Skip to main content
Home
<< TÜM PROJELER

Ji Bo Diyaloga Dîrokî û Hevrûbûna Bi Paşerojê Re Tora Hevkariya Herêmî

Dîroka Destpêkê: 24.10.2013

Dîroka Qedandinê: 01.01.2018

Web Sayfası: http://dealingwiththepast.org/

Navenda Bîrgeh, Dad û Heqîqetê, ji bo di qada diyaloga dîrokî û hesabdayînê de torek hevkariya herêmî li dar bixe, ji 2012an heta îro bi Zaningeha Columbia Enstîtûya Xebatên Mafên Mirovan re hevkariyek biber bi rê ve dibe. Dema em tora herêmî ava dikin, ji xwe re Hevkariya Ji Bo Diyaloga Dîrokî û Hesabdayînê (Alliance for Historical Dialogue and Accountability) ya di Zaningeha Columbia Enstîtûya Xebatên Mafên Mirovan de cih digire wek modelek qebûl dikin.

Di vî qadê de xebata me ya yekemîn a ji bo avakirina torek herêmî, xebata atolyeyê ya bi navê Tora Diyaloga Dîrokî û Lihevkirinê ye ku me di navbera 24 û 26 Cotmeh 2013an de li Stenbolê li dar xist. Bilî Tirkiyeyê ji Qibrisê, Ermenistanê, Filistînê, Xirvatistanê, Lubnanê û Îsraîlê bi giştî nûnerên 14 saziyan ê ku di qadên diyaloga dîrokî, lihevkirin, hesabdayîn, aşitî, çareseriya pevçûnê, mafên mirovan û dada pêvajoya derbasbûyînê de dixebitin tevlî civînê bûn. Di encama vî atolyeyê de, ji bo akademîsyen, aktîvîst û xebatkarên saziyên civaka sivîl werin gel hev bi navê Ji Bo Diyaloga Dîrokî û Hevrûbûna Bi Paşerojê Re Tora Herêmî / Regional Network for Historical Dialogue and Dealing with the Past – RNHDP gavên pratik ê rexistinek herêmî hate biryarkirin. Wan gavan em dikarin wiha bi rêz bikin:

  • Malper: Xebatên amadekirina malperek ku wê di çarçoveya herêmî de be û di derheqê saziyên endamên torê û xebatên wan de agahî bide, berdewam dike. Tê raberkirin ku, malpera tê qalkirin, her wiha çavkaniyên di derheqê pevçûnên herêmî û pêvajoyên lihevkirin û aşitiyê yê bi van pevçûnan re têkildar in de agahî didin jî bihewîne. Malpera ku sêwiran û xebatê nivîsbariya wê berdewam e wê di demek kurt de çalak bibe.
  • Atolyeyek Tematîk a Bi Diyaloga Dîrokî û Lihevkirinê Re Têkildar e: Atolyeya tê qalkirin, bi navê “Truth Telling and Encounters: Dynamics in Sites of Dialogue” di 15-16 Çile 2015 de li Stenbolê hate lidarxistin. Hûn dikarin di vir de bigihijin agahiyên zêdetir ê derheqê atolyeyê.
  • Bernameya Perwerdeyê: Bernameyek perwerdeyê ya ku wê hefteyek tije berdewam bike jî dîsa di vê çarçoveyê de xebatek li ser hatiye lihevkirin e. Bername, wek bi modelgirtina bernameya Zaningeha Colombia ya Hevkariya Ji Bo Diyaloga Dîrokî û Hesabdayînê re tê amadekirin û di havîna 2015an de li Stenbolê darxistina wê tê plankirin.