Skip to main content
Home
06.06.2016

Saziyên Mafên Mirovan Dipirsin: Hurşit Külter Li Ku Derê Ye?

<< NÛÇE

Em Dipirsin: #HurşitKülterLiKuDerêYe? Saziyên ku imzeyên wan li jêr hene bangewazî li raya Tirkiyeyê û qada navnetewî dikin ku li hemberî “politikaya windakirinên bi zorê”, ku bi aqûbeta Hurşit Külter ê ji 27 Gulan 2016an vir de jê agahî nayê girtin re bi şanên xurt tê xuyakirin ji nû ve tê sepandin, hestewer bin. Piştî terikirina helwesta gotûbêjkirinê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û zivirandina konsepta şer a kevneşopî, qedexekirina derketina kolanan li pey hev hatin îlankirin, binpêkirinên mafên mirovan ên giran di dema operasyonan hatin jiyîn û agahiyên derheqê windakirinên her diçin zêde dibin. Ev bi giştî jî mirov di nav fikaran de dihêlin. Herî dawî, Hurşit Külter ê rêvebirê DBPê ya bajarê Şirnexê ji 27 Gulan 2016an vir de winda ye. Bavê Külter dibêje ku kurê wî di wî dîrokê de li wî geriyaye û wiha gotiye: “Ez niha li malê me, dora malê ji aliyê leşkeran ve hatiye dorpêçkirin, hatine min bigirin, aqûbeta min bipirsin û heqên xwe helal bikin.” Bavê Külter dibêje ku piştî van gotinan têkiliyên wan qut bûne û carek din ji kurê xwe tu agahî negirtiye. Wekî tê zanîn, li ser hesaba twitterê ya bi navê “BÖF@Tweet_Guneydogu”, tê texmînkirin ji aliyê hêzên ewlekariyê yên tevlî operasyonan bûne ve tê bikaranîn, hatibû nivîsandin ku Hurşit Külter ‘hatiye ragirtin.’ Walîtiya Şirnexê, Dozgerê Komarê yê Şirnexê û Miduriyeta Ewlekariyê ya Bajarê Şirnexê ragirtina Hurşit Külter red dikin û derheqê aqûbeta wî de tu agahiyên vekirî nadin. Li hemberî hiqûqa netewî û navnetewî de berpirsiyariya Dewleta Tirkiyeyê ku aqûbeta Hurşit Külter bê diyarkirin, heke talûkeyek ji bo jiyana wî hebe rê li ber bê girtin. Heke kesek ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatibe girtin û carek din jê tu agahî nehatibin û şûn ve jî hatibe windakirin, di vî rewşê de divê dewlet daxûyaniyek bi aqil per ve bike. Divê aqûbeta Hurşit Külter derhal bê aşkerakirin! BeşdarênYekhêzbûna Di Têkoşîna Hemberî Bêcezabûnêyên îmze didin:Baroya Êlihê, Baroya Amedê, Navenda Heqîqet, Dad û Bîrgehê, Komeleya Hemwelatiyan A Helsînkî, Komeleya Mafên Mirovan, Komeleya Rojeva Mafên Mirovan, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Baroya Şirnexê, Baroya Wanê,