Skip to main content
Home
<< TÜM PROJELER

Kampanya: #jiboHEVRÛBÛNAsalên90î

Dîroka Destpêkê: 07.05.2015

Dîroka Qedandinê: 28.05.2015

Wek Navenda Heqîqet, Dad û Bîrgehê me di 8-29 Gulan 2015an de bi slogana #jiboHEVRÛBÛNAsalên90î li ser twitterê kampanyayek meşand. Bi vê kampanyayê me armanc kir ku meseleya hevrûbûna salên 90î em bixin rojeva pêvajoya hilbijartinê, ji bo vê me li ser hesaba twitterê  ya xwe her hefte ji namzetên sê partiyan (CHP, AKP û HDP) pirs kir ku der heqê hevrûbûna paşerojê de xwedî çi wehdê ne û dixwazin çi xebat bikin. Makezagona nû û pêvajoya çareseriyê piştî hilbijartinên giştî, ku di rojê pêş de wê bibe, wê bibin xalên herî girîng yên rojava Tirkiyeyê. Aqûbeta van her du xalan jî giranî bi rewşa pirsgirêka Kurd re têkildar e. Piştî hilbijartinê ev rewş gelo ber bi aşitiyê û demokratîkbûyînê biçe, an na; îradeya siyasetê ya ji bo hevrûbûna paşerojê wê vê mijarê zelal bike. Loma me ji wekîlên ku îradeya siyasî ya pêşerojê ava dikin pirsî: Hûn ji bo #jiboHEVRÛBÛNAsalên90î wê çi bikin?  Nirxandina Kampanyayê  Lîsteya Pirs û Bersivan  Dîmenên Kampanyayê  Manîfestoya Kampanyayê  


Li Ku Derê, Kengê?

Me li ser hesaba twitterê ya xwe (https://twitter.com/hakikatadalet) ji namzetên parlamentoyê pirsî. Kampanya di 8 Gulan roja Îniyê dest pê kir û di 29 Gulan roja Îniyê bi dawî bû. Dema kampanyayê me pirsên xwe di rojên Duşem, Çarşem û Îniyê û di navbera seat 12:00 – 14:00an de pirsî. Ji bo salnameya kampanyayê li vir bixin.

Kî?

Em ê rojê her yekî ji AKP, CHP ve HDP ji sê namzetan bipirsin. Di dema kampanyayê de, ku di navbera 8 – 29 Gulanê de berdewam kir, em gihiştin 27 namzetên parlamentoyê.

Tevlîbûn?

Me hewlda ku em bigihijin namzetan û der heqê kampanyayê wan agahdar bikin û pişt re ji wan pirs bikin, lê dema ev ne pêkan bû jî me dîsa jî pirsên xwe gihand wan. Di vê demê de tevlîbûna hilbijêrên twitterê bi kar tînin gelek girîng bû, lewra wan bi pirsên xwe alikariya me kirin û pirsên me zêde kirin, em gelek spas dikin! Di aliyê din de bidawîbûna kampanyayê nayê wê wateyê ku me dev ji xwestekên xwe berdaye. Niha, dema zêdekirina xuyakirina me bi kampanyayê dest xistiye ye û dema pêşvebirina têkiliyan ên bi namzetan re ye. Hûn jî dikarin materyalên dîmenî yên me di çarçoveya kampanyayê de amade kiribû bi kar bînin û ji bo hîn zêdetir xuyakirina van xwestekan alîkarî bidin. Ji bo materyalên dîmenî yên kampanyayê li vir bixin .

Çima Salên 90î?

Di salên 1990î de şerê çekdarî ku ji ber pirsgirêka Kurd Kürt diqewimî hîn kûrtir û belave bû. Di vê demê de di nav hêzên çekdarî yên dewletê de rêxistinên kontrgerîla hatin avakirin û bi destên van hêzan li bajarên Kurdan gelek sûcên mirovahiyê hatin kirin. Navenda Bîrgehê ku kampanyayê rê ve dibe, bi armanca hevrûbûna bi hemû binpêkirinên mafan ên sîstematîk û giran ku paşerojê de qewimîne di 2011an de hate sazkirin. Ji vê dîrokê vir de xebatên xwe yên şênber li ser “windakirinên bi zorê”, ku perçeyek girîng a tûndiya dewletê ya salên 90î ye, kûr kir. Loma kampanyaya me rê ve bir û bi xwesteka hevrûbûnê bû, li ser salên 90î bû, ku herî zêde di van salan da polîtîkayên windakirinên bi zorê, înfazkirinên keyfî û bêdaraz û koçkirina bi zorê belave bûn. Kiryarên van sepanan nehatine darizandin, bi zirxa bêcezabûnê hatine parastin û heta paya wan hatiye bilind kirin û wisa hatine xelatkirin. Ev rewş, îro li Tirkiyeyê rêgeza wekheviyê ya li hemberî qanûna, ku ji bo demokrasiyê rêgezek esasî ye, dihincirîne û her wiha ji bo mayîndebûna aşitiyê astengî derdixe. Loma ji bo dawîkirina van sepana çêkirina verastkirinan û dawîkirina sepana bêcezabûnê, em hevrûbûna bi salên 90î re girîng dibînin.

Çima sê partî?

Ji ber program, danezan, gotin û pratîkên wan me pirsên xwe ji sê partiyan re, AKP, CHP û HDPê re şand û ev ji bo me hîn watedar hat xuyakirin. Her wiha ji ber xebatkar û butçeya me kêm bû, me xebata xwe bi namzetên van sê partiyan re bi sînor kir.

Di salên 90î de çi bû?

Ji salên 1980ên vir de bersiva dewletê ji bo pirsgirêka Kurd di çarçoveya ewlekariyê de bû û bi esasî du veguheriyên bingehî dihewand. Yek ji wan sepanên rêveberiya awarte bû, ya duyemîn jî veguheriyên îdarî, leşkerî û polîtîk ên gorî feraseta “dijminê nû” bû. Atmosfera polîtîk ya salên 1990î bi giranî ji aliyê van sepanên dewletê ve hat dîyarkirin. Her wiha sûcên hatin kirin û binpêkirinên sîstematîk, giran û belave jî rengên xwe dan vê atmosferê. Vê demê de li Amed, Colemêrg, Sêrt, Wan, Bîngol, Elezîz, Mêrdîn, Bêtlis, Êlih, Mûş û Şirnexê 23 salan rêveberiya awarte di meriyetê de bû. Walîtîyên rêveberiya awarte xwedî erkên fireh bûn, pratîk û statuyên vê saziyê temamî derket derveyî hiqûqê. Di çarçoveya veguheriya îdarî, leşkerî û polîtîk de pergala cerdevantiyê ket meriyetê. Artêşa Tirk gorî konsepta “şerê asta kêm” de nû ve hate sazkirin û Daîreya Şerê Taybet di sala 1993an de navê Fermandariya Hêzên Taybet girt. Piştî vê demê ji aliyê ekîba serokwezîrê demê Tansu Çiller û Fermandarê Giştî yê demê yê Genelkurmayê Doğan Güreş, konsepta “Hakimiyeta Qadê û Nehewandina Rêxistina PKK Li Herêmê” xist meriyetê. Piştî stratejiya nû, wek hîn zelaltir dihat xuyakirin, valakirina gundan, kuştinên kiryar nediyar, kuştinên sivîlan û windakirinên bi zorê hîn zêdetir bûn. Ev stratejî, bi taybetî di navbera salên 93 û 95an de meriyetê de bû û di navbera van salan de binpêkirinên mafên mirovan yên dijî sivîlan û wek sîstematîk û curbecur hatin jiyandin. Her wih di vê demê de Serokkomar Süleyman Demirel, Serokwezîr Tansu Çiller û Fermandarê Giştî yê Genelkurmayê Doğan Güreş û İsmail Hakkı Karadayı li ser kar bûn. Di van salan da dewletê li bajarên Kurdan di nav hêzên çekdarî de rêxistina kontrgerîla ava kir û bi destê kontrgerîla repertûvara tûndiyê derket holê û windakirinên bi zorê jî têkildarê vê ye. Wek Navenda Bîrgehê, me daneyên di destên saziyên mafên mirovan de hene û hemû nehatine erêkirin kom kir. Gorî van daneyan, li Tirkiyeyê navbera salên 1980 û 2004an de 1353 kes bir zorê hatine windakirin.  Piştî xebatên dokumantasyonên adlî û li qadê, wek Navenda Bîrgehê, me di Çile 2015an de di vê lîsteyê de tenê 380 kesên bi zorê hatine windakirin tespît kir û windakirina van kesan teqez hatiye erêkirin. (http://www.zorlakaybetmeler.org)


[gallery columns="2" size="medium" ids="https://hakikatadalethafiza.org/wp-content/uploads/2015/04/2.png|Di lêpirsînên adlî yên der heqê kesên ji binpêkirinên mafên mirovan berpirsiyarin de, dozger piranî lêpirsîna “masiyên mezin” digire pêşî, an jî lêpirsîna kesên tê fikirandin ku ji sûcên girseyî û bipergal herî zêde berpirsiyar in.,https://hakikatadalethafiza.org/wp-content/uploads/2015/04/3.png|Armanca Komîsyonên Heqîqetê ya pêşik, lêpirsîn û qeydkirina binpêkirinên demên nêz de hatine jiyandin e. Bi piranî, yekîneyên dewletê yên fermî ji bo tazmînkirin û astengkirina dubarekirina van binpêkirinan salix didin.,https://hakikatadalethafiza.org/wp-content/uploads/2015/04/6.png|Programên Tazmînatê, bi piştgiriya dewletê tên sazkirin û alîkariya veherandina zirarên maddî û ruhî dike, ku binpêkirinên di paşerojê de hatine jiyandin rê li ver van ziraran vekiriye. Programên Tazmînatê, piştgiriyên maddî û xalên sembolik dihewîne dide mexdûran; dibe ku nav van piştgiriyan de tazminata maddî û lêborîna fermî jî hebe. ,https://hakikatadalethafiza.org/wp-content/uploads/2015/04/5.png|Armanca reforman ew e ku artêş, polês, daraz û saziyên girêdêr ên dewletê ji pêkutî û dejenerebûnê xilas bibin û bibin saziyên xizmeta gel. ,https://hakikatadalethafiza.org/wp-content/uploads/2015/04/4.png|Hewldanên bibîrkirinê muze û bîrdariyan dihewîne, ku ev bîra mexdûran a gelemperî diparêzin û li hemberî binpêkirên paşerojê de qewimîne û dibe dîsa dubare bibin hişmendiya sincî zêdetir dikin. "]