Skip to main content
Home
20.09.2012

Xela Hrant Dînk Ji Beşîkçî û Memorial’ê Re

<< NÛÇE

Xelata Hrant Dînk a Navneteweyî ya 4’emîn, ji Tirkiyeyê Îsmaîl Beşîkçî û ji Rûsyayê jî ser navê  Cıvata “Memorial” a Navneteweyî Alexander Cherkasov, ê ku Dîrektorê Navenda Mafên Mirovan aMemorial’ê, stand.

Sosyolog Îsmaîl Beşîkçî wexta ku xelata xwe stand di axiftin xwe de diyar kir ku pirsgirêkên ku gelên Rojhilatanêz jiyayî ne pirsgirêkên bi “lêborîna rêveberên dewlatên bê helandin e û ji bo çareserkirinê  “lêkolînên civakî yên dîrokî yên ku bi tevahî Rojhilatanêz dihewilîne pir girîng in. Hişmendî encax bi vî awayî dikarê biperise. Bi peresîna vê hişmendiyê hem gelan, neteweyan, hem jî gel û di nava netewe de beşên cuda dikarê bi hêsanî hev dû fehm bikin; bi hişmendiyê dikarin zerarê nedin hev”. Qezançkerê xelatê yê din jî, ji sala avabûna wê ya 1990’an heta niha xebatên bîr û bi dîrokê re rû bi rû mana îhalên mafên mirovan ên ji aliyê dewletên totalîter pêk hatî pêk tîne Memorial e. Dîrektorê Navenda Mafên Mirovan a Memorilê Alexander Cherkasov, ê ku ji bo rû bi rû mana dîrokê pêk tîne û delîlên îhlalên mafên mirovan ên ji aliyê dewletê pêk hatî kom dike, stand. Cherkasov, ê Dîrektorê Navenda Mavên Mirovan, di axiftina xwe de diyar kir ku ev teşkîlat 25 sal berî di 1987’an de di dema Yekîtiya Sovyetan de ji aliyê kesên ku bi şayişa bîranînên qurbanên sîstema komunîst biparêzîne hatiye ava kirin. Dema ku Cherkasov xelata xwe stand got ku “Îro ev xelata ku Memorialê standiye, her wiha wekî mirovên di dema Sovyetan de têkoşîna mafên mirovan dane standiye”. (Agos)