Skip to main content
Home
15.02.2023

Birînên xwe dikewînin, pişt didin hev

<< NÛÇE

Em sersaxiyê dixwazin bo kesên ku mirovên xwe di erdhejên 6ê Sibatê de qewimîn û bandora xwe li ser deh bajarên me kirin de wenda kirine, ji bo birîndaran û ji kesên mayî re jî şifayê dixwazin. 

Êşa me û hêrsa me zêde ye. Ji aliyekî ve em birînên xwe dikewînin, ji aliyekî ve jî hewl didin ku têbigihîjin asta xerabûnê. Em êşa kesên ku nas û malên xwe di erdhejan de wenda kirine dibîhizin. Li hember berpirsiyarên ku para wan di vê xerabûnê de hene bi hêrs in. Em xwe berpirsiyar dibînin bo hêvîdar bin da ku ev rojên giran derbas bibin. Ji bo avakirinê riyeke dirêj li pêş me ye. Wek Hafıza Merkezi, emê di rojên pêş de hemû derfetên xwe bo avakirina sehayên piştgiriyê bikar bînin.

Wek saziyekî ku mafê jiyanê, têkoşîna li hember bêcezakirinê û her cûre torên piştgiriyê di nav civakê de diparêze, emê bo pêşvebirina edaletê û aşitiyê bi heval û saziyên herêmê re xebatên xwe bidomînin.