Skip to main content
Home
20.09.2018

“Xelata Parêzvanê/a Mafên Sivîl” a sala 2018an, hevdîrektorê me Murat Çelikkan wergirt

<< NÛÇE

Murat Çelikkan, Hafıza Merkezi Eş Direktörü Saziya mafên mirovan Civil Rights Defenders (CRD), ku navenda wî li Stockholmê ye, ji bo Xelata Parêzvanê/a Mafên Sivîl a sala 2018an hevdîrektorê me Murat Çelikkan layîq dît. Daxuyaniya Civil Rights Defendersê ya îro hatiye belavkirin wiha ye:

“Civil Rights Defenders, bi kêfxweşî radigihîne ku Xelata Parêzvanê/a Mafên Sivîl a sala 2018an ji bo Murat Çelikkan hatiye dayîn. Rojnamevan Murat Çelikkan, li Tirkiyeyê di qada mafên mirovan de yek ji dengên herî bi biryar e. Li Tirkiyeyê her çi qasî derfet her diçin zor dibin jî, Murat Çelikkan ji bo Tirkiyek hîn azadtir têkoşîna xwe berdewam dike. Murat Çelikkan, hevdîrektorê Navenda Bîrgehê ye, ku navend saziyek civaka sivîl a serbixwe ye. Navenda Bîrgehê, di sala 2011an de, ji aliyê komek parêzvanên mafên mirovan, rojnamegeran û hiqûqzanan ve hate avakirin. Navenda Bîrgehê, armanc dike ku, rastiyên di derheqê mafên mirovan ê giran ku di paşerojê de hatiye jiyîn derbixe rastê û piştgirî bide mexdûrên ku li pey dadê ne û her wiha di derheqê van binpêkirinên hatine jiyîn de bîra civakî bihêz bike û ji bo aşitiya civakî û demokrasiyê alîkarî bide.” Murat Çelikkan, ragihand ku, ji ber vî xelatê wergirtiye xwe wek îmtiyazdar hîs dike. Çelikkan, wiha dibêje: “Ev xelat, girîngiya xebatên em dimeşînin nîşan dide. Di welatên li ser mafên mirovan êriş hene de, berdewamiya piştgiriya civaka sivîl gelek girîng e. Girîngiya nasîna kar û têkoşîna di bin şert û mercên giran de pêk tên û binavkirina vê gelek mezin e.”  Lijneya Rêveberiyê ya Civil Rights Defendersê jî derheqî xelatdayîna Murat Çelikkan de daxuyaniyek wiha belav kir: “Xebatên Murat Çelikkan, li gel şert û mercên herî zor jî sebat û tirûşdariya rêxistina mafên mirovan a li Tirkiyeyê temsîl dike. Murat Çelikkan, rîskên keseyatî li ber çavan girtiye û ji bo maf û azadiyan bênavber têkoşîna xwe berdewam kiriye. Murat Çelikkan, di damezirandina gelek saziyên mafên mirovan de cih girtiye û îro jî, wek sembolek dadê û ji bo parêzvanên mafên mirovan ên din wek mînakek li ser rêya xwe berdewam dike.

  Rewşa Awarte  Li Tirkiyeyê rewşa mafên mirovan, di salên dawî de, bi taybetî jî ji hewldana darbeya neserkeftî ya di 15ê Tîrmeha 2016an de pêk hatiye vir de xirab bûye. Murat Çelikkan jî gelek caran bûye hedef. Herî dawî, 68 rojan di zindanê de ji azadiya xwe pê par mayê û piştî vî di van rojên derbasbûyî de hatiye berdan. Murat Çelikkan, ji ber ku tevlî kampayayek bo azadiya gotin û çapameniyê bûye, di çarçoveya qanûna têkoşina dijî terorê de 18 meh ceza li wî hatiye birîn. Di encama Rewşa Awarte ya li Tirkiyeyê berdawam dike û pêkutiyên giran ên li ser civaka sivîl  de, ji hezarî zêdetir komale û ji sedî zêdetir weqif hatine girtin. Ji ber rewşên hîn diçin giran dibin, rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan ên xebatên xwe berdewam dikin, bi fikara ku dê ew mecbur bimînin bedêl bidin dijîn. Murat Çelikkan, van tiştan jî li gotinên xwe zêde kir: De çi bû bû, ji ber xebatê min fikara min a herî mezin ew e ku, ez ê dîsa werim girtin. Ez dibêjim ‘De çi bû bû’, lewra Tirkiye xwedî dîroka suikast û kuştinên rewşenbîr û parêzvanên mafan e. Ez hêvî dikim ku, ev xelat, ji bo civaka sivîl a li Tirkiyeyê hîn zêdetir rê li ber piştgiriya navnetewî vebike û ewlehiya parêzvanên mafan ên li Tirkiyeyê hîn xurttir bike.  Derheqî Xelata Parêzvanê/a Mafên Sivîl a Salê de   Civil Rights Defenders, ji 2013an vir ve, her sal, xebat dide parêzvanên mafên mirovan ên ku derdikevin pêş û ewlehiya xwe ya keseyatî di bin rîskan de dihêlin, lê dîsa jî xebatên xwe yên ji bo nasîn û parastina mafên mirovan ên sivîl û siyasî berdewam dikin. Parêzvanên mafên mirovan ên xelatê werdigirin, kesên ji tundiyê dûr in û di saziyek mafên mirovan a serbixwe de dixebitin. Ji bo agahiyên derheqî Xelata Parêzvanê/a Mafên Sivîl hîn zêdetir lê bixin.