6ê Tîrmeha 2018an de derheqî dozê de qirar bê dayîn. Ji bo berfirehiya rûniştandinê ya bi Tirkî li vir bixin.Salnameya Meha Avrêlê Rûniştinên dozên em ê di meha Avrêlê de bişopînin wiha ne:

  • 4 Avrêl 2018 – Doza Sereke ya Musa Anter û JITEMê, Enkere 6. Dadgeha Giran a Cezayê
  • 19 Avrêl 2018 – Doza Muhammed û Furkan Yıldırım, Cizîr 2. Dadgeha Giran a Cezayê
  • 26 Avrêl 2018 – Doza Kemal Kurkut Davası, Diyarbekir 7. Dadgeha Giran a Cezayê
  • 26 Avrêl 2018 – Doza JITEMê ya Qoserê, Enkere 5. Dadgeha Giran a Cezayê