Têgeha Pirsgirêka kurd ji bo tevahîya pêvajoya heyî tê bikaranîn ku ev pêvajo; di heyamên dawî yên dewleta Osmaniyan de bi destpêkirina polîtakayên navendîkirinê rû da û bi damezrandina komara Tirkiyê ya di sala 1923’yan de ku bi awayek sazûmanî, dervehiştina kurdan ji sîstemê, înkar kirina mafên kurdan ên takekesî û kolektif, bi xwe re têkoşîn û pevçûn anî.
1923: Komara Tirkiyeyê ava bû. Rejîma nû otonomiya Kurdan red kir û gelê Kurd ji gelek mafên siyasî û çandî bêpar kir. Di serdema destpêkê ya Komarê de gelek polîtîkayên asîmîlasyonê hatin meşandin.
1925: Serhildana Şêx Seîd, ku piştî ragihandina komarê yekem serhildana girseyî ya kurdanê, li dijî asîmîlasyona çandî bû. Di encamê de serokê serhildanê Şêx Seîd û hevalên wî li Diyarbekirê li meydana Derê Çîya, bi rêya êlkandinê hatin kuştîn. Kesên ku hatin kuştin, ji bo kû gel bibînê, laşê wan rojêkî li ser darê hatê seknandin. Piştre termên wan li cihekî nediyar hatin veşartin da ku gorên wan neyên dîtin.
1938: Salên pêşîn yên Komara Tirkiyeyê bûn salên ku hebûna Kurdan dihat înkarkirin û polîtîkayên asîmîlasyonê li ser Kurdan dihatin meşandin. Di sala 1938’an de bi komkujiya Dersimê re berxwedana Kurdan hatibû şikestin û tevgerên serhildêr bi dawî bûbûn.
Salên 1960’î – 1970’yî: Piştî salên dirêj ên di bêdengiyê de carek din bi qewetbûna tevgerên Kurd û salên cihêbûna ji rêbazên siyasî yên Tirk. Di dawîya salên 1970’yan de PKK (Partiya Karkerên Kurdistan) ava bû.
1980: Di meha îlonê de darbeyek leşkerî ku ji her dû darbeyên ewil bixwîntir û dirêjtir domkir qewimî. Girtîgeha diyarbekir ku bi taybetî ji bo girtiyên siyasî yên Kurd bûbû navenda îşkenceyên sistematik û binpêkirina mafên mirovan, bû sedema zêdebûna alîgirên PKK û bû sedem ku pirsgirêka Kurd bi awayeki zêdetir bê rojevê.
Salên 1990’î: Di Salên 1990 'î de pevçûnên navbera PKK û hêzên ewlekariyê roj bi roj zêde bûn, bi milyonan kurd bi darê zorê dihatin koçberkirin û windakirinên bi zorê yên bi awayê sistematik jî tê de repertuara binpêkirina mafên mirovan firehtir bû.
2013-2015: Di 21’ê adara 2013’an de, bi mehan piştî hevdîtinên navbera hikûmet û Abdullah Ocalan, nameya Abdullah Ocalan ku digot bila hêzên çekdar yên PKKê ji nav axa Tirkiyê vekişin li Amedê di Newrozê de hat xwendin. Bi vê nameyê re piştî şerên 30 salan rê li ber qonaxa hevdîtinên aşitiyê vebû û pêvajoya 2 salan a bêşer destpê kir.
2015-2016: Piştî hevdîtinên aştiyê yên 2 salan, di sala 2015 'an de pevçûn ji nû ve destpê kirin. Bi ragihandina PKK'ê ya xwerêvebirinê re, berevajî salên 1990’î şer û pevçûn li bajaran gur bûn. Li hin deran ji 3 mehan zêdetir derketina derve hat qedexekirin. Bi sedan sîvîl hatin kuştin. Bajar û navçeyên ku di nav wan de hin bajarên dîrokî jî hebûn hatin wêrankirin.
Di vê bernamê de, em fikirîn ku em li ser hin dîrokên ku zarokên kurdan tê de hatine kuştin bi hûrgilî bisekinin dê çêtir be. Bi vê awayê emê çêtir dikaribin bibînin ku di 20 salên dawî yên pirsgirêka Kurd de, repertuara asta berpirsiyariya dewletê di binpêkirina mafê jiyanê yê zarokan de di çi astê de ye û rê û rêbazên hedef girtina zarokên Kurd çawa fireh bûne.
2006- Bûyerên Amedê: Di 24 'ê Adara 2006’an de, ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirk ve di operasyona leşkerî ya li Mûşê de, piştî ku 14 heb endamên HPG’ê bi çekên kîmyewî hatin kuştin, Li Amedê ji bo 6 HPG'yiyan merasima cenazê hat lidarxistin. Ekîbên polêsan mudaxaleyî merasîmê kirin. Piştî ku bûyer di demeke kin de li tevahiya bajar û bajarên din yên herêmê belav bûn, li Amedê 5 jê zarok 10 kes, li Mêrdînê 2 kes û li Êlihê jî 1 kes, ji ber gule û bombeyên gazê ya ji aliyê polîsan ve hat bikaranîn jiyana xwe ji dest dan. Gelek zarok jî birîndar bûn. Gotinên serokwezîrê wê demê Recep Tayyip Erdogan ku gotibû : “zarok û jin ferq nake, dê hêzên ewlekariyê çi pêwist be bikin.” binpêkirina mafên zarokan meşrû nîşanda bû û ev yek jî gelek bertek kişandibû.
2011 - Komkujiya Roboskiyê: Bûyer a ku ji aliyê raya giştî ve wekî " Komkujiya Roboskiyê" tê zanîn di 28 'ê Kanûna 2011 'an de qewimî. Li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê di encama bombebarana balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) de 17 jê zarok 34 kesan jiyana xwe ji dest dan. Derket holê ku ew kesen ku jiyana xwe ji dest dane gundî bûne ku ji bo bazirganiyê hewl dane ku sînor derbas bikin û derbasî Iraq’ê bibin. Vê bûyerê nîşan da ku zarokên Kurd ên li gundên çiyan yên xizan dijîn, ji gelek mafan, bi taybetî jî ji perwerdeyê bêpar in û di karên zehmet û xetere yên mîna bazirganiya li ser sînor de li pêş in.
2015-2016 Daxuyaniyên Xwerêvebirinê: Li gorî rapora Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV), ji tebaxa 2015’an ku pêvajoya çareseriyê bi dawî bû û pevçûn cardin dset pê kir heta tebaxa 2016’an, li Amedê 11; li Colemêrgê 1; Li Şirnexê 63; Li Mêrdînê 2 zarok bi tevahî 77 zarok hatin qetilkirin. Ev zarok; bi topên hawanê, bi gulleyên roketan, bi teqina bombeyan, bi lêketina cemseyên zirxî û bi çekan hatin qetilkirin. Bi tenê Di navbera 23 'ê Çileyê û 11 'ê Sibata 2016’an de Li bodrûmên 3 avahiyên li Cizîrê herî kêm 31 zarokan jiyana xwe ji dest dan.
Malbata Rozerîn di sala 1993’yan de ji ber zextan neçar dimînin ku ji gundê xwe yê Herîdanê ku li ser navçeya Diclê’yê derkevin. Ew jî mîna gelek malbatên Kurd ên di salên 90 'î de piştî gundên wan tên valakirin, koçî navçeya Sûrê ya Amedê dikin. Rozerîn di sala 1999 'an de wekî zaroka yekemîn a malbata xwe tê dinê. Ji ber ku di dilê wê de nexweşîn heye bi delalî û nazikî tê mezinkirin. Eleqeya wê bi gelek qadên hunerê re bi taybetî jî bi wêne û helbestê re heye. Mirov dikare aliyê hunerî yê rozerîn, ji dosyayên ku malbata wê bi baldariyek mezin veşartiye û tê de nivîs, rism û wêne hene, fahm bike. Di 8 'ê Çileya 2016'an de dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûr a Amedê dewam dikir, Rozerîn Çûkûr a 17 salî ji ber guleya segvanan ku ji serê xwe xwar hat kuştin. Cenazeya wê piştî 5 mehan teslîmî malbata wê kirin.
Min pir dixwest ku bixweynim, ji ber vê yekê min Rozerîn da xwendin. Rozerîna min mezin bû, bi min jî da hînkirin, yanî min jî çandyar kir. Heta hema bêje ez tirkî jî jê hîn bûm.
Dêya Rozerînê
Di 2003’yan de wek zarokê çaremîn ê malbata Kazanhanê hat dinê. Malbata Kazanhanê di sala 1993’an de di encamên valakirina gundan de hatin Cizîre û li vir bi cih bûn. Di 14 'ê Çileya 2015'an de dema pêvajoya çareseriyê rastî astengiyên cuda dihat lê dîsa jî berdewam dikir, Nîhatê ku li dora mala xwe bi hevalên xwe re dilîst ji nişka ve de ket erdê. Nîhatê 12 salî ku di pişt qamyonetekê de wî bi lez rakirin nexweşxanê, jiyana xwe ji dest da. Pişti rojek ku Wezîrê karên hundir û serokwezîr gotin ku “polês teqez ne li cihê bûyerê bûn”, dîmen derketin holê. Di dîmenan de bi zelalî xuya dikir ku polês bi çekên ku di bûyerên civakî de bikaranîna wan qedexeye, guleyan li zarokan direşînin. Di qeydên deng ê di cemseya zirxî de tevgerên rehet yên polêsan û dengê çerez kirina dendikan zelal xuya dikir.
Li dibistanê dixwend, zarokekî serkeftî bû jî yanî. Wê wextê roja ku bûyer qewimî jî ji dibistanê hê nû hatibû. Dema hat malê dayîka xwe nedît. Dayika wî çûbû nexweşxaneyê. Ew jî çû pişt mala me ku bi lîstikan bilîze...
Babê Nihatî
Di 12 'ê Cotmeha 2015’an de, li navçeya Sûr a Amedê ku qedexeya derketina derve lê dihat meşandin, Hêlîn Hasret Şen’a 12 salî ku bi dayîka xwe re diçû firûnê, di encama gulereşandina ji cemseya zirxî ya bi tîpa Kobra de ji serê xwe birîndar bû û jiyana xwe ji dest da. Ji ber gulebarana domdar cenazeyê Hêlîn Hasret Şen ji kolanê nehat wergirtin Û encax piştî saetekê ew rakirin nexweşxaneyê.
Çimkî qîza min nejiya ku ez xûy û xisletê wê zanibim, min derfet nedît ku ez jiyana wê hîn bibim. Di zarokatiya xwe de di 12 saliya xwe de ma. Ger ku Hêlîn îro li jiyanê bû ya wê bibiya keçeka ciwan a 21 salî.
Dêya Helînê
Mehmet Uytunê 16 mehî, di protestoyên 9 ' ê Cotmeha 2009’an de, dema li ser şaneşîna mala xwe ya li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di hembêza dayika xwe de bû, bi fîşeka gazê ya li serê wî ket bi giranî birîndar bû û di 19 'ê Cotmeha 2009'an de piştî ku 10 rojan li Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê di bin çavdêriya awarte de ma, jiyana xwe ji dest da.
Mehkeme 13-14 sal in didome. Kujer diyar e, em dozdar in. Kurê me di hembêza dayika xwe de hat kuştin. Ku li devre bû ya mey ê bigota disa jî,lê li şaneşînê di hembêza dayîka xwe de hat hedef girtin û qetilkirin.
Babê Mehmetî
Bêcezahiştin, bi gotineke sade tê wê wateyê ku, tunebûna lêpirsîna binpêkirina mafan, negirtina faîlan, nedarizandin û nesizakirina faîlan û nedayîna tazmînatên mexdûran ku mexdûrên sûca ne. Mijara ku di vir de em binî xêz dikin, berpirsyarî ya dewletê ye.
Her çend bêcezahiştin di gelek mijarên mîna şîdeta li hemberî jinê, qezayên kar, sûcên nefretê û gendeliyê de bên bikaranîn jî, ev têgeh di lîteratura navneteweyî de di çarçoveya “binpêkirinên giran” de hatiye rojevê. Ji ber vê yekê, "binpêkirinên mafên mirovan ên giran û
Di navbera doza Rozerîn û zarokên din yên ku di vê metnê de qala wan tên kirin de cudahiyek heye. Digel hemû serlêdanên malbata Rozerîn, bi hinceta ku Rozerîn endamê rêxistina terorê ye, biryara dozvenekirinê tê dayîn, serlêdanên li dadgehên bilindtir jî hatin redkirin. li ser redkirina serlêdanan, Malbata wî di 18ê Mijdara 2020an de bi hinceta "binpêkirina mafê jiyanê" serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da. Di serlêdanê de jî bal kişandin ku di dosyeya dozê de tu delîl nîn e ku mirov dikaribe bêje Rozerîn Çukur "endama rêxistina çekdarî ye" an jî "beşdarî çalakiyeke çekdarî bûye". Dadgeha Qanûna Bingehîn serlêdanê qebûl kir û ji Wezareta Edaletê nêrîn/parastin xwest. Bersiva Wezareta Edaletê wiha bû:
“di çarçoveya hikmên serkut kirina raperîn û îsyanan ya li gorî qanûnan de, kuştina ew kesê ku li dijî serxwebûn û yekbûyîna nedabeşbar a welat e, kesê ku li dijî hedefên sivîl û leşkerî yên dewletê êrîşan pêk tîne, kesê ku di nava xebatên derqanûnî de cih digire û di encama operasyonan de mirî tên girtin, kesê ku bi argûmanan tête îsbat kirin ku endamê Rêxistina Terorî ya Cudaxwaz e, di çarçoveya binpêkirina mafê jiyanê de nayê nirxandin.”
Çima yanî? Ez dixwazim ev tişt derê meydanê. Kê kir? Kê çima wiha kir? Çima em ew qas hatin tawanbar kirin? Yaw sebiyê me mir, cigera me mir. Me ranekir çek, em li hemberî kesekî ranebûn, bi tenê me digot em cinazê xwe dixwazin. Çima ewqas heqaret li me hat kirin? Em ew qas çûn mehkemeya, ê min 3 heb mehkemên min hene. Wê hingê dewlet sê caran min binçav kir. Me tiştek nekir, bes me cinazê xwe xwest. Cinazê xwe xwest. Nizanim, ez dixwazim ku ev neheqiya ku li me hatî kirin, li vî gelî hatî kirin derê meydanê.
Çima ev polês hê jî li derve ye? Temam polês e lê bila sizayê xwe bikşîne. Polês bi parastina me re peywîrdar nîn e? Gelo ji kuştina zarokên me berpirsyar e? Ji xwe psîkolojiya min, ya hevsera min û zarokên min xera bûye. Bi tenê Nîhat nekuşt, me teva kuşt.
Di daniştina 12. a 11’ê Mijdara 2016’an de, di derheqê bertawan Mehmet Nurbakî Goçmezî de bi hinceta kuştina biqesta gengaz, sizayê zindankirina sermed ya girankirî hat dayîn. Ev siza jiber arandina nerewa(tehrîka neheq) û jiber reftara qenc ya bertawanî hat kêm kirin û di dawîyê de 13 sal û 4 meh sizayê zindankirinê hat dayîn. Piştî ku ev biryar misoger bû polêsê bertawan bû sizaxwarî û ket zindanê. Lê ji ber pandemîka Kovîd-19 a sala 2020'an, ev polêsê sizaxwarî ku ji bo derketina ji saziyên sizayê sûd wergirt, serbest hat berdan.
Malbat serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da û Dadgehê biryar da ku mafê jiyanê yê di Qanûna Bingehîn de hatiye sererastkirin hatiye binpêkirin. Di pêvajoya dadgehê de ku piştre dewam kir, ji ber ku polêsê bertawan tevlî ti daniştinan nedibû, malbatê bi hinceta ku gumana revê di derheqê bertawan de heye xwest ku li dijî wî bûltena sor were dayin. Lê ev daxwaz ji teref dadgehê gelek caran hat redkirin.
Mehkeme, biryar da ku bertawan nebiqest ve sûcê kuştinê kiriye û ji ber vê yekê 5 sal sizayê zindanê dayê. Ji ber ku bertawan vê sûcê bi îhmaliyeta hişmend kiriye, mehkeme sizayê zêde kir û kir 7 sal û 6 meh. Mehkeme ji ber reftara qenc, vê sizayê 7 sal û 6 mehî daxist ser 6 sal û 3 mehî. Mehkeme, daxwaza girtina bertawanî red kir û biryar da ku tedbîra konrola edlî bila berdewam ke.
Ez difikirim. Ez dikarim bi zarokê xwe ra wext derbas bikim? Kesê keça min qetil kir, bi zarokên xwe re wext derbas dike. Keça min dikare xwarinê bixwe? Ew xwarinê dixwe. Keça min dikare bigere, ew bi kêf û zewq digere. Keça min dikare bêhnê bistîne? Ew dikare bistîne û li her dere digere. Ger ku hema piçek be jî edalet hebûya, ger ku siza bistanda dê dilê min rehet bibû ya. Qet nebe minê zanibûya ku di nav çar dîwaran de sizayê xwe dikşîne. Yê ku vê yeke dixwest diviya ku ne ez bûma.
Ev 13-14 sal e ku mehkeme didome. Kûjer diyar e, em dozdar in. Kurê me di hembêza dayika xwe de hat kuştin. Ku li derve bû ya an jî li xwarê bû ya me yê bigota dîsa jî lê li şaneşînê di hembêza dayîka xwe de bi awayekî eşkere hat hedef girtin û qetilkirin. Em dixwazin ku dewletê sizayê ku heq dike bide wî. Em dozdarê wî nin.
Di daniştina dawî ya di 14 'ê Îlona 2023’yan de, ji ber kuştina nebiqest 3 sal sizayê zindanê dan bertawan Hakan Alkanî. Paşiyê jî ji ber ku bertawan bi hişyarî û baldarî tevnegeriya ye û ji ber bikaranîna bêtedbîr û bêdiqet ya çeka bombaavêj ku li ser tawanbar zimetkirî ye sizayê wî ji sisê yek hat zêdekirin û di dawîyê de ji ber kuştina Mehmet Uytunî 4 sal siza dan bertawan. Bi dû re, ji ber helwesta erênî ya bertawan a di pêvajoya darizandinê de sizayê wî hat daxistin û di dawiya dawî de 3 sal û 4 meh siza hat dayîn.