Skip to main content
Home
11.01.2012

Lêgerîna zarokekî ya li Çola Atacama

<< NÛÇE

Li jêr navê Satur-Doksê ya hevdîtînên belgefîlmî de, li Depoyê temaşekirina fîlma Hesreta Ronahiyê hebû. Piştî temaşekirinê bi Ozgur Sevgî Gorala ji navenda me, bi navê “Birîna me Kur e” hevpeyvînek hate çêkirin. Babeta fîlma ku bi derhêneriya Patrîsîo Guzman ve hatiye çêkirin wiha ye: Astronomên ji çar aliyên cîhanê ji bo bikaribin çavderiya stêrkan bikin li Çola Atacamaya Şîliyê ku bilindahiya wê sê hezar metre ye dicivin. Ezmana li Çolê tê dîtin hinde zelal e ku rê dide sînorên gerdûnê hemû were dîtin. Ew cenazeyên li ser axa çolê ku bi tîrêjên dijwar yên rojê ziwa bûne, qet xeranebûne. Hinek ji vana cenazeyên mumya, gerok û madenger in. Hinekên din jî girtiyên siyasî yên dema dîktatoriyê ne. Astronom ketine pey jiyanên li gerdûna dûrî cîhanê; lê jinên di bin qûntara vê mala çavderiyê de ne jî di nav miriyan de li nasên xwe digerin. Hûn dikarin fragmana fîlmê ji vê derê temaşe bikin: