Skip to main content
Home
30.08.2020

Li ser şikencê û wendakirina bi zorê du xêzeçîrok

<< NÛÇE

Wendakirina bi zorê, ji alîyê nêzî 90 dewletên cîhanê ve bi gelemperî li himberî kesên dijber û mirovên ji bo desthilatdarîyê bi talûke têne ditin, carna jî li himberî kesên jirêzê weke pratîkek sîstematîk hatiye pêkanîn. Îro hîn jî, wendayîyên ku aqûbeta wan nehatîye dîyarkirin û kiryarên ku bi bêcezatiyê têne parastin ji bo civakên van welatan birînek xedar in. Heta ku dewlet bi vî sûcî re rû bi rû nemîne, bawerî bi avakirina edalet û aşitîya civakî re nayê û daxwaza rêveberîyek demokratîk ku ji mafên mirovan re rêzdar tu caran pêk nayê. Neteweyên Yekbûyî, ji bo ku balê bikşîne ser rastîya ku îro wendakirinên bi zorê bûye sûcek gerdûnî, roja 30ê Tebaxê weke Roja Navnetewî ya Mexdûrên Wendakirina Bi Zorê ragihand. Îro, dema ku em wendayîyên xwe bi bîr tînin, em du xêzeçîrokên ku parêzvanê mafên mirovan û hunermendê xêzê Shazeera Ahmad Awawi di derheqê vê meselê de xêz kirine bi tirkî û kurdî parve dikin. Xêza yekem bi navê “Somchai Li Ku Ye?” qala çîroka wendakirina Somchai Neelapaijitê ku parêzerekî navdar ê mafên mirovan e dike. Shazeera ev xêzeçîrok di 12ê Adara 2019an bi boneya salvegera 15’emîn a wendakirina Somchai xêz kiriye. Xêzeçîroka duyem a Shazeera Ahmad Awawi ku em bi boneya Roja Navnetewî ya Mexdûrên Windakirina Bi Zorê parve dikin, li Teylandê pirsgirêkên şikenceyê û bi zorê wendakirinê derdixe holê. Shazeera, dema li ser temaya çîrokê û xêzên wê dixebitî, rêxistinên civaka sivîl ên Taylandê; Weqfa Cross Cultural, Desteya Navnetewî ya Hiqûqvanan (IJC) û Rêxistina Efûyê ya Navnetewî ya Taylandê piştgiriya wê kirin. Orjînala vê xêzeçîroka belgeyî di 26ê Pûşpera 2017an de bi boneya Roja Navnetewî ji bo Bibîranîna Mexdûrên Şikenceyê bi awayekî online hate weşandin. Em jî îro vê çîrokê bi tirkî û kurdî parve dikin.